Di şanoya çiyê de lîstikeke nû: Tas
ROZA AMED-ANF - BEHDÎNAN 08.05.2014 09:13:55 Gerîlayên şanoger ên demeke dirêj di bin sîwana "Akademiya Çand û Hunerê ya Şehîd Sefkan" de xebatên şanoya çiyê meşandin, bi lîstika xwe ya nû ya bi navê "Tas" derketin pêşberî temaşevanan. Lîstika li ser jiyan û nêzîkatiya li şano ya gerîlayê şanoger Yekta Herekol vedibêje, rastî eleqeyeke mezin a gerîlayan hat.
Lîstika şano Tas a ji bo bîranîna gerîlayê şanoger Yekta Herekol ê ku di 27'ê Adara 2004'an de li Helebê bi armanca şermezarkirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bedena xwe da ber agir, hat amadekirin li Herêmên Parastinê yên Medyayê tûrnaya xwe temam kir.
Lîstika "Tas" a di meha Nîsanê de li gelek qadên gerîla lê hat temaşekirin, têkoşîna Herekol a di nava tevgera azadiyê ya Kurd de ji bo huhera şanoyê da meşandin, nêzîkatiya wî ya li şanoyê û sekna wî ya jiyanê vedibêje.
Lîstik li gel jiyana Herekol balê dikşîne ser nirxên exlaqî û çandî yên civakê. Şanogerên çiyê yên peyama "Huner ji bo civakê ye, eynika civakê ye" dan, pirsgirêkên hunera şano yên heta roja îro jiyaye, vedibêjin.
Şanogerên çiyê peyamê didin ku lîstikên şano bi tenê bi mekanan nayê sînordarkirin. Lîstik li qadên Zap, Garê, Qendîl, Xinêre, Xakurkê, Zagros, Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê û li 17 qadên din ji aliyê bi sedan gerîlayan ve hat temaşekirin.
Lîstika ku rastî pêwendiyeke mezin a gerîla hat, piştî tûrneyeke dirêj, bi dawî bû. Gerîlayên di şanoya çiyê de cih digirin, jib o xebatên xwe yên şanoyê dewam bikin, li qadên xwe vegeriyan.
