1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Di Sê Salan de Pênc Gerînende
Di Sê Salan de Pênc Gerînende,di,sê,salan,de,pênc,gerînende

Di Sê Salan de Pênc Gerînende

A+ A-

Kovara Hêviya Jinê ku bi kurdî û tirkî weşanê dike, ji ber ku heta niha der barê 15 hejmarên wê de bi giştî 18 doz hatin vekirin, di nava 3 salan de 5 Midûrên Karê Nivîsan guhert. Piştî Midûra Karên Nivîsan a berê Gurbet Çakar hate girtin, Midûra Karên Nivîsan a berê Berîvan Eker de jî li gel pirsgirêkên wê yên tendûristiyê hene jî, hate girtin.

Li Tirkiyeyê hewildanên domandina sansûra li ser çapameniyê bê navber didome. Kovara Hêviya Jinê ku di mijdara 2007'an de bi hejmara xwe ya yekem gihîşt xwendevanên xwe û bi kurdî û tirkî weşanê kir, ji 2 mehan carakê derbarê pirsgirêkên jinan de di warê siyasî, bîrdozî çandî û civakî de nivîsên perspektîf diweşîne. Hêviya Jinê ku bi şîara "Ronakbîriya bi piştgiriya jinan, ji hemû ronahiyan bi nirxtir e" dest bi weşanê kir, di her hêjmarê xwe re rastî lêpirsînê hat. Kovara ku 3 sal in weşanê dike, ji ber lêpirsîn û dozên hatin vekirin 5 midûrên karên nivîsan guhert. Derbarê 5 midûrên karên nivîsan de bi îdîaya "Progapandaiya rêxistin kirine" 17 doz hatin vekirin. Midûra Karên Nivîsan a berê Gurbet Çakar ji ber nivîsên kovarê der barê wê de doz vebûn û di 19'ê adarê îdîaya "Propagandaya rêxistina derzagonî dike" hate girtin. Piştre Midûra Karên Nivîsê ya berê Berîvan Eker jî bi heman hincetê ve hat girtin.

Derbarê 3 midîrên karên nivîsan de 6 doz

Kovara ku hemû hejmarên wê bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê" kiriye rastî dozê hatiye di nava 3 salan de 2 caran hate girtin. 2 hejmarên wê jî bi biryara dadgehê hate komkirin. Der barê Midûra Karên Nivîsan a yekemîn Sultan Sonsuz de ji aliyê Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" doz vebûn û ji dozekê salek û 3 meh ceza girt. Derbarê Sonsuz de bi giştî ji 4 sal û 9 mehan heta 20 salan ceza tê xwestin. Piştî Sonsuz, derbarê midûra duyem Ruken Aktaş de jî ji heman îdîayê 4 dozên cuda vebûn. Derbarê Aktaş de 3 sal û 9 meh ceza tê xwestin. Her wiha 3 dosyeyên wê hêj li Dadgeha Bilind in. Derbarê midûra sêyem Sîbel Esmer de jî bi îdîaya nivîsên naverokên wan "Propagandaya rêxistinê ne" li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di doza hate vekirin de salek û 3 meh ceza lê hate birîn. Dosyeya ceza girtiye li Dadgeha Bilind e.

Çakar 10 mehin girtiye

Piştre Gurbet Çakar bi Midûra Karên Nivîsê ya Kovara Hêviya Jinê, di çarçoveya dozên ji ber nivîsên di kovarê de hatin weşandin lê vebû, di 19'ê Adarê de dema ji bo îfade biçe çû dozgeriyê, dozgeriyê bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir. Derbarê çakar de, ji ber 10 nivîsên cuda yên di hejmara 5'emîn de derketin û wêneyan bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" ji ber hejmara 2. û 4'emîn ên kovarê de jî bi îdîaya "Propaganda kiriye" doz lê hatin vekirin. Dozgerê 6'emîn dadgeha Cezayên Giran a Amedê mutalaa da û got ku "Kovara Çakar Midûriya Karên Nivîsên wê dike, weşana polîtîkaya xwe neguheriye û wekî weşana PKK'ê tevdigere li gel fîîla "Propagandaya rêxistin" û ji ber sûcên "Li ser navê rêxistinê sûc dike" û "Endamtiya rêxistinê" 20 sal ceza lê hate birîn. Çakar, dema li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bû bi girtiyên jin re ji ber rastî tacîza leşkeran hatibû serî li ÎHD'ê dabû. Çakar, 10 mehin girtiyê niha li Girtîgeha Mîdyatê ye.

Çakar di girtîgehê de rastî tacîzê hat

Çakar, dema li Girtîgeha Amedê bû bi hevalên xwe Hediye Başhan, Nîlgun Ozkaran, Devrîm Maray û Rona Gokdere ve bi rêya malbatên xwe serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dabû. Di serlêdanê de, diyar kirin ku dema girtî dertên hewagirtinê rastî tacîza leşkerana a li hemberî nasnameyan wan a zayendî û siyasî tên. Di serlêdanê de hatibû destnîşan kirin ku hemû xwarinên tên xerabene û di nava xwarinan de mîx, plastîk, kêzik û kurm dertê.

Midûra Karên Nivîsan a dawî Eker jî hate girtin

Piştî Çakar, derbarê Midûra Karên Nivîsan a Kovarê Berîvan Eker de jî, ji ber nivîsên di kovarê de hatin weşandin 2 dozên cuda vebûn. Eker ku ji ber li derveyî bajar bû ji dozên hatibûn vekirin bêagahî bû. Dema çû bi parêzera xwe Meral Atasoy re hevdîtinê bike, ji aliyê polîsan ve bi hinceta divê îfade bide hate binçavkirin. Derbarê Eker de bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" ji ber nivîsên di hejmara Xezîran û Tîrmehê de derketin jî bi îdîaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" û "Li ser navê rêxsitnê sûc kiriye" bi giştî 2 doz vebûn. Eker, li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate darizandin û 2 dozên derbarê wê de vebibûn kirin yek. Dozger jî diyar kir ku Eker ji bo tesbîta parastinê îfade da gumana reva wê nîne û xwest bê berdan. Lê heyeta dadgehê biryara girtina Eker da. Dozgerê mutalaa pêşkêşî doza Eker lê dihat darizandin, xwest Eker 2 caran ji ber fîîlên, "Propagandaya rêxistinê" û "Li gel ne endama rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" di navbera 8 sal û 25 salan de bêcezakirin.

Li gel pirsgirêkên cidî yên tendûristiyê girtiye

Eker, ku 15 rojin li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ye, ji ber pirsgirêkên tendûrisityê dijî zahmetiyan dikşîne. Eker beriya ku bê girtin ji ber ku kîst heye dihat dermankirin. Malbata Eker, piştî Eker hate girtin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da alîkariya hiqûqî xwest. Bavê Eker, Orhan Eker diyar kir ku rewşa tendûrisitya keça wî Bêrîvan giran e û di rojên borî de dema çûye hevdîtinê keça wî gotiye: "Bavo bin pêsira min diwerime û ev çend rojin ez nikarin milê xwe bileqînim". Bav Eker, destnîşan kir ku keça wî Berîvan li gel 16 kesan di koxuyek çibûk de dimînin û odeya wan sar e. Bav Eker, anî ziman ku keça wî gotiye 'hewaya sar bandora neyînî li ser nexweşiya min dike' û wiha axivî: "Lazime keça min bê dermankirin. Ji ber rewşa tendûristiya wê em bi guman in. Em ditirsin ku nexweşiya wê li girtîgehê pêşbikeve û vegera nexweşiya pençeşêrê." Eker, anî ziman ku girtiyên nexweş ên li girtîgehan e nayên dermankirin û wiha got: "Eger tişt bi keça min bê berpirsiyarê wê dadger e. Em dê serî li hemû cihên pêwîst xin. Em dê bi raporan daxwaznameya xwe ya îtîrazê bidin dadgehê."

Saziyên jinan tenê hiştin

Girtina midûrên karên nivîsan ên kovarê ji aliyê saziyên jinan ve jî nehatin girtin. Rojên danişînên midûrên karên nivîsê yên hatin girtin de saziyên jinan û xebatkarên çapameniyê heta îro ne li Çakar û ne jî li beşdarî danişîna Eker bûn.

DÎHA (gla/mae)