1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di nav hefteyekê de 55 zarok hatin girtin!
Di nav hefteyekê de 55 zarok hatin girtin!,di,nav,hefteyekê,de,55,zarok,hatin,girtin

Di nav hefteyekê de 55 zarok hatin girtin!

A+ A-

Li Tirkiyeyê di nava hefteya dawî de ji 72 zarokên hatin binçavkirin jê 55 hatin girtin. Piştî careke din zarok hatin girtin, dîsa TMK hate bîra mirovan. Rêvebera Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê Prz. Kezîban Yilmaz, diyar kir ku tu pêşveçûnên girtina zarokan asteng bikin tuneye û sedama vê yekê neguhertina madeyên 220/6 û 314/2 yên TCK'ê ne.

Hêj nîqaşên guherîna TMK'ê yên "bes e" an "na" didomîn di nava hefteyekê de di çalakiyên 15'ê Sibatê de bi dehan zarok hatin girtin. Ji 72 zarokên li Êlih, Amed, Mêrsîn, Mêrdîn, Riha, Edene, Wan, Sêrt, Stenbol, Şirnex û Colemêrgê hatin binçavkirin jê 55 zarok hatin girtin. Berê zarok ji aliyê Dadgehên Cezayên Giran ve dihatin girtin piştî guherîna TMK'ê vê carê jî bi heman hincetê Dadgehên Zarokan biryara girtinê didin. Li gel guherîna TMK'ê ya AKP'ê wekî "demokrasiya pêşketî" pêşkêş kir û hinek derdorên nêzî hikûmetê jî wekî "serketin" bi nav kirin, girtina zarokan ên demên dawî raya giştî diltirs dike. Piştî gelek zarok carek din hatin girtin guherînên hatin kirin gelek kêm in.

Rêvebera Komîsyona Zarokan a ÎHD'ê Prz. Kezîban Yilmaz, anî ziman ku guherîna di TMK'ê de pêkhat tenê ji bo zordariya raya giştî ji holê rake hate guhertin. Yilmaz, da zanin ku tu guherînên girtîna zarokan asteng bikin pêk nehatin e û wiha axivî: "Sedema hêj zarokên tên girtin bi endamtiya rêxistinê tên darizandin û ceza digirin madeyên 220/6 û 314/2 yên TCK'ê ne û tu guherîn di wan de nehatine kirin."

'Zarok dîsa dê bi endamtiya rêxistinê bên darizandin û ceza bigirin'

Yilmaz, destnîşan kir ku çalakiyên li ser zarokan pêktên di çarçoveya heman madeyan de tên nixandin û ji ber wê yekê girtin û darizandin didomin û wiha pê de çû: "Minak ji bi lî zirar dan malê cemaweriyê, çalakiyên civîn, meşan tên kirin dîsa di çarçovaya endamtiya rêxistinê tên darizandin û ceza digirin."

'Zarokên kurdan ji mafên xwe mahrum in û wekî zarok nayên dîtin'

Yilmaz, bilêv kir ku piştî zagonê tu guherîn pêk nehatin e û naxwazin zarokên kurdan wekî zarok bibînin. Yilmaz, diyar kir ku zarokên kurdan rastî cudakariyê tên û ji mafên parastina peymanên navneteweyî bê partên tên hiştin. Yilmaz, derbirî ku ji ber tevlî meşan dibin tên girtin û xwest ji bo pêşîgirtina zarokan û bi darizandina "endamtiya rêxistinê" bê girtin divê di madeyên 220. û 314 ên TCK'ê bên guherîn.

DÎHA (ft/mae)