1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Di nava refên YPJ Şengalê de 3 xwişk - VIDEO
Di nava refên YPJ Şengalê de 3 xwişk - VIDEO,di,nava,refên,ypj,şengalê,de,3,xwişk,video

Di nava refên YPJ Şengalê de 3 xwişk - VIDEO

A+ A-

https://www.youtube.com/watch?v=s0SrmlgqC-E


ŞENGAL - ESTER AŞMÎ / ANF

Sê xwişkên piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê tevî refên YPJ Şengalê bûn, bang ciwanên Şengalî kirin ku di nava berxwedanê de cihê xwe bigirin.

Tevlîbûna li nava refên yekîneyên parastina Şengalê roj bi roj zêde dibe.

Êzidiyên li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê dijîn, di 3'ê Tebaxa 2014'an de li mezintirîn komkujiya rêxistina terorê DAIŞ'ê rast hatin. Civata Êzidî ya hat qetilkirin û esîr hat girtin, ji bo xwe û cihê lê dijî biparêze, yekîneyên leşkerî yên piraniya wan ji Êzidiyan pêk tê, ava kirin. 3 xwişk jî tevlî vê yekîneyê bû û bandor li her kesî kir. Yek ji van her sê xwişkan Dêrsim Şengal Kawa ku niha di nava Fermandariya YPJ Şengalê de cihê xwe digire, diyar kir ku ew êdî ne tenê xwişkên hev in di heman demê de hevrêyên hev in û got, "Em 3 xwişk tevlî refên YPJ Şengal bûn. Em niha hem hevrêyên hev in, hem jî xwişkên hev."

KAWA: ARMANCA ME HILANÎNA TOLA JINÊN HATINE REVANDIN E

Kawa got, "Ji roja em tevlîbûn û heta niha armanca me ew e, ku em tola civat û jinên Êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin û revandin, hilînin. Em jî weke 3 jinên Êzidî, ji bo li dijî rewşa qewimî bisekinin û tolê hilînin, tevlî vê bexwedanê bûn. Heta dawiyê em ê ji bo gelê xwe li ber xwe bidin û têbikoş in." Kawa destnîşan kir ku li Şengalê mirovahî hat qetilkirin û ew ê êdî rê nedin komkujiyan.

Kawa diyar kir azadkirina Şengalê wê bibe wesîle ji bo gelê Kurd wê komkujiyê ji bîr bike û got, "Ji ber vê yekê bang li her kesî dikim, ol, nîjad, ziman çi dibe bila bibe; her ciwan divê di nava pêngava azadkirina Şengalê de cihê xwe bigire."

'ME PIRS JI HOLÊ RAKIR, LI ŞÛNA WÊ BAWERÎ Û HÊVÎ AFIRAND'

Ji her sê xwişkan Bêrîtan Sozdar jî diyar kir ku ev 11 meh in ew li Şengalê li dijî rêxistina terorê DAIŞ'ê li ber xwe dide. Sozdar da xuyakirin ku eger xaka mirovan ne azad be û ji aliyê dijmin ve hatibe dagirkirin ti wateya xwe nîne ku mirov li malê rûnê û li benda êrîşeke din bin. Sozdar destnîşan kir ku bi qasî dîlbûyîna li ser xaka xwe tiştek êşê nade mirovan.

Sozdar got, "Em civata Êzidî ya 73 ferman bi serê me de hat, êdî dem hatiye em xwe bi xwe biparêzin; em hinekî dereng jî man. Piştî fermanê min dît ku yên tên qetilkirin, revandin û nikarin xwe biparêzin em jin in. Ji ber vê yekê tevlî nav refên YPJ Şengalê bûm û hilanîna tola jinên hatin revandin û qetilkirin min ji xwe re esas girt. Weke her sê xwişk, dema em nû tevlîbûn, gelek mirovên ji civata me fêm nedikir. Bi taybetî tevlîbûna me sê xwişkan, di mejiyê civata me ya Êzidî de rê li ber pirsan vekir. Lê belê me ew pirs ji holê rakir û li şûna wan bawerî û hêvî afirand." Sozdar diyar kir ku 2 birayên wan jî di nava berxwedanê de cih digirin û birayekî wan ê bi navê Şengal li çiyê, birayê wan ê bi navê Kawa jî li ser sînor di nava berxwedanê de ye.

Sozdar da zanîn ku ji ber bûne hêviya Êzidiyên li Şengalê kêm be jî ev yek bûye wesîle ji bo bibin hêviya gel û got, "Ji bo xaka xwe, eger pêwîstî pê hebe em ê canê xwe bidin. Weke jinekê, bi taybetî jî weke jineke Êzidî ez ê ti carî destûrê nedim ku êdî jin bêçare bin. Ji ber ku em jin ne bêçare û ne bêhêz in; Eger em bixwazin hem ji aliyê leşkerî, hem jî ji aliyê îdeolojîk ve em dikarin bi pêş ve biçin. Di roja destpêkê de jî min soz da bû gelê xwe, ez niha jî dubare dikim ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez ê şer bikim û têbikoşim."

'EM Ê CANÊ XWE BIDIN, LÊ DEST JI ŞENGALÊ BERNEDIN'

Yek ji xwişkên piştî komkujiyê ji bo dawîanîna li êşên civata Êzidî tevlî refên YPJ Şengalê bû, Rûken Mûnzûr e. Rûken Mûnzûr anî ziman ku ji bo pêşî li komkujiyên bi vî rengî bigire ew tevlî nava refên YPJ Şengalê bûye û got, "Ji bo em bersivê bidin êşên gelê xwe yê hatiye qetilkirin û revandin, em tevlî bûn. Me soz da ku em ê Şengalê azad bike û heta hetayê gelê xwe biparêzin. Em ê vê soza xwe heta dawiyê bicih bînin. Divê çar parçeyên Kurdistanê azad bibe. Lewma me xwe ne tenê ji bo azadiya Şengalê ji bo her devera Kurdistanê ya pêwîstî bi me hebe, amade kirine."

Mûnzûr da xuyakirin ku ji roja fermanê heta îro wan Şengal neterikandine û got, "Ji ber ku derketina ji cihê mirovahî lê hat qetilkirin, li mirovahiyê nedihat. Heta ku Şengal azad nebe, sîstemeke leşkerî bi temamî lê neyê rûniştandin, em ê ji Şengalê dernekevin. Em ê heta dawiyê li Şengalê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Pêwîst bike em ê canê xwe bidin, lê dest ji Şengalê bernedin."

Mûnzûr bang li civata Êzidî bi taybetî jî ciwanan kir ku di nava berxwedana Şengalê de cihê xwe bigirin û got, "Ji bo pêşîgirtina li komkujiyan divê her kes were Şengalê."