1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Di 5 mehên dawiyê de 198 sivîl hatin qetilkirin´
‘Di 5 mehên dawiyê de 198 sivîl hatin qetilkirin´,di,5,mehên,dawiyê,de,198,sivîl,hatin,qetilkirin

‘Di 5 mehên dawiyê de 198 sivîl hatin qetilkirin´

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora Wekfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) di 5 mehên dawiyê de 198 sivîlan jiyana xwe ji dest daye. Ji 198 sivîlên jiyana xwe ji dest dane 39 zarok, 29 jin, 27 di ser temenê 60 saliyê re ne.

Wexfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) raporek der barê îlankirina qedexeyên derketina derve û binpêkirinên mafê mirovan ên li hemberî sivîlan li Bakûrê Kurdistanê amade kir. Li gorî raporê ku bûyerên di navbera 16’ê Tebaxa 2015 û 21’ê Çileyê de rû dane digire dest, di nava 5 mehên dawiyê de di nava pêvajoya îlankirina qedexeya derketina kolanan de 198 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Di 40 rojên dawiyê de 113 sivîl hatin kuştin

Di pêvajoya 40 rojî ya navbera 11’ê Kanûn û 21’ê Çileyê de di encama pêkanînên qedexeyan de, sewqiyata leşkerî û gotinên tund ên rayedarên dewletê de 19 jê zarok, 19 jin û 17 jî kesên temenên wan di ser 60 saliyê re ne bi giştî 113 kes hatine kuştin.

Di nava pêvajoya pênc mehan de, li gorî mirinên şahidên bûyerê eşkere kirine, 40 kes dema dinava sînorên malên xwe de bûn, di encama gulebaranan de, yan guleyên tankan ên bi malên wan ketine, yan jî encama qedexeya derketina derve de ji ber rewşa nebaş a tendurisiya xwe jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 3 kes ji navçeya Sûrê ya Amedê û kesek jî li navçeya Nisêbînê bi giştî 4 kesan di encama qedexeya derketina kolanan de, yan jî di dema xwepêşandanên girseyî de di encama gulebarên hêzên parasinê yên ser girseyê de jiyana xwe ji dest dane.

Astengiya li pêşiya ambulansan bû sedema 21 kes jiyana xwe ji dest bidin Yek ji demên din ên giring ên dinavbera 11’ê Kanûna 2015 û 21’ê Çileya 2016’an ku di raporê de cih girt wiha ye; “Herî kêm 21 kesan li gorî îfadeyên şahidan, an jî dîmenên di çapemeniyê de cih girtine ji ber astengkirina ambulansa ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, di encama dema xwe de negihane navenda tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane."

TİHV’ê lîsteya navê kesên li navçeyên qedexeya derketina derve heya 21’ê Çileyê berdewam dikir de eşkere kir. Li gorî vê lîsteyê li navçeya Amedê Sûrê di encama qedexeya 44 rojan berdewam kir de 13 kes, di qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê 41 rojan berdewam kir de 66 kes, li navçeya Şirnexê Silopî 27 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Li Nisêbîn, Kerboran, Şirnex û cihên din yên cûda ku di demên cûda de qedexeya derketina kolanan lê hatiye pêkanîn de, li rexmê hejmara giştî di raporê de hatibe bicihkirin jî, lê der barê kuştinên li van cihan de di raporê de bi berfirehî cih negirtiye.

(sk)