1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Dewletê pêşî Bişeng qetil kir îro jî dengbêjê ku çîroka wê vegot'
'Dewletê pêşî Bişeng qetil kir îro jî dengbêjê ku çîroka wê vegot',dewletê,pêşî,bişeng,qetil,kir,îro,jî,dengbêjê,ku,çîroka,wê,vegot

'Dewletê pêşî Bişeng qetil kir îro jî dengbêjê ku çîroka wê vegot'

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Dengbêj Salihê Şirnexî ku di 25'ê kanûnê de ji ber dorpêça polîsan ranekirin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da herî zêde jî bi strana "Bişenga min" dihat nasîn. Kurê wî Sabrî Erener diyar kir ku kuştina Bişeng pir bandor li ser bavê wî kiriye û got "Dewletê wê rojê Bişeng qetil kir, îro jî kesê ku çîroka wê nivîsandiye."

Dengbêj Salihê Şirnexî ku yek ji dengbêjên herî navdar ê herêma Botanê bû, di 25'ê kanûnê de ji ber dorpêç û êrîşên hêzên dewletê nikaribûn rakin nexweşxaneyê û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dabû. Salihê Şirnexî herî zêde jî bi strana xwe ya bi navê "Bişenga min" dihat nasîn ku çîroka Bîşeng Anik a ku di sala 1992'an de li Şirnexê di îşkenceyê de hate qetilkirin vedigot, dihat nasîn. Kurê Salihê Şirnexî (Salîh Erener), Sabrî Erener got ku dewletê wê rojê Bîşengê îro jî kesê ku çîroka wê vegotiye qetil kiriye.

Erener anî ziman ku bavê wî li herêmê wek "Dengbêjê dilan" dihat nasîn û xebatên giranbuha ji bo wêjeya devkî ya kurdî kirine û wiha berdewam kir: "Keda bavê min ji bo çanda Kurd heye. Di 25'ê kanûnê de ji ber pêkanînên rewşa awarte ew ranekirin nexweşxaneyê û ji ber vê jiyana xwe ji dest da. Ji ber zilma dewletê jiyana xwe ji dest da."

'Kuştina Bişeng zêde bandor li ser bavê min kir'

Erener, derbarê strana bavê xwe ya bi navê "Bişenga min" jî axivî û got qetilkirina Bişeng Anik bandoreke zêde li ser bavê wî kiriye. Erener da zanîn ku bavê wî destpêkê li ser vê mijarê pirtûkek dinivîse û pişt re jî stran ji bo wê çêdike. Erener wiha pê de çû: "Bişeng xwendekar bû. Jineke ciwan bû. Ew binçav kirin û piştî bi rojan îşkenceyê ew qetil kirin. Peyva îşkenceê jî têr nake. Bavê min û hevalek wî yê bi navê Suleyman hebû, li sazê dida. Ew jî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Dewletê ew jî kuşt. Bavê min û Suleyman bi hev re çîroka Bişeng kirin pirtûk pişt re jî ji bo wê stranek çêkirin."

'Em nebin yek emê herin yek bi yek'

Erener diyar kir ku nêrîna dewletê ya li ser kurdan tu carî neguheriye û got "Dewletê wê rojê Bişeng qetil kir, îro jî kesê ku çîroka wê nivîsandiye." Erener, gotinên şairê mezin Cegerxwîn ên "Eger em nebin yek emê herin yek bi yek" bibîrxist û balê kişand ser giringiya tifaqa kurd.

(sy)