1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dijberî biryara AYM'ê biryara bilindkirina têkoşînê
Dijberî biryara AYM'ê biryara bilindkirina têkoşînê,dijberî,biryara,aym,ê,biryara,bilindkirina,têkoşînê

Dijberî biryara AYM'ê biryara bilindkirina têkoşînê

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - HDP'ê li dijî biryara AYM'ê ya redkirina serlêdana wan, biryara bilindkirina têkoşîna hiqûqî û siyasî dan. HDP amadekariyê dike ku dozê bibe DMME'ê.

Meclîsa Tirkiye bi hevkariya AKP, CHP û MHP'ê li dijî HDP'ê bûn yek û zagona erêkirina destnedayîna wekîlan derbas kirin. Wekîlen HDP'ê li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Qanûna Esasî (AYM) dan, lê AYM'ê jî ev serlêdana wekîlan red kir û guhertina zagonê erînî dît. Wekilên HDP'ê li dijî vê helwesta AYM'ê biryara bilindkirina têkoşîna hiqûqî û siyasî dan. HDP amadekariyê dikin ku serî li DMME'ê bidin. HDP'ê bi sedema biryara AYM'e biryarek siyasî ye biryar da ku tekoşîna hiqûqî û siyasî di qadên cuda de mezin bike. Piştî biryara pêşnûmeya zagonê ji aliyê Serokomar ve hat pejirandin û di rojnameya fermî de hat weşandin, vê carê wekilên HDP'ê dê serlêdana şexsî li AYM'ê bikin. Wekîlan di serlêdana ewil de li gorî xala 85'an a Qanûna Esasî serî li dadgehê dabûn.

Komîsyona hiqûqê ya HDP'ê dê di 7'ê Hezîranê roja sêşemê de kom bibin û di aliyê lêgerîna hiqûqî û siyasî de dê têkevin nava lêgerînên nû. Komîsyon ji bo serlêdana DMME'ê dê li rê û rêbazan bigerin. Dîsa dê serlêdanên tekakesî yên AYM'ê û DMME'ê jî diyar bikin.

Hiqûqnas û wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar, bertek nîşanî biryara AYM'ê da û anî ziman ku heyeta AYM'ê tirsonek tev geriya. Li hemberî zextan serî tewand û wiha got: "Em li bendê bûn ku heyeta Dadgehê niqaşek kur bimeşîne. Lê bêyî niqaş bike zû biryar da. Sedema redkirina serlêdana me jî pir seranser e. Naveroka serlêdana me lêkolîn nekiriye. AYM li gorî peymana navneteweyi tev negeriya ye. Dîsa biryara AMY'ê lawazî u rewşa daraza Tirkiyeyê jî dani holê. Ev nîşan dide ku Saray wekî her qadê li ser darazê jî serdest e.

Sancar, heri dawî da zanîn ku ew dê têkoşîna xwe ya hiqûqî û zagoni berdewam bikin û serî li DMME'ê bide. Ji bo serlêdana DMME'ê amadekariyên me temam e. Piştî AYM'ê ev serlêdana me red kir divê Erdogan di nava 15 rojan de biryarê bide. Mafê me yê serlêdana DMME'ê her dem heye.

(mae)