1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di heftiyekê de 700 kesî girtin!..
Di heftiyekê de 700 kesî girtin!..,di,heftiyekê,de,700,kesî,girtin

Di heftiyekê de 700 kesî girtin!..

A+ A-

Piştî biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya vetokirin namezetên serbixwe, kolanên Kurdistanê bûn qada şer. Piştî ku YSK’ê biryara xwe betal kir, vê carê terora girtin û binçavkirinan dest pê kir. Li gor tomarên ANF’ê jimara kesên ji 19’ê Nîsanê ve hatin binçavkirin gihişt 700 kesî.

Polîsan di serdegirtina malan de Wekîlê Seroke Rêxistina BDP'a Colemêrgê Orhan Koparan û Wekîlê Şaredarê Colemêrgê Nurullah Çîftçî ku dema ji lêkolîna gundên Çelê û navenda Colemêrgê yên ji ber lehiyê zirar ditibûn vegeriyan malê û her wiha Serokê Rêxistina BDP'ê yê Navçeya Navendî Kenan Kaya, endam û rêveberên BDP'ê Fahri Kurt, Maruf Engin, Rahmi Temel, Mehmet Yurur, Melek Atan, Faruk Aksaç, Hatice Demir, Abdullah Kiliç, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajar Ferzende Yilmaz, Emdame Meclîsa Giştî ya Bajar Mehtap Daştan Demîrer, Selahattin Kurt, Kadîr Şahîn, Keyayê taxa Pehlîvanê Îsa Sakli hatin binçavkirin. 16 kesên ku di serdegirtina malan de hatin binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê.

POLÎSAN NÎVÊ ŞEVÊ BI SER KON DE GIRTIN

Her wiha dîsa polîsan di hemam demjimêrê de bi ser "Konê Çareseriya Demokratîk" de girt û di serdegirtina kon de welatiyên bi navê Kadîr Çelîk, Ekrem Îdem, Mustafa Îdem, Kasim Temel û kesên navê wan nehat zanîn bi tevahî 15 kes hatin binçav kirin. 15 kesên li kon hatin binçav kirin jî birin Midûriyeta Polîsan ya Colemergê. Sedema kesên hatin binçav kirin nehat zanîn.

ÎNÎSIYATÎFA GEL: DIVÊ JIYANA LI BAJARAN RAWESTE!

Înîsıyatîfa Gelê Kurdistanê nerazîbûnek tund nîşanî terora polîsên Tirk a binçavkirinê da û bang li gel kir ku li hemberî van zext û serdegirtinan bêdeng nemînin. Di daxuyaniya Înîsiyatîfa Gelê Kurdistanê de wiha hat gotin; “Divê esnaf bi boneya şermezarkirina zext û serdegirtina derabeyên dikanan venekin û divê jiyana li her bajar û navçeyekê rasweste.”

AMADEKARIYA KOÇBERIYA BER BI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VE

Li Colemêrgê piştî şevê din di nav de rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa giştî û şaredariyê jî heyî 35 kes hatin binçav kirin "Înîsiyatîfa Gel ya Colemêrgê" daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku gel li hemberî binçavkirina bêdeng nemîne û bi hestiyar be û wiha hate gotin: "Divê esnaf bi armanca şermezarkirinê dikanên xwe bigirin û bajar di aliyê jiyanê de bê rawestandin." Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em wekî Colemêrgî êdî bawer dikin ku tu şansê me yê jiyanê li vî welatî nemaye û ji ber vê yekê jî piştî amadekarî bi dawî bûnê bi giştî wê ber bi sînorê Îraqê ve bi rê bikevin." û wiha hate destnîşan kirin: "Em dibêjin ji ber ku li vî welatî êdî me nekarî bêhnê bistînin û welatiyên li Colemêrgê mayîn wê koçî başûrê Kurdistanê bikin. Ji ber vê yekê divê welatiyên me demildest amadekariyên xwe bi dawî bikin"

JI BER SERDEGIRTINA MALÊN LI CIZÎR ÊDÎ BI KÊRÎ KARANÎNÊ NAYÊ

Li taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan bi ser gelek malan de girt û di nav de yek zarok 9 kes binçavkirin. Piştî li Cizîrê çalakiyên bi mudaxeleya polîsan bi dawî bûn vê carê jî serdagirtina polîsan dest pê kir. Ekîbên Midûriyeta Polîsan ya Navçeyê li taxa Cûdiyê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdagirtin malan de hemû alavên malan tevlî hev kirin û bi îdîaya "tevlî çalakiyên dijzagonî bûn" yek zarok 9 kes binçavkirin.

Kesên hatin binçav kirin navên wan evin; U.U. yê ku 16 salî, Mehmet Şerîf Erzen, Mehmet Senan Çagirga, Alî Abak, Ebubekîr Ucun, Ahmet Erdogan, Îhsan Saçan, Vedat Cîlasun û Agît Duşkun. Kesên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan ya Şirnexê.

EDENE

Li taxa Ova ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi sedan kesan bi armanca şermezarkirina operasyona li navçeya Pazarcixê ya Gurgum ya ku 3 gêrîllayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan û kuştina H.Îbrahîm Oruç yê ku li Bismîlê bi guleya polîsan hate qetil kirin li Kolana Şakîrpaşayê meş li dar xistin. Polîsan li ser kolanê tedbîrên berfireh girtin û piştî re jî bi bombeyên gazê, ava şid, guleyên plastîk û panzeran mudaxele li komê kir. Komê jî bi molotof, fîşekên hewayî û keviran bersiva polîsan da. Di dema bûyeran de gelek kes birîndarbûn û zarokek jî ber bombeya gazê bi bandor bû. Di pevçûnên bi demjimêran berdewam kirin de siloganên "Tolhildan", "Ciwan cangoriyên Apo ne", ''Şehîd namirin" û "Rêheval Îbrahîm nemir e" Hate zanîn ku di dema bûyeran de 4 kes hatin binçav kirin.

Li taxa Gulbahçesi ya navçeya Seyhanê jî li ser kolana Obalarê bi sedan ciwan hatin cem hev û rê li trafîkê girtin. Piştî demekê polîsan mudaxele li komê kir û di dema bûyeran de gelek kes birîndarbûn û kesek jî hate binçav kirin.

LI HEZEXÊ JÎ ŞEVA BI BÛYER

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi heman armancê ciwanan çalakî li dar xist. Ciwanên li Bulvara Adîle Naşît û Kolana Alanyayê hatin cem hev û rê li trafîkê girtin. Piştî demekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxele li ciwanan kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û molotofan bersiv da.

LI DORTYOLÊ JÎ PEVÇÛN

Li navçeya Dortyolê ya Hatayê jî bi heman armancê ciwanan çalakî li dar xist û polîsan mudaxele li çalakiyê kirin. Ciwanan bi kevir û molotofan bersiva polîsan da. Piştî demekê pevçûnan berdevam kir çalakî bi dawî bû.

DI HEVTEYEKÊ DE NÊZÎ 700 BINÇAVKIRIN

Piştî YSK’ê 18’ê Nîsanê biryara vetokirinê derbarê 7 namzetên serbixwe yên ku BDP piştgirî dide wan de da, li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Polîsên Tirk di dema xwepêşandana de dest bi terorê kirin û di encamê de bi dehan kes birîndar bû û ciwanê Kurd Îbrahîm Oruç li Bismilê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Li gorî qeyîdên ANF’ê di van rojên dawiyê de herî kêm 700 kes hatine binçavkirin.

ANF NEWS AGENCY