1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Di Mîhrîcanê de pêşangeh hat vekirin
Di Mîhrîcanê de pêşangeh hat vekirin,di,mîhrîcanê,de,pêşangeh,hat,vekirin

Di Mîhrîcanê de pêşangeh hat vekirin

Di 5'emîn Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan a Wargehê de pêşangeh hat vekirin

A+ A-

Bi wesîleya 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan a Wargehê pêşangeh hat vekirin û helaw hat belav kirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan ku her ji du salan carekê tê lidarxistin û duh bi şev starta wê hat dayîn îro jî pêşangeh hat vekirin û helaw hat belavkirin. Pêşangeh li Navenda Hunera Destan a Şehîd Delîla bi tevlîbûna niştecihên wargehê û bi qutkirina kurdeleyê hat vekirin. Kurdele, ji aliyê endama Koordînasyona Weqfa Jinên Mexmûr Rewşên Ehmed û du dayikên cangoriyên Kurdistan hat qutkirin. Di vekirina pêşangehê de destpêkê ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyekê rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endama Koordînasyona Weqfa Jinên Mexmûr Rewşên Ehmed axifî. Ehmed bal kişand ser wate û girîngiya Mîhrîcana bi navê Bêrîtan tê lidarxistin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Fermandar û hevala me Şehîd Bêrîtan li hemberî teslîmiyet û xiyanetê berxwedaneke pîroz li dar xist. Hevala Bêrîtan ji bo gelê Kurd û bi taybet jinên Kurd xeta berxwedanê, xeta serketin û azadiyê ye. Bi wesîleya dilsoziya bi bîranîna Şehîd Bêrîtan her ji du salan em Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan li dar dixin."

Rewşen Ehmed di axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku li zîndanan berdewam dike. Ehmed got ku dewleta Tirk guhên xwe ji daxwazên berxwedêran re digire. Îro çalakiya berxwedêrên zîndanan gihiştiye roja 46. û her diçe rewşa berxwedêran xera dibe. Bi wesîleya vê mîhrîcanê divê em dengê xwe bigihînin dengê berxwedêrên zîndanan û em bêjin, em li pişta we ne. Divê em dengê xwe bigihînin Îmrali." Piştî axaftinê kurdeleya vekirina pêşengehê bi çepik û dirûşmayên "Bijî Serok Apo" hat qutkirin. Di pêşangeha ku wê 3 rojan vekirî bimîne de resm û wêneyên ku bi giranî xwendekarên wargehê çêkirine, cil û bergên Kurdî, berhem û hunerên destan tên pêşkêşkirin.

Gelê wargehê bi cil û bergên xwe yên Kurdî yên rengareng ku beşdarî vekirina pêşangehê bûn, dîmen û atmosfereke balkêş û bedew afirandin. Di heman demê de ji bo bîranîna fermandar û gerîllaya Kurd Bêrîtan helaw li gel hat belavkirin. Mîhrîcan piştî nîvro saet 02.00'an jî li Salona Sînemayê ya Navenda Çandê bi Şanoya Koma Çiya (Gul û Berçem) bidome.

(kom/mae)