1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Di nav karîbanê de 23 milyon sal
Di nav karîbanê de 23 milyon sal,di,nav,karîbanê,de,23,milyon,sal

Di nav karîbanê de 23 milyon sal

Fosîla 23 milyon salî ya gumgumokekê hate dîtin

A+ A-

Li Meksîkayê fosîla gumgumokeka ji 23 milyon sal berê mayî, di nav kerîbanekê de hate dîtin.

Hate diyarkirin ku fosîla gumgumoka ji famîliya Anolis, li başûrê rojavayê Meksîkayêli eyaleta Chiapasê hatiye dîtin. Ji lêkolîneran Francisco Riquelme dide zanîn ku bejna gumgumokê 4,5 santîm e û 1,3 santîm jî berahiya wê ye. Her wiha raçînkên wê yê nerm hîn jî hene û çermê wê jî parastî ye.

Her çendî ev ne cara yekem e ku fosîla Anolîsê tê dîtin jî, wisa tê texmînkirin ku ev gumgumok celebeka nû ya vê famîliyê ye. Li gor agahiyên derbarê xuşendeyan de heya niha hatine tomarkirin, 400 celebên cuda ji famîliya Anolîs'ê hene. Ev gumgumokên ku bi taybetiya xwe ya ku xwe baş vedişêrin têne zanîn, li gor şûna lê ne, dikarin rengê xwe jî biguherin. Ev, ne fosîla herî kevin e ku heya îroj hatiye dîtin. Par li Îtalyayê di nav karîbaneka 230 milyon salî de fosîlên kêzikên mîte hatibûne dîtin. Avantaja herî mezin a karîbanê ew e ku dema hîn mestekî ango avî ye dema bi ser kêzikan ve diniqute dike ku bêyî xerab bibin, bibine fosîl. Bi saya vê yekê jî, guherînên di zincîreya gerdûnî de, bi awayê mîkroskobîk dikarin bêne lêkolan.