1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di nimêjên înê de êrîşên li dijî kurdan hatin şermezarkirin
Di nimêjên înê de êrîşên li dijî kurdan hatin şermezarkirin,di,nimêjên,înê,de,êrîşên,li,dijî,kurdan,hatin,şermezarkirin

Di nimêjên înê de êrîşên li dijî kurdan hatin şermezarkirin

A+ A-

Li Şirnex, Cizîr, Silopî, Misirc, Licê, Farqîn, Nisêbîn, Qoser, Riha, Wêranşar, Serêkaniyê, Dêrîk, Bimîl, Amed, Colemêrg, Gever, Wan, Elbak, Gimgim, Kop, Melezgîrt, Tetwan, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Bazîdê li gel germahiya hewayî ya zêdeyî 40 dereceyî bi hezaran welatî hatin ba hev û nimêja înê kirin. Di weaz û xutbeyên ku hatin dayîn de êrîşên ku di demên dawî de li dijî kurdan zêde bû hatin şermezarkirin. Di weazan de hate xwestin ku kurd yekîtiya xwe xurt bikin.

ŞIRNEX

Zedetirî hezar kesên karker, kedkar, memûr, ciwan, kal jî di nav de ji bo nimêja înê ya sivîl bikin li qada ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê kom bûn û li ser karton û secadeyan nimêj kirin. Ji ber germahiyê welatiyan di bin brandayê de nimêj kirn. Mele Saît Îdîn nimêj da kirin û beriya nimêjê jî weaz de. Di weazê de got ku edalet bingeha îslamê ye, her çiqas îbadet bê kirin jî heke zilmê bike nikare tu caran rizgar bibe. Piştî weaz û xutbeyê nimêj hate kirin.

CIZÎR

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî li gel germê nimêja înê hate kirin. Welatiyên ku ji boı nimêjê karton û secade ji malên xwe anînbûn li Parka Şaredariyê bi hevre ref girêdan. Gelek jin jê vê hefteyê nimêj kirin. Beriya nimêjê Mele Abdullah Bengî weaz da û got ku divê xwîn neyê rijandin û wiha got: "Ji bo ku di nava gelan de biratî û xwîştî pêk bê divê edalet hebe. Xwedî jî ji kesên ku bira bi destê bira dide kuştin hez nake. Em weke misilman divê qewmê xwe hez bikin û mirovan hez bikin. Ji kîn û nefretê dûr bisekinin. Ji bo aştiya di nava gelan divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne." Piştî weazê nimêj hati kirin.

SILOPÎ

Li Silopiyê nimê li Baxçeyê Şaredariyê hate kirin û bi hezaran kes beşdarî nimêja ku Şanedar Emîn Togurlu, însiyatîfa dayikên ŞAtiyê, MEYADER, KURDÎDER û rêveberê BDP'ê jî hebûn, bûn. Ji ber germê nimêj di bin brandayê de hate kirin. Di xutbeya bi kurdî de qala edaletê hate kirin û wiha hate gotin: "Hêrsa we ye li dijî komeke dê we ber bi bêdadiyê ve bibe. Heke hûn ne adil bin tişta ku hûn dikin ev yek qebûlnekirina xwedê ye." Piştre ji bo aştiyê dua hatin kirin û bi hezaran kesan bi hevre ref girêdan.

ÊLIH

Li Êlihê nimêja înê li baxçeyê çay a Şaredariyê hate kirin. Li gel hewaya germ welatiyan eleqeyeke mizn nîşanî nimêjê dan. Dema ku li baxçe cih nema welatiyan di bin siya daran de nimêj kirin. Jinan jî ji bo nimêjî ref girêdan. Mele Abdurrahman Yuksel nimêja vê hefteyê da kirin.

SÊRT

Li Sêrtê nimêja înê li parka ber şaredariyê hate kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û rêveberên BDP'î jî tevli nimêjê bûn. Li gel ku germahiya hewayê 43 derece bû jî welatiyan di bin siya daran de nimê kirin. Ji ber ku cihê nimêjê tijî bû welatiyan li ser cadeyê nimêj kirin. Piştî xutbeyê mele Mihemed Polat nimêj da kirin.

MISIRC

Li navçeya Misircê ya Sêrtê vê hefteyê nimêj li înşeateke hate kirin. Mele Suleyman Yildiz nimêj da kirin û ji bo hemû bindestan dua hatin kirin. Pİştî duayan welatiyan ji bo nimêjê bi hevre ref girîdan.

AMED

Li Amedê vê hefteyê jî li gel germahiyê welatî li Qada Deriyê Çiyê kom bûn û bi hezaran kesan bi hevre ref girêdan. Ji ber germê welatiyan li qada şîn a li qiraxa Qadê nimêj kirin. Mele Zahît Çîftkuran beriya nimêjê xutbe xwend û gotinê Serokwezîr Tayyîp Erdogan a der barê nimêja ku ew didin kirin rexne kir. Çîftkuran ji eyetan mînak da û diyar kir ku bi zimanê dayîkê îbadet û perwerdehî maf e. Çîftkuran da zanîn ku kesên ji xwe re dibêjin "ez misilman im" ol neke amûrê siyasetê. Piştî xutbeya hate xwendin nimêj hate kirin.

LICÊ

Li navçeya Licê ya Amedê li Parka Ciwanan a Halît Nazmî Balkaş nim3ej hate kirin. Mele Kadîr Balkaş nimêja vê hefteyê da kirin. mele Balkaş di weaza vê hefteyê de got ku mafê hemû gelan heye ku xwe îfade bike û mafên wan ên jiyanê hene. Piştî nimêjê bi sedan kesan bi hevre dua kirin.

FARQÎN

Li navçeya Farqînê ya Amedê jî li pişt avahiya BDP'ê nimêj hate kirin. Nêzî hezar kesan bi hevre nimêj kirin welatiyan ji ber germê ji bo xwe sîdan çêkirin û nimêja xwe kirin. Mele Husnu Çalişici beriya nimêjê weaz da û got ku xwedê zilm heram kirişe û zilma di navbera gelan de jî qabûl nake. Çalaşici wiha axivî: "Em êrîşên li dijî gelê kurd şermezar dikin. Em kesên ku fermana lînc û zilmê didin şeremazr dikin. Xwedê li cem mazlûman e. Em kesên ku zilmê li kurdan dikin hewaleyî xwede dikin." Piştî weaz û xutbeyê welatiyan bi hevre nimêj kirin û piştre jî dua kirin.

BÎSMÎL

Li Bîsmîlê jî bi heman armancê li parka Xelîl Îbrahîm Oruç a taxa Bozkurtê bi girseyî nimêja înê hate kirin. Li vir Mele Ramazan Yegin, bi kurdî weaz dan û li pêşiya girsê nimêj kir.

MÊRDÎN

Li navçeyên Dêrik, Qoser û Nisêbînê jî bi heman armancê minêja înê ya sivîl hate kirin. Li navçeya Dêrikê minêj li Parka Hunerê ya Ahmet Kaya ji aliyê sedan kesan ve hate kirin. Mele Ramazan Ayi li pêşiya girsê nimêj kir. Ayi, serokwezîr rexne kir û xwest dawî li kuştin û operasonan bîne. Li navçeya Nisêbînê jî bi heman armancê li gel germa gelek zêde nimêj li parka Yuzuncu Yilê hate kirin. Girse li gel germahiya 40 dereceyan di nimêjê de ref girtin. Li navçeya Qoserê Mêrdînê jî dîsa li gel germa gelek zêde bi sedan kes li Mala Gel a Şeyhdavut Yalçinkaya nimêj kirin. Serokê MADAY-DER'ê Mele Mesut Çelîk, bi kurdî weaz dan.

RIHA

Li Riha û navçeyên Wêranşar û Serêkaniyê nimêja înê bi girseyî hate kirin. Bi sedan kesên li pêş avahiya BDP'a Rihayê li ser betona sipî ku zêdeyî 45 dereceyan germ e kom bûn û di bin germa zêde de minêja înê kirin. Li pêşiya girsê Melle Îzzettin Gok nimêj kir. Li navçeya Wêranşarê jî bi sedan kes li pêş avahiya BDP'ê ref girtin û minêja înê kirin. Ji bo nêzî 400 kesên beşdardî minêjê bûn sîdank hate avakrin. Li navçeya Serêkaniyê jî dîsa bi sedan kes li parka Musa Anter li hev kom bûn û ref girtin. Melle Abdulaziz Bilgin, bi kurdî weaz da û xwest kes li hemberî zilmê serî netewînin.

STENBOL

Li taxa Yenî ya navçeya Bagcilara Stenbolê jî bi sedan kesên ku li qada vala kom bûn ji bo nimêja înê ref girtin. Li ser navê Komeleya Alimên Oldar ê Stenbolê Mele Selahattîn, bi kurdî weaz dan û êrîşên nijadperest ên li dijî gelê kurd şermezar kir. Bi sedan kesên ku li gel germa zêde kom bûn, guh nedan tedbîrên polîsan ên bi TOMA û panzeran û nimêj kirin.

WAN

Li Wan û navçeyê Elbakê ya Wanê jî bi sedan kes li hev kom bûn û nimêj kirin. Li Parka Ehmedî Xanî ya wanê bi sedan kes li hev kom bûn. Mele Mecit Kiyat li pêşiya girsê nimêj kir. Piştî nimêjê ji bo mele li mizgeftan bi kurdî weazan bidin kampanya îmzeyan dan destpêkirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê û navçeya wê Geverê jî bi sedan kesan bi heman armancê di nimêja înê de ref girtin. Li Colemergê bi sedan kesên di bin Konê Çareseriya Demokratîk de li hev kom bûn nimêja înê kirin. Di nimêjê de şaredar, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civaki jî amade bûn. Mele Zekî, bi kurdî weaz dan û li ser girîngiya yekîtiyê rawestiya. Li navçeya Geverê jî bi heman armancê girseya di bin Konê Çareseriya Demokratîk a Parka Musa Anter li hev kom bûn ji bo nimêja înê ref girtin.

Her wiha bi heman armancê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê, li Naçeya Bazîdê ya Agirî, li navçeyên Kop, Gimgim Melezgîrt yên Mûşê jî bi hezaran kes li hev kom bûn û nimêjên înê kirin.

MÊRSÎN/EDENE

Li taxa Guneşê ya navçeya Akdenîzê jî bi heman armancê bi sedan kes di bin Konê Çareseriya Demokratîk de civîyan û ref girtin. Her wiha li li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhana Edeneyê jî bi sedan kes li hev kom bûn û ref girtin. DÎHA (mae/sa)