1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di Mîhrîcana Berxbirê de Panela 'Raperîna Sivîl'
Di Mîhrîcana Berxbirê de Panela 'Raperîna Sivîl',di,mîhrîcana,berxbirê,de,panela,raperîna,sivîl

Di Mîhrîcana Berxbirê de Panela 'Raperîna Sivîl'

A+ A-

ŞIRNEX - Di çarçoveya şahî û çalakiyên 7'emîn Mihrîcana Berxbirê û Zazanê Laleşê ya ku li qontara çiyayê Katoyê tê lidarxistin de panela "Ekolojî û Raperîna Sivîl" hate lidarxistin. Di panelê de derdorparêz Oktay Konyar, diyar kir ku tevgera azadiya Kurd hêviya her kesî ye. Kanyar, anî ziman ku tevgera azadiya Kurd ne tenê azadiya kurdan, azadiya hemû kesên bindest diparêze. Şahî heta derengê şevê bi konserê berdewam kir.

Di 7'emîn Mîhrîcana Berxbirê ya Zozanê Laleşê ku li qontara çiyayê Kato tê lidarxistin de panela "Ekolojî û Raperîna Sivîl" hate lidarxistin. Panel li konê reş yê mû hate lidarxistin. Di panelê de Ekolojist û Derdorparêz Oktay Konyar, axivî û li ser bendav û HES'ên ku li herêmê tên avakirin axivî. Konyar, anî ziman ku di serê têkoşîna kurdan ya li dijî pergalê de jin hene û wiha got: "Tevgera Azadiya Kurd, tenê ji bo azadiya kurdan tekoşînê nade. Ji bo hemû gelên cihanê yên mafê wan tê binpêkirin têkoşîna azadiyê dide. Tevgera gelê Kurd hêviya her kesî ye. Li gel hemû hewldanên aşityê polîs dikujin, îşkenceyê dikin û binçav dikin. Hêj duh bisikletê zarokê we di bin panêzar polîsan de ma. zarok, bira, xwişk, dayik û bav li ber çavan tên kuştin. Lê ev serhiladan gel ber bi demokrasî û azadiyê ve diçe."

Konyar, da zanîn ku armanca bendav û HES'an astengikirina jiyana herêmê ye û wiha got: "Dixwazin bi van bendav û HES'an qada jiyanê li welatiyan teng bikin. Min di rê de li hemû bendavan nerî û temaşe kir. Hemû bendav li dijî rê û rêbazan hatine avakirin. Li ser navê pêşxistina heremê bendav hatine avakirin, lê dijberî vê yekê ekolojî û derdor wêran kiriye. Jiwan li welatiyan kiriye heps. Hemû warên bi bereket û dîrokî di bin avê de maye. Dîrok û çand di bin avê de maye."

BI HEZARAN DEST BI MEŞÊ KIR

Piştî panelê bi hezaran welatiyan ber bi çiyayê Katoyê ve meşiyan. Di meşê de bi hezaran kesan dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Çiya çiya negere em hemû PKK'yî ne", "Bakûr başûr rojhilat Apo serokê Welat" berz kirin. Li lutkeyê çiyayê Kato alên PKK'ê hatin kilandin û "HRK", "HPG" û "Apo" berz kirin. Stranên li ser Konfederalizmê hatin strîn. Girsê li kontarê Çiyayê Kato bi yek tengî srûda "Çerxa şoreşê" xwendin û pişt re bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşa leşkerî dîsa heta qada mihrîcanê mişiyan.

Piştî girse çû lutkeya Çiyayê Kato û vegeriyan konser hate lidarxistin. Beriya konserê rêz hate girtin û axaftin hatin kirin. Şaredarê Elkê Yusuf Temel, axivî û diyar kir ku, Kurd her tim rastî polîtîkayên înkar û îmhayê hatine. Temel, xwest YSK biryara xwe bi paşve bikşîne û parlementeriya Dîcle bi paşve bê dayîn û parlementerên girtî serbest bên berdan.

Bi hezaran kesên ku li qada mihrîcanê kom bûn li girên milind konser temaşe kirin. Di dema konserê de li çiyayê Girê Karê nivîsa "Apo" û "PKK" hate nivîsandin. Her wiha fîşekên hewayî hatin avêtin. Bi deh hezaran kesan dirûşme berz kir û hestên xwe anîn ziman. Heta derengê şevê girsê li ber konserê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "PKK gele, gel li vire" berz kirin. Di konserê de Koma Nergizên Botan, Koma Hezîl û Koma Herekolê stran gotin. Konserê heta derengê şevê bedewam kir.



ANF NEWS AGENCY