1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di salekê de 500 kurd hatine kuştin
Di salekê de 500 kurd hatine kuştin,di,salekê,de,500,kurd,hatine,kuştin

Di salekê de 500 kurd hatine kuştin

A+ A-

Endamê Yekitiya Fireksiyona Kurdistanê Muayed Teyib diyar kir ku di nava salekê de 500 hemwelatîyên kurd li Xaneqîn û derdorê wê hatine kuştin û hezar û 400 malbat jî koçber bûne.

Endamê Yekitiya Fireksiyona Kurdistanê Muayed Teyib Muayed Teyib, der barê kuştinên li herêmê de diyar kir ku di nava salekê de li navçeyên Celewla, Saediye û Qeretepe yên Xaneqînê zêdetirî 500 hemwelatîyên kurd hatine kuştin ûhezar û 400 malbat jî koçber bûne. Teyib, dilgiraniya Hevbendiya Frakisyonên Kurdistanî li hember rewşa wan navçeyan nîşan da û wiha got: "Me ji serokwezîr Nûrî Malikî xwest ku Fermandarê hêzên çekdarî yên Iraqê ew kiryarên li ku hemberî hemwelatiyên kurd li Xaneqînê bên darizandin." Tayîp, xwest ku erkên hêzên artêşê û polîsan bên cudakirin. Tayîp, xwest ku ji bo ewlekariya hemwelatiyên kurd û Iraqîyê ku li Xaneqîn û derdorê wê hêzên pêşmerge bişînin. DÎHA (at/mae)