1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di bûyerên Suleymaniyê de 2 kes hatin kuştin
Di bûyerên Suleymaniyê de 2 kes hatin kuştin,di,bûyerên,suleymaniyê,de,2,kes,hatin,kuştin

Di bûyerên Suleymaniyê de 2 kes hatin kuştin

A+ A-

Li bajarê Silêmaniye ya Herema Federal a Kurdistanê, di dema çalakiya gel a li hemberî bêrêtî û bêedeletiyan lidaxistin de teqînek pêkhat. Piştî ku gel ji ber teqînê belav dibû, gule bardan ser girseyê. Di encama êrîşê de hate diyarkirin ku 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûn.

Li Qada Derge Sara ya li Silêmaniyê ku ev demeke çalakî lê tên lidarxistin, gelek kes hatin cem hev û cardin çalakî lidarxistin. Di vê demê de li nêzî qadê teqînek pêkhat. Di encama teqînê de tu tişt li tu kesî nehat lê hate ragihandin ku pêşmergeyan gule barandine ser gel. Hate hînbûn ku di encama gulebaranê de Umît Celel û kesekî ku navê wî nehate zanîn jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Kelarê 6 birîndar

Di vê naberê de li navçeya Kelarê ya Silêmniyê ji heman armance çalakiyek hate lidarxistin. Girseya qelebalîx ber bi bûroya PDK'ê ve dest bi meşê kir. Di meşê de di navbera, girse û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket. Hate ragihandin ku piştî pevçûnê hêzên asayîşê gule barandine ser girseyê û di encamê de 6 kes jî birîndar bûne.

DÎHA (lg)