1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Di nava Rewşa Awarte de binpêkirina mafên zarokan zêde dibe
Di nava Rewşa Awarte de binpêkirina mafên zarokan zêde dibe,di,nava,rewşa,awarte,de,binpêkirina,mafên,zarokan,zêde,dibe

Di nava Rewşa Awarte de binpêkirina mafên zarokan zêde dibe

Parêzer Ercan Yilmaz diyar kir, bi qedexeya derketina derve ya li Kurdistanê û ragihandina Rewşa Awarte re, mafên zarokan di asteke xetere de tên binpêkirin û got, eger pêşî li vê neyê girtin, wê ev rewş roj bi roj girantir bibe

A+ A-

AMED / ANF - MELEK YUKSEL Tevî binpêkirina mafên zarokan û îstîsmara zayendî ya zarokan, di nava 14 salên hikûmeta AKP'ê de bi hezaran zarok bûn mexdûrê şer. Bi dehan zarok, di dema vê desthilatdariyê de hatin kuştin.

Endamê Komîsyona Zarokan a ÎHD Şaxê Amedê parêzer Ercan Yilmaz da xuyakirin, ku mafên zarokan bi taybetî piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi şer û polîtîkayên hilweşandinê, di asteke bilind de hatin binpêkirin.

Der barê mafên zarokan ên îsal hatin binpêkirin de Yilmaz got, "Hem li gorî agahiyên gihîştine ber destê me, hem jî encama ji raporên saziyên civakî yên sivîl derketine holê ev e; bi pêvajoya şer re mafên zarokan hê bêhtir hatine binpêkirin. Bi taybetî, bi qedexeya derketina derve re li herêmê mafên jiyan, tenduristî û perwerdeyê yên zarokan gelekî hatine binpêkirin. Yek ji van zarokan jî Hêlîn Şen a 8 salî ye, ku li Sûrê di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da. Wekî din, di nava vê pêvajoyê de bi sedan bûyerên îstîsmarê derketin holê. Ji bo dîtina vê rastiyê jî pêwîstî pê nîne ku mirov hûr û kûr lêkolîn bikin; hê çend roj berê dîmen hat weşandin û tê de dihat dîtin, ku zarokên 10 meh berê tevî malbatên xwe ji Sûrê derdiketin, hatin îstîsmarkirin."

'BI DIRÊJKIRINA DEMA DARIZANDINÊ RE HEWL TÊ DAYÎN DOSYA BÊN GIRTIN'

Parêzer Yilmaz anî ziman, di dozên binpêkirina mafên zarokan de, pêvajoya darizandinê bi zanebûn tê dirêjkirin û diyar kir, bi taybetî, di bûyerên îstîsmarê de ji ber ku dema darizandinê gelekî tê dirêjkirin, êdî hêza malbatan namîne ku dosyayê bişopîne.

Parêzer Yilmaz da xuyakirin, di her rûniştinê de kesên ku îstîsmar kirine derdixînin pêşberî malbatan, ev yek gelekî bi zora malbatan diçe û hin malbat ji ber vê yekê dixwazin dosya bê girtin. Yilmaz da zanîn, di dosyayên têkildarî binpêkirina mafê jiyanê de jî rewş bi heman rengî ye û li ser pêvajoya lawaz a dadgeriyê ev mînak da: "Mînak, dosya Hêlîn Şen. Tevî ku 17 meh di ser re derbas bûne, hê di asta lêpirsînê de ye. Wekî din, dozên li ser zarokên bi korîdorê ji Sûrê hatin derxistin, bi heman rengî ye. Ev 10 meh in, di her rûniştinê de em dibêjin, ji bo ev zarok girtî bin ti delîl nîne û ev zarok sivîlên li Sûrê asê mane. Lê tevî vê yekê jî heyeta dadgehê biryarê dide ku zarok girtî bimînin. Ev pêvajoya dadgeriyê ya tê dirêjkirin, rê li ber pirsgirêkan vedike."

Yilmaz bibîr xist, di nava saziyên bi biryarnameyan hatin girtin de Komeleya Zarokan Gundem jî heye û diyar kir, bi vê yekê hewl tê dayîn, nerazîbûna li binpêkirina mafên zarokan were kêmkirin.

BANGA XWEDÎDERKETINA LI ZAROKAN KIR

Parêzer Yilmaz işaret bi xemsariya li pêşberî vê rewşê kir û got, "Berê dema nerazîbûnek dihat nîşandan, ji bo ev nerazîbûn kêm bibe û girseyî nebe, şert û merc dihatin başkirin. Lê belê bi Rewşa Awarte re ev yek ji holê rabû. Ji ber ku saziyên hatin girtin û yên nehatine girtin nikarin dest li rewşê werdin, em bi fikar in û binpêkirina mafên mirovan zêdetir bibe. Yekane komeleya li herêmê dixebite Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ye. Ji ber vê yekê bang li her kesî dikim, ku dema mijar zarok be, divê em li ziman, ol, nîjad, bawerî û nasnameya wan nefikirin. Yekser ji ber ku zarok e, bikevin nava tevgerê."