1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Dilgirtina Ocalan zilma li ser gelê kurd e'
'Dilgirtina Ocalan zilma li ser gelê kurd e',dilgirtina,ocalan,zilma,li,ser,gelê,kurd,e

'Dilgirtina Ocalan zilma li ser gelê kurd e'

A+ A-

MURAT KOLCA Endamê Meclisa Partiya Zahmetkêşên Kurdisan Dilzar Abdullah 15’ê Sibatê bi tûndî şermezarkir û got, “Girtina birêz Ocalan ji bo hemû gelê kurd kerasetek û zilmeke mezin bû. Ji bo wê yekê em bang hemû rexistinên navdewletî û bi taybêtî jî Netewêyen Yekbûyî (NY) dikin ku bo azadîya birêz Ocalan rola xwe bilîze."

Nerazîbûnên li dijî 15’ê Sibatê ku beramberê Rebêrê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatibû her ku diçe zede dibe. Endamê Meclisa Partiya Zahmetkêşên Kurdisan Dilzar Abdullah jî komploya navnetêweyî bi tûndî şermezar kir. Abdullah, da zanîn ku komplo ji bo berjêwendîyen navdewletî pek hatiye û bi komployê hatîye xwestin ku tekoşîna azadîya gele kurd ji holê bê rakirin. Abdullah, anî ziman ku ev polîtîkaya navdewletî pêş neketîye û got, “Ji ber ku ev komplo li dijî kesayêtekê wekê Birêz Ocalan ku di nav cîhane de bi tekoşîna xwe ya gelê kurde mazlûm tê nasîn û xwedî nasnamêyekê pek hatîye. Ev kesayêt bo rizgarkirina gele kurd rebêrtîya tekoşîna azadîya netewa kurdan kir”

'Asta tekoşîna gele kurd nîşana tekçûyîna komploye yê'

Abdullah, diyar kir asta tekoşîna azadîya gele kurd ku niha gîhştîye konaxek nû aşkere kiriyê ku komplo negîhiştîye armanca xwe û wiha direjî da axaftina xwe: “Şorêşa kurd her çar parçeya Kurdistan bi berxwedaneke xurt berdevam dike. Di nava tekoşina neteweya kurd de rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan roleke pozîtif û çalake. Kurdên Bakur ji tunebûnê xilaskir û anî konaxek zindîbûyîne. Gele kurd êdî bi Ocalan gihişt zanabûna netewa xwe û dijî dagirkerî berxwe dide”

‘Pêşîya qeyrana Rojhilata Navîn bi demokratîkbûyîne tê girtin’

Abdullah bibîrxist ku Tirkîye heta niha her cûreyen tûnditîjî beramberê gele kurd bikar anîye û got. “Ev rêbaz heta niha nebû çaraserî. Lazime êdî dewleta tirk mafê sîyasî û civakî ya gele kurd nas bike û kabûl bike. Ev maf di nav Peymanên Navneteweyi de jî henê” Abdullah dewleta tirk ji rewşa dewleten deshilatdar yen Rojhilata Navîn hişyar kir û got, “Tirkîye xwe jî dibîne ku li Rojhilat her roj deshilatêk ji ber ku dixwaze bi rejîmekê faşist reve biçe tek diçin û holê radibin. Pêşîya we qeyranê tenê demokratîkbûyine tê girtin”

Abdullah: Rola Ocalan ji bo pêşeroja Tirkîye pir giringe

Abdullah, bal kişand ser rola Rebêrê Gele Kurd Abdullah Ocalan a ji bo demokratîkbûyîna Tirkîye û çaraserîyeke mayînde û wiha berdewam kir: “Rolê Serok Apo ji bo aştî, demokrasî û peşketinen Tirkîye pir giring e. Dikarin bi danûstandin û rebazêk demokratîk û aştîyanê hemû pirsgerekên navxweyî yen wek aborî, çandî, siyasî û dîplomasîyê çaresêr bikin. Wek mînak; waye em dibinîn Mandela 20 sala zedetir li zindanê ma le herê dawî hatê azadkirin û dewletên Afrîqa ji rewşa xwe yen aloz xilasbûn û ber bi demokratîkbûyîne de gavek avetin”

‘Diwê NY û rexistinên navnetewî bo azadîya Ocalan erka xwe bicîh bînin’

Abdullah, dilgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wek keraseteke mezin binavkir û got, “Girtina birêz Ocalan bo hemû gelê kurd kerasêteke mezin bû. Zilmeke mezin bu bo gele kurd e. Ji bo wê yekê em bang hemû rexistinên navdewletî û bi taybêtî jî Netewêyen Yekbûyî (NY) dikin ku rola xwe bileyîzin û bo birez Ocalan azad bibe. Ev sala bibe salekê hemû netewên jerdest bigîhîjin armanca xwe û azadîya xwe. DÎHA (mae)