Di lihevkirina YNK û Goran de dema Referandumê nehatiye diyarkirin
Biryare piştî çend rojên din YNK û Goran lihevkirina siyasî ya di navbera xwe de îmze bikin. Di lihevkirina wan de behsa Refernadumê tê kirin lê belê dema wê nehatiye diyarkirin
HANA AZAD / ROJNEWS
Li gor agahiyên gihştine RojNews’ê du partiyan li ser pêkanîna Referandumê ji bo Başûrê Kurdistanê lihev kirine. Lê belê dema wê nehatiye diyarkirin.
Endama Civata Giştî ya Tevgera Goran Kuwêstan Mihemed agahiyên RojNews piştrast kir û got: “Di lihevkirinê de behsa Referandumê tê kirin ku wek mafê rewa yê gel tê zanîn. Lê belê demek ji bo pêkanîna wê nehatiye diyarkirin. Ne şerte hema di vê demê de pêk were.”
Di naveroka lihevkirina aliyan de hatiye gotin; “Hewldanên me wê bê şert û merc ji bo çalakirina sazî û dezgehên fermî çêbibe. Em ê projeya Destûrek nû ji bo Başûr bixin rojevê.”
Herçend li Başûrê Kurdistanê behsa Referandumê tê kirin. Lê belê di lihevkirina di navbera Goran û YNK’ê de hatiye gotin ku ne şerte hema di vê demê de Referandum pêk were û dema wê ne diyare.
(ge)