1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Di nav Kurdan de zemînek hevgirtinê heye"
"Di nav Kurdan de zemînek hevgirtinê heye",di,nav,kurdan,de,zemînek,hevgirtinê,heye

"Di nav Kurdan de zemînek hevgirtinê heye"

A+ A-

ANF / 29 Gulan 2011 BRÛKSEL - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û endamê KNK’ê Cemîl Bayîk di peyama ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) re şand de got; “Di çareserîya pirsgirêka Kurd de, mijara yekîtîya netewî xala herî mezin û stratejîk e” û diyar kir ku ev rewş dewrekî dîrokî dide KNK’ê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ku di heman demê de endamê KNK’ê ye, peyamek ji Civata Giştî ya KNK’ê re şand û diyar kir ku ji ber hinek sedemên siyasî ew nikare beşdarî kongreyê bibe.

Peyama Bayik wiha ye:

“Li ser navê partiya xwe PKKê, civîna civata giştî ya 11. a KNKê silav dikim. Di xebatên we de serketinê dixwazim. Ji bo gelê Kurdistanê encamên civata giştî ya KNKê pîroz be, dibêjim. Ji ber sedemên tê zanîn mixabin nikarim beşdarî civata giştî bibim. Ji ber vê yekê jî xemginîya xwe dîyar dikim.

Hevalên hêja, di çareserîya pirsgirêka Kurd de, mijara “ yekîtîya netewî ” xaleke herî mezin û ya stratejîk e. Jiber vê yekê wek partî ji bo pêkanîna “ konferansa netewî “ me her tim bi îsrar kar kir. Em xoşhalin ku êdî ev mijar di sîyaseta Kurdistanî de cîhê xwe girtîye.

Kurdistan û rojhilata navîn ketîye nav pêvajoyeke nû. Rojhilatanavîn ji nû ve tê rêzistinkirin. Bi vê re girêdayî, tekoşîna gelê Kurdistanê jî gêhîştîye qonaxake nû. Ji bo çareserîyê cara yekemîne ku rewşa li welat û li derveyî welat ji bo gelê Kurd erênî ye. Êdî dem hatîye, derfetên vê pêvajoya dîrokî pêwîste em wek gelê Kurdistanê baş kar bînin.

Di vê pêvajoyê de, di navbera partîyên Kurd de zemînekî hevgirtinê heye. Hilbijartina li Turkiyê de hevgirtina partîyên Kurda, di vê pêvajoya serhildana gelê Surî de hevgirtina partîyên Kurda yên Rojava, ji bo “ konferansa netewî “ ligel serokatîya Başûrê Kurdistanê hevdîtinên heyeta partîyên bakurê Kurdistanê, bi giştî ji bo gelê Kurdistanê hêvîyeke mezin çêkirîye.

Di vê dema pêşketinên girîng de civata giştî ya KNKê jî pêktê. Ev rewş dewrekî dîrokî dide KNKê. Ji bo vîya pêwîste civata giştî plansazîyeke berfireh amade bike û bigêhêje hin biryarên girîng.

Li ser vî esasî ez wek endame KNK encamên civata giştî ji bo gelê me car din pîroz dikim, ji bo hemû hevalan silav û rêzên xwe pêşkêş dikim.”

ANF NEWS AGENCY