Di nava 15 salan de 82 jin rastî tecawiza hêzên dewletê hatin
Di daneyên 15 salan de yên derbarê jinên di binçavan de rastî tacîz û tecawizê hatin tesbîtên gelek cidî derketin holê.
Di daneyên 15 salan de yên derbarê jinên di binçavan de rastî tacîz û tecawizê hatin tesbîtên gelek cidî derketin holê. Jinên rastî tacîz û tecawiza hêzên dewletê hatin piranî kurd in û dosyayên derbarê kiryaran de hatin vekirin jî hemû bê encam man.
Li gorî daneyên Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tecawiz û Tacîza Zayendî ya Dibinçavan de yên ji 363 jinên dinavbera salên 1997 û 2012'an de serlêdan ji buroyê re kirin hatin girtin şîdeta dewletê ya li hemberî jinê radixe berçavan. Ji 363 jinên daxwaza alîkariya hiqûqê kirin jê 82 jin bi hinceta rastî tecawizê hatin daxwaza alîkariya hiqûqî kirin û ji van jinan 2 jin piştî rastî tecawizê hatin întîxar kirin û jinek jî ji ber îşkenceya dît demek dirêj di bandora wê de ma û jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyan 4 jin bi zorê beralî fuhuşê hatin kirin û 21 jin di binçavabûna bêqed de rastî tacîz û tecawizê hatin. Ji jinan 10 jin bi zarokên xwe re rastî îşkenceyê hatin. Li gorî daneyan hejmara jinên ji ber tecawizê ducanîbûn 5 in û 5 jin jî rastî kontrola bekaretê hatin. Di nav kesên li hemberî jinê sûc kirin de 271 polîs di rêza yekemîn de cih digirin û di rêza duyemîn de 95 kiryar leşker û di rêza sêyemîn de jî gardiyan cih digirin.
Şer jinan mexdur dike
Dema mirov li raporê mêze dike bi binçavan de herî zêde jinên kurd rastî şîdetê hatin. Ji 363 jinên rastî şîdeta hêzên dewletê hatin jê 264 jin kurd in. Ji jinên rastî şîdetê hatin jê 19 ji ber pevçûnan hatin binçavkirin û 226 jin jjî ji ber sedemên siyasî hatin binçavkirin. 17 jin jî ji ber endamên malbatê yên siyasî ceza bikin hatin binçavkirin.
Jin di her astê de mexdur dibin
Hejmara dosyayên têkildarî şîdeta li dijî jinê pêkhatin hatin vekirin û bêencam mayîn 194 in. Hejmara jinên ji ber tirsiyan tu karên hiqûqî nekirin jî 101 in. Di raporê de hate diyarkirin ku 134 jin ji ber serlêdana sûc kirin rastî zextan hatin û 40 jîn jî ber tiştên jiyîn neçar man li cihê lêdijîn koçberbûn. Hejmara tê nîşandan tenê bûyerên gihiştin buroyê ne û hate gotin ku ev hejmara gelek zêde ye.
