1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Di şerê li Sûriyê de 11 hezar zarok mirin
Di şerê li Sûriyê de 11 hezar zarok mirin,di,şerê,li,sûriyê,de,11,hezar,zarok,mirin

Di şerê li Sûriyê de 11 hezar zarok mirin

A+ A-

LONDON 25.11.2013 07:08:58 Koma Lêkolînê ya Oxford ragihand ku di şerê navxweyî yên li Sûriyê de heta niha zêdeyî 11 hezar zarokan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku piraniya van zarokan ji aliyê segvanan, bi bombe û bi topan hatine qetilkirin.

Koma Lêkolînê ya Oxford (Oxford Research Group) ku navenda wê li paytexta Îngilîstan Londonê ye, der barê mirina zarokan a di navbera Adara 2011 û Tebaxa 2013'an li Sûriyê de raporek bi navê "Pêşerojên hatine dizîn" weşand.

Raporê careke din raxist pêş çavan ku herî zêde zarokan ji şer û pevçûnan zerar dîtine.

Li gorî rapora mijara gotinê, 11 hezar û 420 zarokên emrê wan di binê 17 salî dene jiyana xwe ji dest dane û 389 ji wan ji aliyê segvanan ve hatine qetikirin. Hat ragihandin ku 764 zarok bêdaraz hatine kuştin, tevî bebekan zêdeyî 100 zarok jî li îşkenceyê rast hatine.

Koma Lêkolînê ya Oxford diyar kir ku hejmara zarokên mêr ên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane 2 qat ji keçan zêdetir e.

Li gorî raporê herî zêde li bajarê Helebê zarokan di şer de jiyana xwe ji dest dane. Hejmara zarokên li bajaran jiyana xwe ji dest dane, di raporê de wiha hatin rêzkirin.

Heleb 2,223, Deraa 1,134, Idlib 1,584, Homs 1,817, Rif Dimashq 1,772, Hama 821, Deir Ezzor 648, Şam 749.

Hat ragihandin ku ev hejmar ji rêxistinên civakî yên sivîl ên Sûriyeyî yên qeyda miriyan dikin, hatiye wergirtin û ji ber nekarî xwe bigihîne hin herêma dibe ku hejmara giştî, zêdetir be.

Neteweyên Yekbûyî di raporeke xwe ya meha Hezîrana 2013'an de diyar kiribû ku li Sûriyê 6 hezar û 500 zarokan di şer de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya meha Tîrmehê ya Neteweyên Yekbûyî jî, hejmara mirovên di şerê li Sûriyê de jiyana xwe ji dest dan, 100.000 derbas kir.

Rêxistinê da xuyakirin ku ji 22.5 mîlyon nifûsa Sûriyê, 2.1 mîlyon mirov koçber bûne û nîvê van jî zarok in.