Dicemidîn niha jî dişewitin!
Mexdurên erdhejê yên zivistanê dicemidîn niha jî di şewitin!
MUTHA ÇETÎN Ji ber ku piştî erdhejê pirsgirêkên mexdurên erdhejê yên starbûnê nehatin çareserkirin zivistan di bereqe û konteyniran de derbas kirin. Mexdurên erdhejê piştî germahiya hewayî di konteyniran de bi rîska nexweşiyan re rû bi rû ne.
Li Wanê piştî erdhejên 7.2 û 5.6'an pirsgirêkên mexdurên erdhejê yên starbûnê nehatin çareserkirin û ji ber vê yekê zivistan di konên havînê û konteyniran de derbas kirin. Mexdurên erdhejê piştî hewa gerim bû rastî zehmetiyên nû re rû bi rû dimînin. Mexdurên erdhejê ji ber konteynirên gelek gerim dibin û nexweşiyên demên dawî yên tên dîtin re rû bi rû ne. Piştî erdhejê li tevhiya Tirkiyeyê û bajarên herêmê seferberiya alîkariyê hatibû destpêkirin. Lê hêj hewcehiyên gelê nehatin dîtin. Piştî erdhejê gelek kes ji bajêr koçber bibûn û piştî vegeran pirsgirêkan jî xwe hîs kir. Ligel vê yekê betalî jî zêde ye û pirsgirêkên aboriyê jî xwe din hîskirin.
Piştî erdhejê tu kes nehate konteyneran
Piştî erdhejê Walîtiyê 32 bajarên konteyniran avakirin. Ji wan bajaran yek Bajarê Konteyniran ê Tuşbayê ye û welatiyên li wir dijîn weke di wergeheke vekirîn de ne û têkoşîna jiyanê didin. Di nav rojê de tenê li bajarê konteyniran zarok û jin hene. Ji ber ku tu pirsgirêkên mexdurên erdhejan nehatin çareserkirin deme qemerayan dibin ji bo pisgirêkên xwe vebêjin dest bi hewildanan dikin. Mexdurên erdhejê diyar kirin ku piştî erdhejê tu kes nehate bajarê konteyniran û guhdariya derdên wan nekir û hewcehiyên wan bi cih neynan.
Mehek şunda mexdurên erdhejê dê ji konteyniran derbikevin
Welatiyên li bajarê konteynerina dimînin jî diyar kirin ku heyeta ji walîtiyê hat ji wan re got dê piştî meheke din bajarên konteyniran vala bikin. Welatiyan, anîn ziman ku di nav şertên gelek nebaş de li bajarên konteyniran dijîn lê heke bajarên konteyniran bên rakirin tu cihê wan tuneye biçinê. Welatiyan, da zanîn ku heke konteyner hatin rakirin dê vegerin konan. Hate zanîn ku welatiyên tabuyên wan ên malan tuneyî ji TOKÎ'yan tu malan nagirtin tenê yên tabuyên wan heyî dê malan bigirin. Ji ber ku boruyên destşo û serşoyan ên konteyniran dervene ji nexweşiyan re rîskeke mezin pêk tîne. Ligel hêj germanî zêdenebûye jî li bajar bêhn zêde ye.
'Piştî demên ewil êdî tu alîkarî nehat'
Welatiya bi navê Yeter Kaya, diyar kir ku 5 mehe bi 9 kesan re li bajarê konteynir dijî. Kaya, anî ziman ku dixwazin piştî mehekê wan ji konteyniran derbixin. Kaya, da zanîn ku de demên ewil de alîkarî dan wan lê pişt re tu alîkarî ji wan re nehate dayîn. Kaya, bilêv kir ku berê zarokên wê ji ber sermayê ranediketin û niha jî ji ber germê û wiha got: "Tu kes pirsa halê me nake. Di demên ewil de hatin pirsa me kirin lê pişt re tu kes nehat."
Yagmur Donmez a 15 salî jî diyar kir ku berî erdhejê dayîk û bavên xwe winda kirin û birayê wê yê şivantiyê dike berê xwe dide wan. Donme, anî ziman ku birayê wê bi zarokên xwe re berê xwe dide 9 kesan û wiha got: "Ez serê sibê diçim dibistanê. Piştî dibistanê ez berê xwe didim birayê xwe yê biçûk. Em hemû di odeyekê de dimînin. Birayê min bi pereyê ji şivantiyê qezenc dike berê xwe dide me lê têrê nake. Piştî demên ewil êdî tu kesî alîkariya wan nekir."
'Em nizanin me dê çi bikin'
Aysel Kiyak, diyar kir ku piştî erdhejê ji ber hevserê wê kar peyda nekir pirsgirêkên aborî jîn. Kiyak, anî ziman ku 2 zarokên wê yên nexweş hene û wiha got: "Di dema erdhejê de walî ji bo alîkariyê soz da. Lê heta niha tu alîkarî neda. Dê me ji vir derbixin lê em nizanin em dê ku de biçin." Kiyak, da zanîn ku zarokên wan di nav heriyê de dilizîn.
Jina bi navê Perîhan Erîş jî diyar kir ku bi germaniya hewa zarok bi nexweşiyan dikevin. Erîş, anî ziman ku di konteynirekê de 2 malbat dimînin û wiha got: "Ji ber sermayê zarokeke min zature bû. Me bi derfetên xwe birin nexweşxaneyê. Piştî hewa gerbûn nexweşî zêde dibin. Em nizanin em dê çi bikin."
(bd/mae)
