1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Di pornoya zarokan de Tirkiye yekem e
Di pornoya zarokan de Tirkiye yekem e,di,pornoya,zarokan,de,tirkiye,yekem,e

Di pornoya zarokan de Tirkiye yekem e

Li Tirkiyeyê ji her 4 saetan carekê tecawizek tê kirin

A+ A-

Li gor Saziya Parastina Zarokan, Xizmetên Civakî û Buroya Zarokan a Emniyetê ya Tirkiyeyê û daneyên bultenên edlî, li Tirkiyeyê ji her 4 saetan carekê tewanbariyeka tecawizê tê kirin.

Tirkiye 23 sal berê peymana mafên zarokan îmze kir, lê li gel ew qasî dem derbas bûye jî, hejmara zarokên ku rastî tecawiz, lêdan û êşkenceyê dibin, her ku diçe zêdetir dibe. Li gor nûçeya Guler Yilmaz a Rojnameya Tarafê, Parastina Zarokan, Xizmetên Civakî û Buroya Zarokan a Emniyetê ya Tirkiyeyê û daneyên bultenên edlî didine xuyakirin ku di van 20 salên dawîn de zarokên ku rast li îstîsmarên zayendî yên ensest ango navmalî bûne, li derdora 350 û 400 hezarî ye. Ji sedî 80 kesên ku zarokan îstismar dikin, dê û bavên wan in, an jî nas û xizmên wan in.

Ji yên ku hatine îstismarkirin ji sedî 27 dikarin serpêhatiyên xwe vebêjin. Lê zarokên ku ji aliyê zayendî ve hatine îstismarkirin, ji sedî 72, nikarin ji kesekî re vebêjin. Bi tenê ji sedî 27ê wan, piştî demekê dikarin rewşa xwe bi hinekan re parve bikin. Ji sedî 32´yê kesên ku di zarokatiya xwe de rastî îstismarên zayendî bûne, dema mezin dibin jî nikarin ji kesekî re bahsa serpêhatiyên xwe bikin.

Di pornoya zarokan de Tirkiye yekem e

Tabloya herî xirab a di Google de, Tirkiye ye. Li hemî cîhanê herî zêde ji Tirkiyeyê, ji ser Google ve li fîlmên pornoyê yên zarokan hatiye gerîn. Her wiha hejmara zarokên ku wêne û videoyên wan hatine belavkirin jî seriya 36 hezarî ye. Ji sedî 42 van zarokan li biniya 7 salî ne û ji sedî 77 jî li biniya 9 salî ne. Ji sedî 1´ê van zarokên ku wêne û vîdeoyên wan ji ser înternetê têne belavkirin, têne dîtin, ango tesbîtkirin.

Li 30 hezar zarokî îstismara zayendî

Ji 50 hezar zarokên ku li kuçe û kolanan dijîn, li 30 hezarê wan îstismara zayendî û tecawiz hatiye kirin. Kesên ku tewanan dikin û têne girtin, ji sedî 84´ê wan di dema zarokatiya xwe de rastî îstismarê bûne. Di van 5 salên dawîn de hejmara kesên ku di girtîgehên zarokan de rast li tecawizan hatine, 250 ye.

Bi tenê li Stenbolê, di sala 2011´an de li 1486 kesî doza tecawizê, li 2488 kesî doza îstismara zayendî li zarokan, li 223 kesî doza tacîzê hatiye vekirin. Li gor van dozan piştî Stenbolê bûyerên tecawizê herî zêde li bajarê Îzmîrê (568) û bûyerên îstismara zayendî ya zarokan jî, piştî Stenbolê herî zêde li Enqereyê (1162) dibin.

Bê guman ku ev daneyên fermî ne, lê li her devera cîhanê tê zanîn ku, hejmara bûyerên bi vî rengî ku aşkere nabin jî, herî kêm sê carî li yên aşkere bûne, zêdetir in.

Wergera ji tirkî: Amîda Kurd