1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Dewlet ji "Konê Çareseriyê" tirsiya
Dewlet ji "Konê Çareseriyê" tirsiya,dewlet,ji,konê,çareseriyê,tirsiya

Dewlet ji "Konê Çareseriyê" tirsiya

A+ A-

Polîsê tirk ku naxwaze "Konên Çareseriyê" bên vedan û li hember çalakiyên aştiyane êrîşên tund pêk tîne, ji bo xwe mafdar derxe ketiye riyên "nas". Polîs dixwaze ku "planek" veşartî têxe stuyê BDP û KCD'ê û bi vî rengî xwe mafdar derxe.

Li gor agahiyan polîs ji guhdarikirinên cih û telefonan, berî Newrozê hîn bûye ku dê gel roja Newrozê ber bi bajêr ve bimeşe û li nav bajêr bi navê "Meydaya Azadî" qadeke nû îlan bike. Lê polîs xwestiye ku wekî vê bernameyê nizane tevbigere û tevdîra xwe standiye. Polîs îdida dike ku ji guhdarikirinan ew pê hesiyane ku "Konên Çareseriyê" bi armanca serhildaneke wekî yên Tûnis, Misir, Lîbya û hin wekî din tên avakirin û ji yek navendê tên birêvebirin.

Îdiaya polîs ew e ku roja Newrozê dê girse têketa Ofîs a Amedê û gelek dever bişewitanda. Polîs bi vî rengî xwe bi kirin û mudaxaleyên xwe dixwaze mafdar derxe û ji tund û tûşiya xwe re hincetan çêke.

Parêzer nîşan didin ku di vî warî de tu doz û pêşketin li Adliyeyê tune ne û agahiyên bi vî rengî bi zanebûn tên belavkirin.

Her wisa BDP û KCD jî bi isran didin xuyakirin ku armanca wan bêîteatiyeke sivîl e û ev yek bi salan e ji dewletê re îlan kirine ku dewlet di pirsgirêka kurd de pêşketinan neke, ew dê berxwedana xwe bînin vê astê û tu têkiliya wê bi Tûnis, Misir, Lîbya û bûyerên din re tune.