1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Di hefteyekê de 440 kes hatin kuştin
Di hefteyekê de 440 kes hatin kuştin,di,hefteyekê,de,440,kes,hatin,kuştin

Di hefteyekê de 440 kes hatin kuştin

Di hefteyekê de li Sûriyê 440 kes hatin kuştin

A+ A-

Komîteya Hevahengiya Navçeyên Sûriyê, diyar kirin ku li Sûriyê di nava hefteyekê de 440 kes hatin kuştin.

Komîteya Hevahengiya Navçeyên Sûriyê, diyar kir ku di hefteyekê nêzîkî 440 kesan li deverên cihê hatine kuştin û tenê 300 kes li bajarê Daryayê yê li başûrê Şamê hatine kuştin. Kamîteyê da zanîn ku di encama şerê li herêmê de artêşa rejima Beşar Esed yên li ser bajarê Daryayê, duh bi kêmasî 300 kes kuştin. Komîteyê da zanîn ku di navde jin û zarok jî kuştî hatine dîtin. Li gorî ajansa France Pressê, laşê 120 kesan li mizgefta Ebu Silêman Elderanî ya li bajarê Daryayê hebûye ku hejmarek jê ji nêzîk ve gule bera serê wan hatiye dayîn. Di êrîşên bi top, tank û firokeyan a rejima Sûriyê ya li ser bajarê El-Muezzemiye yê nêzîkî Şamê, bi dehan kes hatine kuştin û li bajarên Dara, Dêrezor û Hemayê çendîn kes li ber topbarana rejimê jiyana xwe ji dest dane.

(mae)