1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Di konan de şerê man û nemanê!
Di konan de şerê man û nemanê!,di,konan,de,şerê,man,û,nemanê

Di konan de şerê man û nemanê!

A+ A-

ÎZMÎR 29.12.2013 07:23:52 Di van rojên ku zivistan bi temamî bi rola xwe radibe de, mexdûrên şer bêyî ku ji xwe re stargehekê jî peyda bikin, di konan de şerê man û nemanê didin. Malbata Xelîl ku ji Sûriyê koçber bûye, di kona ku vegirtine de li gel zaroka xwe ya yekrojî jî li beranberê serma û seqemê li ber xwe dide.

Ehmed Xelîlê ku, li ser feqîrtî û sefaleta dijîn ji ANF’ê re axifî, nekarîbû hestirên çavên ragire.

Xelîl got, “Me xwest em xanî kirê bikin lê ji xwe ji ber ku em ji şer reviyane perên me nîne. Kiriyên xaniyan pir zêde ye. Ji ber vê yekê jî me li vir kon veda”.

‘LI HELEBÊ REWŞA ME BAŞ BÛ’

Xelîl got, ku ji beriya şer rewşa wan a aborî baş bûye û li Helebê xaniyekî wan hebûye. Penaberê şer, Xelîl, bi vî awayî axaftina xwe domand: “Em ji mirinê reviyan hatin Tirkiyê. Lê em li vir jî mehkumê rezalet û sefaletê bûn. Ev çend meh in zer û zêç, em malbat tev nekarin serê xwe bişon. Li kona ku em dijîn av tuneye. Spehan girte zarokan. Ji ber xetereya ku zarokê naxweş bibin an jî ji serma û seqemê biqerisin û bimirin ez pir ditirsim.

Em li benda alîkariyê ne. Heya bi sibehê ji sermayê zarok direcifin. Em li benda alîkariya kesên xwediyê wijdan in.

ZAROKA YEKROJÎ BI RÎSKA QERSÎNÊ RE BÛ BI RÛ YE

Birayê Ehmed Xelîl yê bi navê Mistefa Xelîl jî li ser rewşa ku ew tê de ne wiha axifî: “Em di nav xirbeyên ku şaredariyê hilweşandine de jiyan dikin. Em bi malbata xwe ya deh kesî ve di nav vê xirbeyê de bi cih bûne. Duh janên zarokanînê yên bûka min dest pê kirin. Cîranan alîkarî dan û bûka min welidî. Niha jî neviyê/a min a/ê yekrojî, di nav vî xirbeyî bê derî û bê pence de bi rîska qerisînê re rû bi rû ye..”