Di qirkirina Ermeniyan de têkiliya Almanan
Rojnamevanê navdar Robert Fisk wêneyek ê dema qirkirina Ermeniyan hatiye kişandin û têde sûbayên Alman hene aşkere kir. Di wêneyê de li ser hestiyên Ermeniyên hatine kuştin wêneyên 3 sûbayên tirk û li pişt wan jî du sûbayên alman hene.
Rojnameya Independentê di hejmara xwe ya duh de cih da wêyeê di sala 1915’ê de hatiye kişan din. Li erdê gelek hestiyên Ermeniyan hene û li ser van hestiyan sê subayên tirk û du sûbayên alman wêne kişandine. Fîsk di nivîsa xwe de destnîşan kir ku aliyên dişibin hev ên di vî wêneyî û sûbayên Nazî yên dema Qirkirina Cihûyan hene.
Tê diyarkirin ku ev wêne li derdora Erzirom an jî Erzînganê hatiye kişandin û ev wêne ji aliyê lêkolînerê qirkirinê Hayk Demoyan ve hatiye bidestxistin. Tê diyarkirin ku ev wêne di sala 1916’ê de, dema artêşa Rûs vê herêmê bi dest xist, hatiye kişandin.
Tê diyarkirin ku kesê wêne kişandiye bijîşkê alman ê bi navê Armin Wegner e. Wegner ji Erzîgan heta Sûriyeyê wêneyên komkujiya Ermeniyan kişandibû û hin wêneyên wê ji bo darizandina hin berpirsên Osmaniyan jî hatibûn bikaranîn.
Wegner di sala 1933’yê de ji aliyê rejîma Nazî ya Hîtler ve hate binçavkirin û îşkecekirin. Piştre li kampên berhevkirinê jiyan, ji wir jî reviya Îtalyayê.
Gotûbêjên der barê rola almanan a di qirkirinê de ev demeke dirêj e di rojevê de heye. Li gorî dîrokzanê Ermeniyan Peter Balakyan, fînansekirina rêyên hesinî yên ji bo Ermeniyan, ji aliyê protestanan ve hatiye protestokirin. Di vê dema qirkirinê de di nava sûbayên Osmaniyan de sûbayên alman jî hebûn.
ANF NEWS AGENCY
