1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di konferansê de Hişyarî
Di konferansê de Hişyarî,di,konferansê,de,hişyarî

Di konferansê de Hişyarî

A+ A-

AMED - Hemîd Edalet Mîlan di Konferasna Zimanê Kurdî ya Neteweyî ya li Amedê de axivî û diyar kir ku pirsgirêka perwerdehiya zimanê kurdî ji ber perçekirina erdnîgarî û siyasî pêktên. Mîllan, anî ziman ku ger girîngiyê nedin perwerdehiya zarokan a bi kurdî dê nifşek ji kurdî dûr ketî mezin bibe."

Konferansa Ziman a Neteweyî di roja 3'yemîn de bi panela "Ji Dibistana Seretayî Heta Zanîngehê Pergaleke Çawa?" dest pê kir. Di panela moderatoriya wê Sebahattîn Gultekîn dikir de Haydar Diljen, Temoz Şemalî, Hemîd Edalet Millan û Yusuf Bîlgîç weke axaftvan beşdar bûn. Diljen, diyar kir ku ji bo perwerdehiya kurdî divê pergala perwerdehiyê ya Tirkiyeyê bê guherîn. Diljen, anî ziman ku pergala pewerdehiyê ya Tirkiyeyê li ser paratina dewletê hatiye avakirin û ji ber vê yekê destûrê nade ku zimanên din bibe zimanê perwerdehiyê.

'DIVÊ BERNAMEYÊN PERWERDEHIYÊ YÊN ÎNTERNETÊ BÊN ŞOPANDIN'

Diljen, da zanîn ku ji bo perwerdehiya bi kurdî pêş bikeve û pergala wê baş bê rûniştinadin divê zarok û ciwan bi awayekî baldar li ser perwerdehiyê bisekinin. Diljen, bilêv kir ku ji bo pergala perwerdehiyê ya kurdî pêk bê û di nav sazibûnekê de pêş bikeve divê ciwan li ser înternetê bernameyên perwerdehiyê bi şopînin.

DIVÊ JI BO PERWERDEHIYA KURDÎ MAMOSTE BÊN AMADEKIRIN

Temoz Şemalî jî diyar kir ku di pergala perwerdehiyê de têkiliya mamoste û xwendekar ji bo hev binasin gelek girîng e. Şemalî, anî ziman ku ji bo perwerdehiya bi kurdî bi awayekî rêk û pêk pêşbikeve divê mamoste bên amadekirin. Şemalî, da zanîn ku divê ji bo perwerdehiyê ji teknîk û teknolojiyê fêde bên girtin.

'DIBE KU NIFŞEKÎ JI KURDÎ DÛR MEZIN BIBE'

Hemîd Edalet Mîllan jî diyar kir ku kurdan berhemên wêjevanên weke Cegerxwîn û Ehmedê Xanî xwedin û girîngî dan ziman. Mîllan, anî ziman ku pirsgirêkên di qada perwerdehiya bi kurdî de pêktên ji ber sedemên perçekirina erdnîgarî û siyasî pêktên. Mîllan, da zanîn ku heke zarok girîngiyê nedin perwerdehiya zimanê kurd dibe ku nifşekî ji kurdî dûr mezin bibe. Mîllan bilêv kir ku ji bo kurdî bi awayekî rêk û pêk bê bikaranîn divê ji kesên pîr ên li gunda dijîn têkildarî ziman de agahiyan wan teqez li ber çavan bên girtin.

Yusuf Bîlgîç jî têkildarî ziman û girîngiya ziman axivî


Bêjeyên Miftehî