Di topbaranê de 6 girtiyên Kurd mirin
Di topbarana bi ser girtîgehê de 6 girtiyên Kurd mirin
A+
A-
Heleb ANF Li girtîgeha Mislimiyê ya bajarê Helebê pevçûnên dijwar di navbera Artêşa Azad û rejimê de rû dan. Di encamê de 6 girtiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan.
Çavkaniyên herêmê diyarkirin ku, li gorî malbatên hin girtiyan li girtîgeha Mislimiyê ya bajarê Helebê di encama pevçûnên di navbera Artêşa Azad û rejimê de li derdora girtîgehê avahiya girtîgehê hate topbarankirin di encamê de 6 girtiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan.
Heman çavkaniyan diyar kirin ku, pevçûn li derdora girtîgehê hîn didome.
Malbatên girtiyan bi riya komîteya kar û barên girtiyan re ji bo rawestina şer bang li hemû rêxistinên navnetewî û mafê mirovan kirin.
Bêjeyên Miftehî di,topbaranê,de,6,girtiyên,kurd,mirin
