1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di 3 rojan de 102 endamên hêzên rejîmê dîl hatin girtin
Di 3 rojan de 102 endamên hêzên rejîmê dîl hatin girtin,di,3,rojan,de,102,endamên,hêzên,rejîmê,dîl,hatin,girtin

Di 3 rojan de 102 endamên hêzên rejîmê dîl hatin girtin

A+ A-

QAMIŞLO – Di şer û pevçûnûn li Qamişlo 3 rojan dom kirin de, 31 endamên hêzên rejîma Baas hatin kuştin, 102 dîl hatin girtin, gelek cih jî hatin rizgarkirin. Di pevçûnan de 7 endamên Asayîşê, 3 şervanên YPG’ê, di topbarana rejîmê de jî 17 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Pevçûnên di navbera hêzên Asayîş-YPG û hêzên rejîmê de ku di 20’ê nîsanê de bi êrîşên rejîmê destpê kiribûn, bi agirbesta ku hatiye îlankirin, rawestiyan. Bi daxuyaniyê re bîlançoya şer jî hinekî din zelal bû.

Girtîgeha navendî hat rizgarkirin

Li gorî daxuyaniya Asayîşê hemû êrîşê rejîm û planên rejîmê vala hatin derxistin, girtîgeha navendî ya Qamişlo û gelek deverên din ji hêzên rejîmê hatin rizgarkirin.

Dîsa di pevçûnên 3 rojan de 31 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin, 102 dîl hatin girtin û hemû girtiyên di girtîgeha rejîmê de hatine berdan.

Di 3 rojan de 3 şervanên YPG’ê, 7 endamên Asayîşê di pevçûnan de û 17 sivîl jî ji ber topbarana rejîmê ya li hemberî taxên sivîlan, jiyana xwe ji dest dan.

(ne/a)

ANHA