1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di mehekê de 8 êrîş
Di mehekê de 8 êrîş,di,mehekê,de,8,êrîş

Di mehekê de 8 êrîş

Di mehekê de 8 êrîş li dijî 'BDP'ê pêk hatin

A+ A-

MEHMET ŞAH ORUÇ Li Stenbolê di nava mehekê de 8 êrîş li dijî avahiyên BDP'ê pêk hatin. Li gel dîmen û kamerayên MOBESE jî dîsa êrîşkar nehatin dîtin û darizandin. Balkêş e êrîşkar li ber çavên polîsan camên BDP'ê dişkînin polîs tenê temaşe dikin.

Li Tirkiyeyê her ku teqînek çêdibe, ango her li dijî leşker, polîs û cerdevanan êrîşek pêk tê, herî her tiştî nijadperest, polîs, leşker û cerdevan berê xwe didin avahiyên BDP'ê û rêveberên BDP'ê. Balkêş e hemû êrîşên ku li dijî avahiyên BDP'ê pêk tên, piştî daxuyaniyên Serokezîr Erdogan û wezîrên AKP'ê pêk tên. Tenê li Herêma Marmarayê di nava mehekê de 8 êrîş li dijî avahiyên BDP'ê pêk hatin. Li aliyekî bi dar û beran êrîşî avahiyên BDP'ê kirin û cam şikandin, li aliyê din, li ser dîwar û avahiyên BDP'ê nivîsên gefxawrinê dinivîsin û êrîşî rêveberên wê dikin. Piştî teqîna li Dîlokê êrîşî hemû avahiyên BDP'ê yên Dîlokê kirin, li Stenbolê jî piştî teqîna li dijî qereqola polîsan êrîşên li hemberî avahiyên BDP'ê yên Herêma egeyê zêde bûn. Tenê li herêma Marmarayê di nava mehekê de 8 êrîşên bi kevir û daran pêk hat. Avahiyên BDP'ê hatin şewitandin, cam û deriyên wê hatin şikandin. Avahiyên BDP'ê rastî erîşa şewatê hatin.

Li Stenbolê avahiyên BDP'ê yên Zeytinburnuyê bombeya deng avêtin deriyê wê. Li ber deriyê avahiya BDP'a Bahçelievlerê Molotof danîn. Li ser dîwarê avahiya Çerkezkoya Tekîrdaxê nivîsên nijadperest hatin nivisandin. Bi kevir û daran êrîşî avahiya BDP'a Eyupê kirin. Komek nijadperest li ber avahiya BDP' Sultangazî sirûda îstiklalê xwendin û bi keviran êrîş pêk anîn. Li dijî avahiya BDP'ê ya Osmangaziya Bûrsayê êrîşa çekdarî pêk anin. Avahiya BDP'a Çanakkaleyê şev nîvê şevê rastî êrîşa bi kevir hat. Avahiya BDP'a Kocaeliyê hate şewitandin.

Serokê BDP'a Kocaeliye Mehmet Alçinkaya, diyar kir ku ev êrîşên li hemberi avahiyên wan pêk tê bi agahî û piştgiriya dewletê û polîsan pêk tê. Alçinkaya, anî ziman ku ji ber pirsgireka kurd bi riya siyaset û demokrasiyê çareser nabe ev êrîş li dijî avahiyên BDP'ê pêk tên û wiha got: "Ji ber ku hikûmeta AKP'ê xebatên BDP'ê yên aştiyê dike hedefa xwe ev êrîş pêk tên. Bi taşbetî piştî teqîna li Dîlokê AKP û MHP'ê em kirin hedef û li dijî avahiyên me êrîşên mezin pêk hatin.

Alçinkaya, da zanîn ku li gel êrîş û êrîşkar di kamerayên MOBESE de hene jî dîsa berpirsiyar û êrîşkar nayên ditin û dijberi vê yekê delîl û dîmen tên reşkirin û windakirin.

'Polîs temaşe dike'

Serokê BDP'a Bahçelîevlerê Memduha Biçerman jî anî ziman ku êrîş bi plan û ewlehiya polîsan pêk tê. Biçerman da zanîn ku dema êrîş pêk tên polîs tenê temaşe dike û wiha got: "Berpirsiyarê vê yekê hikûmeta AKP'e ye. Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftinê xwe de BDP'ê dike hedefa xwe.

(mae)


Bêjeyên Miftehî