1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Di 48 saetan de 60 siware şewitandin
Di 48 saetan de 60 siware şewitandin,di,48,saetan,de,60,siware,şewitandin

Di 48 saetan de 60 siware şewitandin

A+ A-

STENBOL - Bi rasthatina salvegera komploya navnetewî ku di encama wê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîbûn Tirkiyeyê, ‘Însiyatîfa Ciwanên Apocu’ dest bi çalakiyan kirin. Ciwanan li Şîşliya Stenbolê benzî bi ser 12 wesayîtên luks de kirin û agir berdanê. Bi giştî di nava 48 demjimêrên dawî de 60 wesayît li Stenbolê hatin şewitandin.

Şêvê din demjimêr derdorê 23.00 12 wesayîtên li Okmeydanê ya ku Kolanên Şahîn û Aslan yên Taxa Mahmut Şevket Paşa digihîne hev, hatin şewitandin. Piştî şewitîna wesayîtan, yekîneyên agirvemirandinê yên Şîşlî û Beyoglu hatin cihê bûyerê û agir vemirandin. Di encama şewatê de gelek ji wesayîtan êdî bi kêrî karanînê nayên.

Herwiha li Gaziosmanpaşa û Pendîkê û hinek semtên din ên Stebolê 48 wesayît hatibûn şewitandin. Înîsiyatîfa Ciwanên Apocu van çalakiyan girtin ser xwe.