Di 10 salan de bedelên giran dan
DÎHA'yê di 10 salan de ji bo ronîkirina rastiyê bedelên giran dan
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi dirûşmeya "Ji Rastiyan Qet Tawîzan Nade" li pey kevneşopiya Apê Musa, Cengîz Altun, Hafiz Akdemîr, Ferhat Tepe û gelek generalên biçûk ên hatin qetilkirin ket rê û di 4'ê Nîsana 2002'an de hate avakirin li gel hemû pêkutî û astengiyan ket sala 10'an. Li Tirkiyeyê ku tê îdîakirin azadiya çapemeniyê di 20'ê kanûnê de bi ser hemû buroyên DÎHA'yê de hatin girtin û nuçegihan û xebatkarên wê hatin binçavkirin. Gelek hardîst, kamera û wênekêşên wê hatin desteserkirin. DÎHA ku sibê 10 salan li pey xwe dihêle niha 24 nûçegîhan, edîtor û xwediyê îmtîyazê di girtîgehê dene. DÎHA, li gel hemû astengî û zextan ji bo rastiyan ronî bike bi nûçeyên objektif rêça xwe berdewam dike.
Komek rojnamegerên ku ji kevneşopî û çanda rojnameyên Ozgur Gundem, Ozgur Ulke, Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ulkede Gundem, Ozgur Bakiş, Azadiya Welat, Welatê me, "2000'de Yenî Gundem, Yedîncî Gundemê dihatin, di 4'ê Nîsana 2002'an de ji bo kevneşopî û rêça Apê Musa, Cengîz Altun, Hafiz Akdemîr, Ferhat Tepe bişopînin bi dirûşmeya "Ji rastiya tu demê tawîz nayê dayîn" dest bi xebata xwe ya rojnamegeriyê kir. DÎHA, nûçeyên xwe li ser malpera bi navnîşana "www.diclehaber.com.tr", bi zimanên kurdî, tirkî û îngilîzî, pêşkêş dike. Bi rêgeza objektîf, rasteqîner û bilez, li ser xaka Rojhilata Navîn têkiliyên xwe yên nûçeyan hunand û nûçeyên xwe yên nivîskî, bi wêne û dîtbarî bi awayekî lezgînî û bêalî, dikin xizmeta aboneyên xwe. DÎHA bi dirûşma "Her kes xwedî mafê ragihandin, rexnekirin, agahîstandin û bi awayekî azad derbirina ramanê ye" ketin rê û ev yek ji bo me bû rêber. DÎHA, heta dawiyê girêdayî maf û azadiyên mirovan ên ku wekî mafên gerdûnî têne zanîn in. Bêyî ku cudahiyê bikin navbera ol, nîjad, ziman, mezheb û zayendan de, em heta dawiyê girêdayî mafê agahî, wergirtinê ên civakê ne. DÎHA ku navenda wê li Setnbolê ye, buroyên wê yên herêmî li Amed, Wan, Dêrsim, Enqere, Hewlêr, Edene, Mêrsîn, Îzmir, Êlih, Riha, Colemêrg, Şirnex, Mêrdînê hene.
DÎHA'yê ji roja dest bi xebatê kir heta niha, zext û zordariyên li ser wê kêm nebûn. Her tim bû dengê 'Ên din' û dengê bêdengan, Xwest bibe deng, awaz û rengê hemû beşên civakê. Bi dibistan û akademiya sedan rojnamegeran. Bêyî ku tawîzan ji rêgezê sincê çapemeniya gerdûnî bide xebatan xwe meşand. Her tim li gorî rêgeza çapemeniya azad û obejektîf ket pêy rastiyê û tarî ronî kir. Her tim rastî aşkere kir û bi civakê re parve kir. Hemû sansur red kir. Ajansa ku her tim li gorî rastiyê tev geriya her ku rastiyek ronî kir rastî astengiyan hat. Her ku rastiyek deşîfre kir û bi civakê re parve kir, nûçegîhanekî wê hate binçavkirin û girtin. Bi dehan nûcegîhanê wê ji bo rastî ronî kirin hatin girtin û rastî cezayên girtîgehê hatin. Ji ber ku rastî ronî kir û bû dengê bêdengan, ji aliyê rayedarên dewletê û saziyên fermî ve hate astengkirin. Nûçegîhanê DÎHA'yê li gel hemû astengiyan bû dengê bêdengan. Her tim nûçeyên tarî ronî kirin û çil ji ser rastiyê rakir. Hem li Tirkiye û hem jî li hemû cîhanê belav kir. Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DİHA) her tim bi nûçeyên xwe yên kurdî û tirkî bû rojeva Tirkiyeyê. Her tim li hemberî rayedadên dewletê wekî asteng û kelem hate dîtin. Her tim wekî ajansa kurdan hate ditin û tenê hate hiştin. Operasyona ewil a li dijî DÎHA'yê di sala 2004'an de li Stenbolê pêk hat. Di 8'ê hêzirana 2004'an de polîsan bi ser Navenda DÎHA'yê ya Ajansê de girtin. Di vê serdegirtinê de 19 rojnamegerên kurt hatin binçavkirin. Hemû rojnameger serbest hatin berdan, lê di navde Nûnerê DÎHA'yê yê Enqereyê Kenan Kirkaya jî heye der barê 5 rojnamegeran de bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" doz hate vekirin.
Di 19'ê Adara 2004'an de nûçegîhanê DÎHA'yê yê Edeneyê Volkan Eryîgît dema konvoya Yekîtiya Hêza Demokrasiyê dişopand qeza derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Pişti sala 2008'an demek nû dest pê kir
Zext û zordaiyên li ser DÎHA'ye pîştî 2008'an zêde bû. Nûçegîhanê wê bêtir hatin binçavkgirin û girtin. Nûçegîhanên ku her tim li pey rastiye geriyan, rastî gefan hatin. Wênekêş, kamera û lênûstên têbiniyan hatin desteserkirin. Her tim rastî astengiyan hat û nûçegîhan hatin binçavkirin û rastî cezayan hatin.
Di 20'ê kanûna 2011'an de bi fermana 9'emîn Dozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya 'KCK'ê de li 7 bajaran li dijî buroyên DÎHA, Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Etîk Ajans, Çapxaneya Gun û Kovara Moderniteya Demokratîk operasyon pêk hat û ji 48 rojnamegerên hatin binçavkirin jê 36 hatin girtin. Rojnamegerên hatin girtin, yên jin şandin Girtîgeha Bakirkoyê û yên zilam jî şandin Metrîsê. Yên zilam ji vir jî şandin girtîgehên Kandira 1 û 2 yên Tîpa F'yê.
Polîsan bi rûpoş û maske bi ser çadira DÎHA'ê de girtin
Polîsan di operasyona li dijî çapemeniya kurd de bi maske û rûpoşan şeveqe bi ser çadira DÎHA'ya Wanê de girtin. Polîsan konê DÎHA yê li Parka Aştiyê ya Musa Anter de girt û hemû alav û amûrên ajansê desteser kir û arşîva wan debsteser kir.
Cara duyemîn bi ser buroya Edeneyê û Êlihê de girtin
Piştî ajansa me rastiya Posantiyê deşîfre kir polisan bi ser buroya Edeneyê de girt û nûçegîhanên me yên Edeneyê Elî Bûluş û Ozlem Aguş binçavkirin. Dadgehê Buluş serbest berda û Ozlem Aguş jî şandin girtîgehê. Dîsa cara duyemîn bi ser buroya Êlihê de girtin û Gulsen Aslan girtin û şandin girtîgehê. Aslan û Agûş niha girtî ne.
Li gel binçavkirin û girtinan DÎHA'yê rêya xwe berdewam kir. Xebatkarên DÎHA'yê ku rêya Apê Musa, Cengiz Altun, Kemal Kiliç, Hafiz Akdemir, Ferhat Tepe û generalên biçûk şopandin piştî hemû zext û zordariyan dîsa rêya xwe berdewam kirin. Gelek saziyên kurd li DÎHA'yê xwedî derketin û kampanya nûçegîhanên dildar dan destpêkirin. Bi sedan kesan nûçegîhaniya dildarî kir.
Di 10 salan de gelek xelat wergirtin
DÎHA, ku bi gelek nûçeyên xwe rojeva Tirkiyeyê guhet di nava 10 salan de gelek xelat wergirtin. Nûçegîhanên DÎHA'yê xelatên Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniyê û Apê Mûsa Xelatên Rojnamegeriyê yên Metin Goktepe û gelek pêşbirgên din wergirtin.
Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê di sala 10'an de ye
DÎHA ku di 4'ê Nîsana 2002'an de li gel hemû zext, astengî, binçavkirin û girtinan ket sala 10'an. DÎHA ku di bin zext û astengiyan de xebatê dimeşîne niha 24 kedkarên wê girtî ne.
Di 3 salên dawî de zextên li ser ajansê zêde bûn. Ji ber nûceyên li ser Girtîgeha Pozantiyê hatin çêkirin Nûçegihana me ya Edeneyê Ozlem Aguş a ku piştî operasyona li dijî saziyên çapemeniya kurd dest bi xebatê kur di nav 2 mehên xebitî de di nav mehekê de 3 caran hate binçavkirin. Nûçegihana me ya di 12 sibatê de diçarçoveya lêgerîna nasnameyê de bi hinceta bi guman e hate binçavkirin piştî li qereqolê îfadeyên wê hatin girtin serbest hate berdan. Aguş, di 14'ê sibatê de di merasîma cenazeyê Endamê HPG'ê de bi Nûçegihana me Zeynep Kurîş re careke din hate binçavkirin. Kurîş û Aguş bi şertê pişt re îfadeyên wan bên girtin serbest hatin berdan. Pişt re Kurîş û Aguş li dozgeriyê îfade dan û serbest hatin berdan. Herî dawî Nûçegihana me Aguş di operasyonê de bi Buluş re careke din hate binçavkirin. Piştî 3 rojan Bulut Serbest hate berdan û Aguş hate girtin.
'Nûçegîhanên me ji ber nûçeyên xwe hatin girtin'
Di 13'ê sibatê de nûcegîhanê me yê Amedê Îsmet Mîkailogullari hate binçavkirin û piştî 3 rojan serbest hate berdan. Disa di 4'ê Sibatê de nûcegîhana me ya Êlihê Gulsen Aslan piştî hate binçavkirin serbet hate berdan û dîsa li ser îtîraza dozger di 21'ê sibatê de hate girtin. Nûcegîhanê me yê Enqereyê Murat Çîftçî jî li gel ku piştî li Enqereyê hate binçavkirin û li Stenbolê ji aliyê dozger ve serbest hate berdan jî dîsa dema hate Rihayê ji bi fermana dozgerê Amedê bi hinceta nûçe çêkiriye dîsa hate girtin. Nûcegîhana me ya Colemêrgê Hamdiye Çîftçî jî dîsa ji ber ku di 22'ê Adara 2008'an de di bûyerê Newrozê de nûçe li ser êrîşa li dijî Cuneyt Ertuş çêkir hate girtin û hêj girtî ye. Mûrat Çîftçî jî ji ber ku li ser Gulîstan Encû ya bû sedema girtina Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan û 9 kesên din nûçe çêkir hate binçavkirin û hate girtin. Çîftçî di 2'ê Nîsanê de serbest hate berdan.
DÎHA'ye bi gelek nûçeyên xwe deng veda
DÎHA ji roja hate avakirin û heta niha di nava 10 salan de her tim li pey rastiyan geriya. Di nava 10 salan de çend nuçeyên ku bûn deng û rastî ronî kirin wiha ne: "Nûçeya "Endamên JÎTEM'ê li Şemzinanê di nava kar dene", "Komkujiya li Roboskiyê ku 34 welatiyên sivîl hatin qetilkirin", "Kuştina Ugur Kaymazê 12 salî ku wekî terorîst hate bi navkirin" "Zarokên Girtîgeha Pozantiyê ku dewletê xwest ser wê veşêre" "Kuştina Ceylan Onkol" û gelek nûçeyên din"
'Bila hevalên me serbest bên berdan'
Edîtorê DÎHA'yê Îbrahîm Aslan, anî ziman DÎHA di sala 2002'an de li gel Medya Tirkiyekê bû dengekî cuda û bilind bû. Aslan, anî ziman ku bi taybetî ji ber ku li pey rastiyan giraya û rastî ronî kir di 20'ê kanûna 2011'an de li dijî hemû buroyên wan polîsan serdegirtin pêk anîn û heta niha 27 hevalên girtî bûn û 3 hevalên wan di rojên dawî de serbest hatin berdan û 24 hevalên wan hêj girtî ne. Aslan, bilêv kir ku hevalên wan ji ber rastî ronî kir hatin girtin û bi girtin û binçavkirinan dixwazin rê li pêşiya ronîkirna rastiyan bigirin. Aslan, da zanîn ku ew dê her tim rastiyan ronî bikin û civakê ji mafê rastiyan bêpar nekin. Aslan xwest hemû rojnameger serbest bên berdan.
Navên nûçegihan û xebatkarên me yên hatin girtin wisa ne:
"Feyyaz Demîr (Nûçegihanê Enqere), Aydin Yildiz (Nûçegihanê Mêrsînê), Abdullah Çetîn (Nûçegihanê Misircê) Ramazan Pekgoz (Edîtorê DİHA), Mazlum Ozdemîr (Nûçegihanê DÎHA'yê), Fatma Koçak (Midûra Karên Nivîsê Stenbol), Kenan Kirkaya (Nûnerê Enqere yê DÎHA'yê), Sadik Topaloglu (Nûçegihanê DÎHA'yê yê Rihayê), Semîha Alankuş (Edîtora DÎHA'yê), Çagdaş Kaplan (Nûçegihanê DÎHA'yê yê Stenbolê), Omer Çelîk (Nûçegihanê DÎHA'yê Stenbolê), Zuhal Tekîner (Xwediya Îmtiyazê ya DÎHA'yê), Pervîn Yerlîkaya (Hesabgira DÎHA'yê), Nîlgun Yildiz (Nûçegihana DÎHA'yê ya Mêrdînê), Ertuş Bozkut (Editorê DÎHA'yê). Şahabettîn Demîr (Nûçegihanê Wanê), Faysal Tunç (Nûçegihanê Şirnexê), Hamdiye Çîftçî (Nûçegihana Colemêrgê), Mehmet Karaaslan (Nûçegihanê Mêrsînê), Sînan Aygul (Nûçegihanê Bedlîsê), Murat Aydin (Nûçegihanê Mûşê) û Gulsen Aslan (Nûçegihana Êlihê) Ozlem Aguş (Nûcegîhana me ya Edeneyê) û Ahmet Akyol (Nûcegîhanê me yê Edeneyê"
3 kedkarên DÎHA'yê serbest hatin berdan
Di hefteya dawî Kadrî Kaya (Nûnerê Amedê), Erdogan Altan (Nûçegihanê Êlihê), Mûrat Çîftçî nûcegîhanê Rihayê serbest hatin berdan.
(mae)
