1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ‘Dewlet herî zêde ji jinên berxwedêr ditirse'
‘Dewlet herî zêde ji jinên berxwedêr ditirse',dewlet,herî,zêde,ji,jinên,berxwedêr,ditirse

‘Dewlet herî zêde ji jinên berxwedêr ditirse'

A+ A-

ÎZMÎR (DÎHA) – Hêzên dewletê li Cizîr piştî ku jinek qetil kirin li kolanê bi awayekî tazî teşhîr kirin. Li hemberî vê hovîtiya hêzên dewletê jinan jî nerazîbûnên nîşandan û gotin ku ji ber ku dewlet herî zêde ji jinên berxwedêr ditirse her tim êrîşî wan dike.

Hêzên dewletê li Cizîr a Şirnexê jinek ciwan bi awayekî hovane qetil kirin û piştre jî li kolanê cenazeyê jina ciwan bi awayekî tazî teşhîr kirin. Li hemberî vê hovîtiya dewletê jî jinan nerazîbûnên xwe nîşandan û destnîşan kirin ku bi vê kiryarê dewletê hişmendiya xwe ya zilamtiyê derxistiye holê û careke din nîşanda ye ku ew ji jinên berxwedêr ditirsin.

Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Gamze Aksoy anî ziman ku şer her tim li ser jinan xwe bi rêxistin dike û wiha daxuyand: "Di demên berê de jî gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan (Kevser Elturk) ji aliyê hêzên dewletê ve piştî ku hatî qetil kirin bi awayekî tazî li kolanê hat teşhîr kirin. Ev hovîtiya li Kurdistanê li hemberî jinan pêk tên, nîşaneya zihniyeta dewletê ye. Heta ku ev zihniyet neyê guhertin, hovîtiyên li ser jinan pêk tên bi dawî nabin."

Di berdewamiya axaftina xwe de Aksoy diyar kir ku şîdeta cinsî her tim li hemberî kes an jî kesên wek dijmin tê dîtin wek amûrekî tê bikar anîn. Aksoy axaftina xwe wiha domand: "Em wek jinên KJA'yê bi armanca bidawî kirina vê şîdeta cinsî dê bi têkoşîn. Em vî sûcê hovane yê ku dewleta tirk li hemberî jin pêk tîne qebûl nakin.".

'Jinên ku bi tazî tên teşhîr kirin em in'

Endama Tevgera Jinên Yeryuzu yê Sultan Eylem Keleş jî destnîşan kir ku dubarekirina îşkenceya Ekîn Wanê, nîşaneya zihniyeta dijminahiyê ya zilamê desthilatdar e. Keleş diyar kir ku ew jinek ji bedenê xwe yê tazî şerm nakin û wiha berdewam kir: "Divê dewleta ku bi vê rêbazê dixwaze jinan bi tepisîne, şerm bike. Dewleta ku ji rêxistinbûna jinan ditirse, êrîşî jinan dike."

Keleş da zanîn ku dewleta zilam a desthilatdar dijminahiya xwe ya li hemberî jinan de hatiye radeya dawiyê û wiha got: "Bi tenê qetil kirine ranawestin. Her wiha tazî dikin û îşkenceyê li bedenê wan dikin. Tevî vê hovîtiyê jî wêneyên wan dikêşin û li tora civakî de parve dikin. Dewlet ji îradebûn û azadiya jinan ditirse. Me ji xwe dijminahiya dewletê ya li hemberî jinê dizanî. Jinên ku bi awayekî tazî tên teşhîr kirin, em in. Her wiha jinên ku zarokên wan di zikê wan de tên qetil kirin jî em in. Tu caran dê nekarin vê hovîtiyê meşrî nîşan bidin."

'Dewlet ji jinên têkoşêr ditirse'

Der barê heman mijarê de Endama Meclisa Jinên Sosyalîst (MJS) Ezgî Bahçecî jî got ku dewletê di çarçoveya şerê qirêj de li hemberî jinan polîtîkayên taybet derxistine û wiha derbirî: "Dewlet ji jinên têkoşer û têkoşîna jinan ditirse. Bi armanca pêşîgirtina qirkirinên li ser jinan heta niha dewletê tiştek nekiriye. Bi daxistina bêmaf a tehrîkê û cezayên giran ên ji bo jinên ku xwe diparêzin tên dayîn, rêya êrîşên li ser jinê hatiye vekirin. Ji xwe zagonên dewletê yên niha rê li ber êrîş, destdirêjî û tecawîza li hemberî jinê vedike. Vê polîtîkayê hem di nava gel de berfireh dikin û hem jî bi hêzên ewlekariyê didin kirin ku di nava civakê de rewa bên dîtin."

Bahçecî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê hem jinên bakurê Kurdistanê û hem jî yên li rojavayê Tirkiyeyê ji bo azadiya xwe têkoşîna xwe bilind bikin. Teşhîrkirina tazî ya ku bi Ekîn Wan re destpêkirî, bi qetil kirina Dîlek Dogan, Gûnay Ozarslan, Yelîz û Şirîn Erbay hat dubare kirin û bi teşhîrkirina tazî yên jinên kurdistanî dom dike. Ev êrîşên li ser jinan di esasê xwe de tirsa dewletê ya li hemberî jinên têkoşer nîşan dide.

(bd/sy)