1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Di laşê mamut´ê de xwîna şilav hat dîtin
Di laşê mamut´ê de xwîna şilav hat dîtin,di,laşê,mamut,ê,de,xwîna,şilav,hat,dîtin

Di laşê mamut´ê de xwîna şilav hat dîtin

Di laşê mamûtê ku 10 hezar sal berê miriye de, xwîna nehişkbûyî hate dîtin

A+ A-

Hêviya kopîkirina mamûtê ku 10 hezar sal berê dijiyan û ji wê demê û vir ve nînin, zêde bû. Zanyar û lêkolîner di laşê mamûtê mirî de rastî xwînê hatin ku hîn zuha an jî hişk nebuye. Ekîba di bin serokatiya Semen Grigoryevê rûs de, li ser mamûta mê ku di meha tebaxê de li girava Maly Liakhovski hatibû dîtin, lêkolîn kirin. Zanyar, di vê lêkolînê de rastî xwîna şilav hatin. Her wiha zanyaran diyar kir ku hîn raçînkên lemlateyên mamûtê jî hema bêje xerab nebûne. Grîgoryev diyar kir ku pêkan e ku ev mamût ketiye nav çaleke avî an jî avzêlekê û xwîna ku ji jêra laşê wê herikiye nav avê, qeşa girtiye û bi saya vê yekê jî ”zindî” maye. Zanyar didine zanîn ku dîtina şanikên zindî şenseka mezin e, lewra hêviya wan a kopîkirina mamûtê zêde bûye. Wisa tê gumankirin ku ev mamût 10 hezar sal berê jiyaye.

Amîda Kurd