1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Di şexsê min de li BDP'ê komplo kirin"
"Di şexsê min de li BDP'ê komplo kirin",di,şexsê,min,de,li,bdp,ê,komplo,kirin

"Di şexsê min de li BDP'ê komplo kirin"

Mahmutoglu: Di doza Tatlises de di şexsê min de li BDP'ê komplo kirin

A+ A-

Endamê Meclîsa BDP'ê û Prz. Ruhşen Mahmutoglu, ku piştî Îbrahîm Tatlises rasti êrîşa çekdarî hat hate binçavkirin û girtin û piştî salekê girtî ma serbest hate berdan, der barê pêvajoyê de axivî. Mahmutoglu, anî ziman ku komploya li hemberî wî hatiye çêkirin di şexsê wî de li hemberî BDP'ê hatiye çêkirin û wiha got: "Piştî ez hatim berdan dixwazim Tatlises ziyaret bikim. Xwestin yekîtiya di nava kurdan de perçe bikin. Lê dê nikaribin bi ser bikevin.

Endamê Meclîsa BDP'ê û Xwendekarê Lîsansê yê Zanîngeha Bîlgiyê Prz. Ruşen Mahmutoglu di 18'ê adarê de dema ku li mala xwîşka xwe mêvan bû hate binçavkirin û bi hinceta êrîşî li Tatlises kiriye hate girtin. Mahmutoglu, li dadgehê li gel 9 kesan hate girtin û piştî salekê girtî ma serbest hate berdan. Hêj di roja yekem a binçavkirinê de hin weşanên çapemeniyê der barê Mahmutoglu de îdîayên sosret anîn ziman. Senaryoya ji bo Mahmutoglu hate nivîsandin bi rêbazekî li diji zanistiyê û sozret pêk hat. Pişt re Mahmutoglu girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Metrîsê. Hinceta vê yekê e-maila navnîşana wê nediyar û her wiha numreya telefona ji aliyê kê ve hatiye nivîsandin nayê zanîn e. Prz. Rûşen Mahmutoglu, anî ziman ku ligel hemû hiqûqnas li dijî girtina wî derdikevin jî dîsa ji ber ku ew siyaseta kurd dimeşîne hate girtin. Tatlises piştî rastî êrîşê hat birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Di lêkolînên piştî bûyerê de hate dîtin ku dema Tatlises rasti êrîşê navê "Abdullah Uçmak" li kurê xwe kir. Piştî lêkolînê li gel Uçmak 8 kes di 20'ê adarê de hatin binçavkirin. Di 21'ê adarê de jî li gel Ruhşen Mahmutoglu 2 kesên din jî hatin binçavkirin.

Berê jî hatibû îdîakirin ku Uçmak ji sala 1998'an û virde bi Tatlises re di nava husumetiyê de ye. Piştî ku endamê BDP'ê Prz. Ruhşen Mahmutoglu û 11 kesên pêre hatin binçavkirin çapemeniyê Mahmutoglu weki êrîşkar nîşan da.

Endamê Meclîsa BDP'ê Mahmutoglu anî ziman ku du komên ku qet tekiliya wan bi hevre tune bûn anîn cem hev û xwestin di dosyayekê de bidarizînin. Hinceta vê yekê e-maila navnîşana wê nediyar û her wiha numreya telefona ji aliyê kê ve hatiye nivîsandin nayê zanîn e. Prz. Rûşen Mahmutoglu, anî ziman ku li hemberî wî û BDP'ê komplo hate meşandin û wiha got. "Min tu agahî nedan Abdullah Uçmak. Lê pirsa 'çima agahiyên te li cem wî ne dipirsin'. Min ne ji 'maviderya' û ne jî ji tu maîlên din re name neşandin. Tu tiştê ku ez pê bêm sûcdarkirin tune. Lê dixwazin têkiliya min û Abdullah Uçmak bi hev girêbidin." Mahmutoglu, destnîşan kir ku dozger maîla bi navnîşana 'maviderya' ku qet nas nake di 16'ê adarê de ji wî re hatin hate pirsîn û wiha berdewam kir: "Dozger got di malîlan de gotina 'Ez di rewşa awarte de me, Tişteki bikin' û di maîla duyemîn de jî gotina 'karê di nêvî de maye temam bikin. ... bi telefona ...0750'an li Sîîivrî xwe bigîne Nîhat û bi kar xelas bike. Ji hevkarên AKP'ê re tawîz tune" ji tere hatiye şandin. Lê min maîl venekiriye. Tu têkiliya min û vê maîle bi hevre tune û min tu cari tiştek ji wan re nenivîsandiye.

Mahmutoglu, da zanîn ku Tatlises piştî hate ser hişê xwe diyar kir ku beriya rastî êrîşê bê tu pirsgirêkên wî û BDP'ê bi hevre tune bûn û got qet Mahmutoglu nas nake. Mahmutoglu, bal kişand ser girtina Abdulvahap İş û Bulent Altun jî wiha got: "Tu eleqeya wan a bi Uçmak re nehat dîtin. dozger bi îdîaya "PKK plan dikir ku ji Îbrahim Tatlises rizgar bibe. Dîsa xwest ji Abdullah Uçmak tolê hilde. Uçmak, xwest hem tolê ji Îbrahîm Tatlises bigire û hem jî pereyan ji rêxistina terorê bistîne. PKK'ê jî xwest bi kuştina Tatlises gelê kurd bitirsinê û dengên cuda bêdeng bike."

Mahmutoglu, da zanîn ku dema hate binçavkirin şaş nebû, lê dema ku bi êrîşa li dijî Tatlises hate tawanbarkirin matmayî ma û wiha got: "Di serî de min got qerfan bi min dikin. Gelek axaftinên telefonan danîn ber min. Xwestin suc bavên ser min. Komploya li hemberî min, di şexsê min de li hemberî BDP'ê pêk hatiye. Dixwazin bi gelê kurd qerfan bikin û henekê xwe bi kurdan bikin. Hikûmeta AKP'ê bi rêya min dixwaze proganda bike."

'Xwest bi rêya BDP'ê êrîşê bike malê PKK'ê'

Mahmutoglu, destnîşan kir ku bi vê bûyerê xwest bi rêya BDP'ê PKK'ê sûcdar bike û êrîşê bixe sutiyê PKK'ê û wiha got: "Beriya hilbijartinê Serokwezî Erdogan li Rihayê di mîtîngê de got 'Hunermendên me yên kurd birîndar kirin' Xwestin di mejiyê kurdan de nakokiyan çêkin. Xwestin bi van kompolayan xebatên BDP'ê yên Hewlerê asteng bikin. Wê demê me dixwest em têkiliya di nava kurdan de xurt bikin. Lê ji bo vê têkiliyê bişkînin komployek bi vî regnî pêk anîn. Xwestin yekîtiya kurdan bişkînin. Lê xebat û hewldanên me yên ji bo yekîtiya kurdan dê berdewam bikin."

Mahmutoglu da zanin ku dê di demek guncav de biçe Tatlises ziyaket bike û wiha got: "Vê komployê ez jî û Tatlises jî mexdûr kir. Ev lîstikek bû. Raste Tatlises tev li BDP'ê nebû, lê li dijî BDP'ê jî derneket. Me tu carî Tatlises nekir hedefa xwe.

(mae)