1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dewletê vê carê zarok kirin hedefa xwe
Dewletê vê carê zarok kirin hedefa xwe,dewletê,vê,carê,zarok,kirin,hedefa,xwe

Dewletê vê carê zarok kirin hedefa xwe

A+ A-

COLEMÊRG (DİHA) - Hêzên dewletê ku li navçeya Geverê komkujî pêk anî, niha bi maşîneyên zirxî li kolanan digerin û ketine pey zarokan. Hêzên dewletê vê carê zarokên 8 -16 salî bi pere û xwarinê bertîl dike û dixwaze wan bike sîxur û ajan.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên dewletê 79 rojan bi tang top û hawanan xanî û tax xera kirin û talan kir. Piştî dorpêç û talankirin bi dawî kir, polîs û leşker vê carê bi maşîneyên zirxî li kolan, tax û kuçeyan digerin û bi şopa zarokan ketine. Polîs û leşkerên dewletê vê carê ketin şopa zarokênk 8 - 16 salî. Polîs zarokan bi pere û xwarinê bertil dikin û dixwazin zarokan bi xwe ve girê bidin. Polîs û leşker zorê li zarokan dikin û dixwazin sixûriyê ji wan re bikin.

Polîs li taxên Cumhuriyet, Gungor, Orman, Dize, Kişla berê, Mezarlık û Yeşildere bi maşîneyên zirxî digerin û derketine seyda zarokan. Polîs li gel xwe xwarinê digerînin û agahiyan ji zarokan digirin. Polîs pirsên "Li vê malê kî dimîne? "Ev mala kê ye?" "We kesên biyanî li taxê dîtin?" û "Ger ku we tiştek dît werin ji mere bêjin" û dixwazin sîxuriya wan bikin.

Zarokên vê yekê qebûl nakin rastî neheqiyan tên

Hêzên dewletê dema zarok vê yeke qebûl nakin neheqiyê li wan dikin. Hêzên dewletê li taxên Yenî Îpek û Esenyurtê jî heman pêkanînê dikin. Malbatên ku vê nêzîkatiya dewletê dibînin bertekê nîşanî zarokan didin û naxwazin zarokên wan nêzî polîsan bibin. Dayikan bang li cîranan û welatiayn kirin ku li hemberî hewldana polîs û leşkeran a sîxuriyê li zarokên xwe xwedî derkevin.

(mae)