1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di bin topbaranê de jiyan
Di bin topbaranê de jiyan,di,bin,topbaranê,de,jiyan

Di bin topbaranê de jiyan

A+ A-

ŞERVÎN MUSTEFA

HELEB – Şêniyên taxa Şêxmeqsûd ên ku malên wan ji ber topbarana komên çete wêran bûne, di bin êrîşan de têkoşîna jiyanê didomînin.

Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji 16’ê sibatê ve ji aliyê komên çete yên girêdayî Koaslîsyona Sûriyê û bermahiyên ENKS’ê ve tê topbarankirin. Di topbaranê de cereyên xazê û û topên giran têne bikaranîn. Her topek çeteyan erdekî zêdetirî 100 metre çarqorzî wêran dike. Di encama topbaranê de heta niha zêdeyî hezar û 500 mal û dikanên welatiyan wêran bûne.

Wêranî herî zêde di kolanên 10, 15 û 20’an de pêk hatiye. Di van kolanan de bi dehan malbat hîn jî jiyan dikin. Piraniya mal û dikanên van kolanan bûne xirbe.

Di nava bermahiyên topbaranê de malbat jiyan dikin. Malbat bermahiyên alavên xwe yên malbatê ji cihekî dibin cihekî. Ji malên xwe yên wêrankirî derdixin û dibin maleke ku hîn li ser piya maye û li ir niştecih dibin. Ev tircîdya bûye karê rojane ya wan malbatên ku di bin topbaranê de hîn jiyan dikin. Welatiyên li wir mane malan li hev par dikin. Gera wan di nava malan de bûye wekî geşta ji bo peydakirina derfetên jiyanê ye.

Tevî topbarana dijwar a li ser taxê jî şêniyên wê dest ji kolanên xwe bernadin. Malbat hîn di malên xwe de jiyan dikin û cîran bi cîranên xwe re tiştên rojane barve dikin. Malbatên ku malên wan hîn li ser piyane alîkariya malbatên din dikin. Tu kes ji wan na fikre ku dest ji taxên xwe berdin. Dema kesek ji wan pirs dike bi gotina: “Heger xaniyên me li ser serê me hatin hilweşandin, em dest ji malên xwe bernadin.”

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi dehan malbatên ku xaniyên wan bi tememî hilweşiyan e hene. Malabta Kemal Elî ku ji 5 neferan pêk tê yek ji dehan mînakên behsa mijarê ne. Malbata Kemal li taxa Eşrefiyê ya Helebê jiyan dikirin, Di sala 2013’an de ji ber topbaranê mala wan bi temamî hilweşiya, ji ber vê yekê malbatê berê xwe da taxa Şêxmeqsûd Xerbî û li vir bi cih bû. Malbat li kolana 20’an di xaniyekî de bi cih bû. Di 5’ê nîsanê de topek çeteyan li mala wan ket û xanî bi hilweşand. Malbat nema dikarî di xaniyê xwe de jiyan bike. Ji ber vê yekê neçar man ku dest ji xanî berdin. Mala Kemal pir ji cihê xwe yê berê dûr ne ketin.

Malbata welatiyê bi navê ÎSa Mustefa ku ji 6 kesan pêk tê deriyê xwe ji malbata Kemal re vekir û êdî herû malbat di heman xaniyî de jiyan dikin. Bi vê yekê êdî 2 malbatên ku ji 11 kesan pêk tên di xaniyekî biçûk de jiyan dikin.

Malbata Kemal li nav bermahiyên xaniyê xwe li alav û tiştên xwe yên jiyanî geriyan û tiştên dîtin birin mala Îsa da ku herdû malbat wan tiştan û têştên berê hene di jiyana xwe ya rojane de bikar bînin.

Herdû malbat qebûl nakin dest ji taxa xwe berdin û bi isra jiyana xwe li taxê didomînin û gotin ew amadene pêşwaziya hin malbatên din jî bikin.

Zarokên Şêxmeqsûd liberxwe didin

Zarokên taxa Şêxmqsûd êdî baş dizanin çi li derdora wan dibe û çima komên çete êrîşî wan dikin. Mejiyê wan ji temenê wan mezitir bûye. Berxwedan bû ye sernavê jiyana wan. Zarok nema wekî berê ji dayîk û bavên xwe xwarin, lîstok û xaniyan dixwazin, lê belê alîkariya malbatên xwe dikin. Bermahiyên xiradên wan ên ji ber topbaranê xilas bûne, vedighezînin. Lîstokên xwe diparêzin. Hemû tiştî dibin xaniyên xwe yên nû û gelek caran bi zarokên malbatên din re parve dikin.

Zarokên ku di nava bermahiyên topbaranê dilîzin dema topbaran disekine, ji bermahiyên xaniyên hilweşiyayî malên biçûk çêdikin û di wan xaniyan de lîstokan çêdikin. Zarokên di nava bermahiyên wêraniyê de dilîzin nizanin kengî topên komên çete yên koalîsyonê û bermahiyên ENKS’ li ser taxa wan bibarin. Dibe ku yek ji topan li xaniyê wan bikeve.

(dc)

ANHA


Bêjeyên Miftehî