1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Di nava kavilan de jiyanê diafirînin'
'Di nava kavilan de jiyanê diafirînin',di,nava,kavilan,de,jiyanê,diafirînin

'Di nava kavilan de jiyanê diafirînin'

A+ A-

NÛRÎ AKMAN

KOBANÊ (DÎHA) - Welatiyên Kobanê ku vegeriyan Kobanê ya bi pêşengiya hêzên YPG/YPJ'ê hate rizgarkirin li nava kavilan de jiyana diafirînin.

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe bi terikînin û hatin herêmê bi cih bûn, tevî banga "Ne bi ewleye, neyên" jî welatî bênavber vedigerin Kobanê. Tevî ku hîn tu banga vegerê ji aliyê Rêveberiya Kobantona Kobanê ve nehatiye kirin, welatî bi hesreta Kobanê vedigerin li ser axa xwe. Ligel di nava kavilan de jî jiyanê ji nûve diafirînin. Welatiyên ji ber êrîşan malên xwe terikandin û vegeriyan eşyayê xwe ji malên xwe yên wêrankirî de derdixin. Dîsa welatiyên Kobanê ji bo ji nûve jiyana xwe biafirînin dest bi xebatên paqijiya derdor kirine.

'Bi 10 car xerab bikin em ê dîsa ava bikin'

Welatiyê bi navê Şukrî Ahmed ê ji ber ya 5 mehan koçî bakurê Kurdistanê kiribû, dema vegeriya Kobanê destbi paqijiya karegeha xwe kir û anî ziman ku ew ê ji nûve dest bi afirandina bike. Ahmed da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşên xwe dixwaze cihên ku gelê kurd lê dijî dixwaze wêran bike û jiyana wan asteng bike û wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê ger ku bi 10 car cihê me yê jiyanê wêran bike em ê dîsa ji nûve biafirînin. Ji bo ku çete negihin armanca xwe em ê ji nûve bajarê xwe ava bikin." Ahmet bilêv kir ku li bakurê Kurdistanê hemû pêwîstiyan wan dihatin bi cih anîn, lê belê ew bi hesret û evîna Kobanê vegeriyane di nava kavilan de û ev tişt got: "Çi bibe bila bibe em ê tu caran dest ji Kobane ne berdin. Em ê bi şervanên azadiyê yên bi canê xwe Kobanê parastin YPG/YPJ'ê re Kobanê ji nûve ava bikin."

'Çi ji destê kê tê pêwîste bike'

Welatiyê Kobanê yê bi navê Kemal Xelîl (37) yê ji ber penaberiya zorî malbata wî li Efrîn û bakurê Kurdistanê belav bûn diyar kir ku ew hatiye mala xwe ya ji gelek cihan hatiye xerabkirin paqij bike û anî ziman ku piştî Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin bi hesreta welat xwe negirtiye vegeryaye Kobanê. Xelîl bilêv kir ku li bajarê xerabe tu şert û mercên jiyana ne maye û anî ziman ew ê ji nûve Kobanê şîn bikin û got ku çi ji destê kê tê pêwîste bike.

(oî)