1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Di muzîkê de deriyekî nû: TRÎO MARA
Di muzîkê de deriyekî nû: TRÎO MARA,di,muzîkê,de,deriyekî,nû,trîo,mara

Di muzîkê de deriyekî nû: TRÎO MARA

A+ A-

09:43 14.11.2013 1 / 4 DÎCLE MUFTUOGLU

AMED (DÎHA) - Koma TRÎO MARA, albûma xwe ya Derî derxist. Kom stranên kurdî yên klasîk bi şêwazekî nû şîrove dike û piştî tevna civakî niha jî bi albûmê xwe digihîne muzîkhezan.

Koma TRÎO MARA berî niha bi salan 3 jinan ku ava kir, bi albûma derxistin di mûzîkê de deriyekî nû vedikin. 3 jinên muzîsyen navê koma xwe kirine MARA ku di zaravayê kirmanckî tê wateya "Ji me" bi albûma bi navê Derî stranê kurdî yên klasîk bi format û şêwazekî nû pêşkêşî mûzîkhezan dikin. Armanc nîşandana dewlemendiya zimanê kurdî ye. Bi yek ji endama komê Sakîna Têyna re em der heqê TRÎO MARA û albûma Derî de axivîn. Solîsta Koma TRÎO MARA Sakîna Têyna diyar kir ku koma wan xwedî demboriyeke sê salan e û wiha behsa çîroka damezirandina koma xwe kir, "Koma me TRÎO MARA ya ez solîstâ wê me, Nurê Dilovanî kemanê bi kar tîne û Nazê Îşxan a piyanoyê bi kar tîne xwedî demboriyeke 3 salan e. Xeyalek min bû ez komekê ji jinan ava bikim û bi awayekî tesadûfî me hevdu dît. Dema ez li Ermenistanê bûn dayika Nazê behs kiribû ku keça wê bi mûzîkê re mijûl dibe. Paşê me li Ewropa hevdu dît. Paşê me hevdu wenda kir û şûnde min Nûrê nas kir, jixwe Nûrê keçapa Nazê bû piştî min fikra xwe ya komê anî ziman bersivên erênî hatin. Nazê û Nûrê ji bo mûzîka kurdî girîng in. Hem di perwerdeyeke akademîk re derbas bûne û hem jî ji ber kurdên Ermenistanê ne ji mûzîka kurdî paş fêm dikin."

'Rêwîtiya me ya mûzîkê ya bi TRÎO MARA re'

Sakîna Têyna piştî wê dest bi vegotina wateya navê koma xwe dike. Têyna anî ziman ku piştî biryara avakirina komê dane dest bi navê komê kirinê û wiha dewam kir, "Navê Mara me bi zanebûn bi kar anîn. Mara, bi zaravayê kirmanckî tê wateya 'Ji me'. Navê 'ma' bi kurdî û ermenî tê wateya 'dayik'. Peyva 'Mara' bi erebî jî tê wateya 'dayik'. Ji ber di zimanên Rojhilata Navîn de ev nav xwedî wateyeke nêzî hevdu ya mê ne di hilbijartina wî navî de roleke girîng lîst. Rêwîtiya me ya mûzîkê ya bi TRÎO MARA re wiha dest pê kir.

Têyna got ku wan xwestiye stranên ku herî zêde ji wa hez kirine di albûmê de bi cih bikin û wiha got, Pirtûkeke Nazê a di sala 2000'an de amade kiribû hebû. Me ji wê pirtûkê hin stran wergirtin. Ev stranên kevnare yên gelerî yên kurdî ne ku ji nifşan derbasî nifşan bûye. Herî zêde jî me girîngî da stranên ku ji aliyê jinan ve hatine gotin. Strana Qumrîkê, behsa jineke ku ne bi rizaya xwe hatiye zewicandin dike. Vanê Kora, klama bavekî dilşewat ê kurê xwe li çiyayan wenda kiriye. Dîsa strana 'Gula Min' a bavê Nurê ye."

'Jinan li pişt deriyan stranên xwe digotin'

Têyna der barê çima navê albûma xwe kiriba 'Derî'jî wiha dibêje, "Me navê Derî bi zanebûn hilbijart. Bi taybet di pêvajoyên beriya têkoşîna azadiyê de li Kurdistanê ji ber kevnoşopiyên olî û civakî jinan li pişt deriyan klam digotin. Ne mimkun bû jin di dîwanan de cih bigirin. Hunermendên wek Meryem Xan û Ayşe Şan dema hunera xwe pêş dixistin li hember gelek astengiyan li ber xwe dan. Beriya me gelek jinên hunermend ên pir bi qîmet derî jinan re vekirin. Me jî wek bermayên wan xwest em derî vekin. Bi armanca vekirina deriyan me xwest ev nav guncaw dît." Têyna diyar kir ku armanca wan esasî ev e ku dewlemendiya zimanê kurdî heta ji wan bê bidin nîşandan û got, "Wek kom em di konserên xwe de ji bilî zaravayên kurdî bi zimanên din ên Anatolyayê jî stranên xwe dibêjin."

'Me xwest bi her awayî keda me be'

Têyna diyar kir ku wek jin di erdnîgariyeke ku bi sedê salan lê êş, zext, asîmîlasyon, tune hesibandin û hwd. lê peyda bûye de jiyane û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em naxwazin ji êşên erdnîgariya dûr seknekê nîşan bidin. Helbet armanca me ya esasî ev e ku em trajediya jinan bînin ziman û dengê xwe tevlî dengê jinên li ber xwe didin bikin. Ji ber vê yekê me xwest bi her awayî keda me be."

Têyna herî dawî der barê projeyên xwe yên pêşerojê de jî wiha got, "Niha armanca me ya esasî ev e ku em albûma xwe bigihînin girseyeke berfireh. Li ser vî esasî em li welatên Ewropa konseran didin. Yek jii armanca me ya esasî jî di qada mûzîka cîhanê de xwepêşxistin e. Her wiha bi navê MARA belgesela pêvajoya çêkirina albûma me jî hat amadekirin. Bi temamî kurdî ye. Wê di rojên pêş de di Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Londra de bê nîşandan. Wek kes ji ber hatina min a Tirkiyeyê qedexe ye, li hember me dibe astengî. Ji bo derbaskirina wê em tevna civakî bi kar tînin. Kesên bixwazin xebatên me di tevna civakî de bişopînin bi rêya www.sakinateyna.com bigihêjin me û agahiyên berfireh der barê me de werbigirin."

(yş/mae)