1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Di çalakiya li Silêmanî de 8 kes birîndar
Di çalakiya li Silêmanî de 8 kes birîndar,di,çalakiya,li,silêmanî,de,8,kes,birîndar

Di çalakiya li Silêmanî de 8 kes birîndar

A+ A-

SILÊMANÎ - Piştî ku duh pêşmergeyek teqawid hewl da xwe li dijî nelirêtî û bêdadiyê li Berderiyê Serayê xwe bişewitîne, bi hezaran kes daketin kolanên Silêmaniyê. Xwepêşandana gel îro jî li Silêmanî berdewam kir. Hat ragihandin ku di encama gulebaranê de herî kêm 8 kes birîndar bûn û hemû riyên Silêmanî li trafîkê hatine girtin.

Xwepêşandana gel îro jî li Silêmanî berdewam kir. Hat ragihandin piştî ku beşdarên xwepêşandanê belav bûn, komek nêzî 500 kes ji Serê Derge ber bi Baxî Gişt ve meşiyan. Hat diyarkirin ku hêzên ewlekariya bîroya PDK’ê ya li nêzî Baxî Giştî gule bi ser çalakgeran de barandin. Di encama gulebaranê de herî kêm 8 kes birîndar bûn û hemû riyên Silêmanî li trafîkê hatine girtin. Hat diyarkirin ku birîndaran rakirine nexweşxaneyê.

Heta niha derbarê rewşa kesên birîndar de tu agahî nehatiye dayîn. Herwiha li gorî çavkaniyek ne fermî ku dispêrin nexweşxaneyek a Silêmaniyê kesek jiyana xwe ji dest daye....