1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di kuştina Dînk de deriyê Ergenekonê tê girtin
Di kuştina Dînk de deriyê Ergenekonê tê girtin,di,kuştina,dînk,de,deriyê,ergenekonê,tê,girtin

Di kuştina Dînk de deriyê Ergenekonê tê girtin

A+ A-

ANF08:08 / 20 Tebax 2011 STENBOL - Dozgeriyê di doza rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk de derbarê sûqestê de diyar kir ku “Têkiliya bersucên kuştinda Dînk û bersucên Ergenekonê re tune ye.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, Dozgerê Komarê yê Xwedî Rayeya Tabyet Hîkmet Usta ji Emniyeta Stenbolê re nivîs aşnd û xwest bizanin ka di navbera bersucên kuştina Dînk û bersucên Ergenekonê de têkiliyek heye an na.

Di rapora Eniyetê ya ku gihişt dozger de tê gotin ku têkiliyek li ber çavan a di navbera bersucên kuştina Dînk û bersucên Ergenekonê de nehatiye tesbîtkirin.

Di nivîsa Emniyetê derbarê Dînk de ji dozger Usta re şandî, tê gotin ku navê Dînk jî di nava “Yên ku wê werin kuştin de” hebûye. Lê dozger bi hinceta delîlên aşkere nehatine dîtin, diyar kir ku têkliya kuştina Dînk bi Ergenekonê re tune ye.

Parêzerê Erhan Tuncel, Erdogan Soruklu jî daxwaz kiribû ku "dozger bi hinceta dibe têkiliya kuştinê bi Ergenekonê re hebe, ji nû ve dest bi lêkolînê bike.”

Polîsan derbarê planên kuştina Dînk yên bersuc Erhan Tuncel de 17 caran Emniyeta Trabzonê agahdar kir. Polîsên Trabzonê ku Reşat Altay serkêşiya wan dike, dizanî wê Dînk kengî û li kû were kuştin. Her tiştê dizanî. Piştre Emniyeta Trabzonê ji Emniyeta Stenbolê re name şand û diyar kir ku wê Dînk were kuştin. Lê dîsa jî tu tedbîr nehatin girtin.

ANF NEWS AGENCY