1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Di ser Derya Spî re zêdeyî 700 hezar penaber hatin YE
Di ser Derya Spî re zêdeyî 700 hezar penaber hatin YE,di,ser,derya,spî,re,zêdeyî,700,hezar,penaber,hatin,ye

Di ser Derya Spî re zêdeyî 700 hezar penaber hatin YE

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê UNHCR ve hatin weşandin, ji destpêka vê salê ve zêdeyî 700 hezar penaber di ser Derya Spî re xwe gihandine welatên Yekîtiya Ewropa (YE)

A+ A-

CENEVRE - ANF Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve hatin weşandin, ji destpêka vê salê ve 705 hezar penaber di ser Derya Spî re xwe gihandine welatên Yekîtiya Ewropa (YE). Ji van 562 hezar derbasî Yewnanîstanê, 140 hezar jî ketine nava Îtalyayê.

Di nava penaberên derbasî nava welatên Yekîtiya Ewropayê bûne de, Sûriyeyî bi rêjeya ji sedî 64'an re koma herî qelebalix e. Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tûsk îdîa kiribû, ku piştî Rûsyayê li Sûriyeyê dest bi bomberdûmanê kir, koça penaberan gelekî zêde bûye.

Hejmara penaberên di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanîstanê dibe, balkêş e. Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya ser bi NY, ji 1'ê Cotmehê û vir ve 160 hezar penaberan xwe gihandine Yewnanîstanê.

Ji ber ku Tirkiye ti tedbîran nagire, hejmara derbasbûna ber bi Yewnanîstanê her zêde dibe. Hejmara penaberên di ser Derya Spî re derbasî Îtalyayê dibin kêm bûye. Di Cotmeha 2014'an de 15 hezar penaber derbasî nava Îtalyayê bûbû. Ev hejmar ji 1'ê Cotmehê û vir ve 7 hezar 230 penaber in.

Ji bo xwe bigihînin welatên Rojava û Bakurê Ewropayê, tevî penaberên di ser Yewnanîstanê re tên, her roj bi deh hezaran penaber di ser welatên Balkanan derbasî Slovenya û Kroatyayê dibin. Roja Şemiyê zêdeyî 11 hezar 500 penaber derbasî nava Kroatya bûn. Di 10 rojên dawî de 86 hezar penaberan Slovenya weke derbasbûna transît bi kar anîn.