1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Divê cihek ji bo kurd û Kurdistanê jî hebe
Divê cihek ji bo kurd û Kurdistanê jî hebe,divê,cihek,ji,bo,kurd,û,kurdistanê,jî,hebe

Divê cihek ji bo kurd û Kurdistanê jî hebe

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan derbarê raperîna sivîl a ku gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê bi pêşengiya BDP û KCD’ê daye destpêkirin de got "Divê ev di vê qonaxê de hê pirtir ber bi encamê ve biçe. Niha gelê me li ser vî bingehî li Bakurê Kurdistanê li hemberî siyaseta dagîrkeriyê ku bi destê AKP'ê, bi awayekî durû û bi hîle û pîleyan tê meşandin, ji bîstê Adarê vir ve di nava berxwedanê de ye."

Karayilan bal kişand ser pêşketinên li Sûrî û careke din rêveberiya Şamê hişyar kir û got; "Divê dewleta Sûrî vê bizane, eger Kurd rabin, ji aliyê Ereban xurttir jî dikarin rabin."

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan di hevpeyvîna da Radyoya Dengê Mezopotamyayê de daxwiyaniyên girîng derbarê raperîna sivîl a li Bakûrê Kurdistanê, pêşketinên li Sûrî û Rojhilata Navîn de da. Karayilan diyar kir ku divê di nava van pêşketinan de "Divê cihek ji bo kurd û Kurdistanê jî hebe."

FERMANDARÊ MEZIN MAHSÛN KORKMAZ

Karayilan bal kişand ser girîngiya rolê Fermandarê efsanewî yê PKK’ê Mahsûn Korkmaz (Egîd) û diyar kir ku têkoşîna azadiya Kurdistanê, îro ketiye qonaxek e pir girîng û “ Di vir de bêguman rola 15ê Tebaxê rolek e bingehîn e. Têkoşîna li hemberî contaya 12ê Îlonê ya leşkerî ya faşîst, di serhildana zîndana Amedê de û dû re jî li çiyayên Kurdistanê bi gavên 15ê Tebaxê bi rê ketî, roja îro ava kiriye. Pêngava 15ê Tebaxê şoreşa vejînê çêkiriye û gelê Kurd ji tinebûnê rizgar kiriye; netewebûn pêş xistiye. Yê ji vê re pêşengiya herî sereke kirî jî rêheval Egîd e. Hevalê Egîd fermandarê mezin, heval Mahsum Korkmaz, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de, pêşxistina textîkên gêrîla û li Kurdistanê bicihkirina gêrîla, roleke bingehî lîstiye. Ji bo wê 28ê Adarê bi rastî rokeke girîng e. Îro di ser de 25 sal derbas dibin. 25 salan berî niha şehadeta hevalê Egîd bi xwe re pêvajoyeke girîng bi rê xist. Ez di serî de li hemberî bîranîna rêheval Egîd bejna xwe ditewînim. Di kesayeta hevalê Egîd de ez şoreşgerên Kurdistanê tevan bîr tînim û soza me dayî wan ku emê wan di serkeftina azadiya Kurdistanê de bidin jiyandin, dubare dikim. Bi taybetî Newroza 2011an û piştî wê Heftiya Qehremaniyê, çalakiyên pêş ketîn, rave dike ku xeta rêheval Egîd bi ser ketiye û bîranîna wan îro di têkoşînê de dijî. Rola rêheval Egîd, di pêşxistina têkoşîna gêrîla de û di avakirina bingehê şoreşa vejînê de lîstî û rola wî ya netewebûna li ser vî bingehî bi rê ketî, em gihandine roja îro. Ji bo wê fermandarê mezin hevalê Egîd, bi rastî qehremanekî neteweyî ye. Mirovê wisa bi nav bike. Lewre ew pêşengê pêngava 15ê Tebaxê ye. Bi pêngava 15ê Tebaxê jî li Kurdistanê, ruhê netewebûnê pêş xistiye. Di vir de ked, cesaret û berxwedana rêheval Egîd mezin e. Rola rêheval Egîd di xeta Rêber Apo de lîstî, meşa wî ya bê dudilî û baweriya wî ya pir xurt, helwesta wî ya bi cesaret û bi fedakarî, li Bohta di bicihkirina gêrîla de, rola ji bo têkoşîna me lîstî, heta roja îro bilind dibe û bû bingehekî esasî.

FIRSENDEK MEZIN DERKETIYE

Karayilan derbarê raperîna sivîl a ku gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê bi pêşengiya BDP û KCD’ê dayî destpêkirin de jî û got “Divê ev di vê qonaxê de hê pirtir ber bi encamê ve biçe. Niha gelê me li ser vî bingehî li Bakurê Kurdistanê li hemberî siyaseta dagîrkeriyê ku bi destê AKPê, bi awayekî durû û bi hîle û pîleyan tê meşandin, ji bîstê Adarê vir ve di nava berxwedanê de ye. Ev berxwedan bêguman berxwedaneke birûmet e. Daxwaziyên gelê Kurd hene. Daxwaziyên lezgîn hene, jixwe ew weke çar xalan ragihandin. Û daxwaziyên wan yên bingehî hene. Ew jî deh xal in. Bi vî awayî yên lezgîn; ji bo ku şer nebe, ji bo ku aramî çêbe tên xwestin. Yên bingeî jî ji bo ku Pirsgirêka Kurd bi bingehî çareser bibe dixwazin. Di dîtina me de ev daxwaziyên maqûl in. Divê gelê me bizane ku ev pêvajo pêvajoyeke dîrokî ye û firseteke mezin derketiye. Divê em bi hêza xwe, bi yekîtiya xwe, bi gelbûna xwe, bi civakbûna xwe, xwe diyar bikin. Divê gelê me li her derê xwe birêxistin bike. Divê li derdora meclisan xwe bikin yek. Xwe bi vîna bike û helwesta xwe dayne holê. Niha konên çareseriya demokratîk hene.”

Divê li derdora wan xwe bikin yek. Divê çalakvaniyê pirtir pê bixin. Ango roj ne roja rûniştinê ye. Eger di van rojan de, di vê dema wisa girîng de Kurd li malên xwe rûnin û vê pêvajoya girîng nenirxînin wê ev firset destê wan derkeve. Ji bo wê divê her welatparêz bizane ku ev demeke girîng e. Divê xwe bike xwedîîrade û weke meşa azadiyê her ku biçe xurttir bike. Niha ev di milê rêxistina demokratîk de tê meşandin. Gelê me bi rêxistin kiriye. Em heta dawiyê piştgiriyê dikin. Di vir de dibe ku kêmayî jî hebin lê ya esasî gaveke xurt hatiye avêtin. Divê mirov vê gavê xurttir û kûrtir bike. Em dinêrin çapemeniya Tirkiyê çawa ku nexwaze bibîne tevdigere. Ango hiqûqê dagîrkeriyê li Kurdistanê dimeşîne. Cidakariyê dike.”

SEKNA TUNCEL, YILDIZ, AKAT ATA

Karayilan bal kişand ku bi milyonan mirov di kolanan de dimeşin lê ew nabîne û got; “Êrîşî gel dikin. Zarok, jin, kal, pîr ti kesî nadi ber çavê xwe. Parlementer e yên din in, her kesî dikin hedef. Parlementer li hemberî vê rewşê derketin. Sebahet Tuncer, Bengî Yildiz û Ayla Akatata sekneke wan çêbû, wan derdixin pêş. Û êrîşî wan dikin. Van di cih de helwesta xwe diyar kir. Bi rastî rave kirin ka pêwîst e parlementerên gel, pêşengên gel çawa xwedî helwest bin; ev rave kirin. Bêguman divê gelê me jî di binê her şert û mercî de li wekîlên xwe xwedî derkeve. Lê em dinêrin çapemeniya Tirkiyê, siyaseta Tirkiyê, heta roja îro naxwaze meşa gelê me bibîne. Berûvajiyê wê dixwaze êrîş bike. Lê ev heye. Çalakvaniya gelê me wê xurttir bibe û wê rojeva Tirkiyeyê ya esasî be. Û wê bikare encamê bigire. Jixwe divê beşdarî xurt be da ev biçe serî û encamê bigire. Pêvaoyeke wisa dest pê kir û wisa xuya dike her ku biçe xurttir bibe, bidome heta ku bigihe armanca xwe. Bi taybetî meşa ku wê li Newala Qesaban bê kirin wê hê pirtir hêzê bidiyê. Û li pêşiya me çarê Nîsanê heye. Wê di wir de jî xurttir bibe. Wisa xuya dike ku wê çalakvaniya gel li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke nû pêş bixe. Li hemberî gel û daxwaziyên gel yên maqûl û di cih de, ti kes nikare pir zêde li ber xwe bide û bisekine. Lewre heqîet e. Lêbelê divê gelê me yekîtiya xwe xurttir bike. Bi taybetî sazî û rêxistinên derveyî me, yên xwe bêalî dibînin, her kesê welatpêrêz divê di vî alî de yek bin. Pêwîstî bi yekîtiya neteweyî heye. Lewre em di demeke awarte de ne. Divê di demê wiha de mirov xwe bike yek û encamê bigire.”

WÊ LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ PÊŞKETINÊN GIRÎNG ÇÊBIBIN

Karayilan bal kişand ser pêşketinên li Sûriyeyê û ragihand ku heman rewşa li Bakûr, li Rojavayê Kurdistanê jî heye û got; “Wisa xuya dike ku li Rojavayê Kurdistanê jî wê di rojên pêşiya me de, pêşketinên girîng biqewimin. Çawa kut ê zanîn rabûna gel li Derayê dest pê kir û her ku diçe belav dibe. Di rojên pêşiya me de ne dûr e ku Sûriyê tevî bixe nava xwe. Di vê mijarê de hikumeta Sûriyê, serokkomarê Sûriyê Beşar Esad, ragihand ku wê dest bi reforman bikin. Ev têrê nake. Ka projeyên te çi ne, bi awayekî lezgîn derkeve ji gel re bêje. Gel êdî zextê zulmê qebûl nake. Demokrasî û azadiyê dixwaze. Eger di van mijaran de projeyê te hene bi awayekî lezgîn pêşkêş bike. Weke din êdî divê li Sûriyê pirsgirêka Kurd çareser bibe. Eger weke dewlet hûn dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, divê hûn ne bi rêbazên rêveberên herêmê û yên ewlekariyê têkiliyan pêş bixin û bêjin ka niha bisekinin û sebir bikin. Wisa nabe. Di asta herî bilind de bi Kurdan re rûnin.

WÊ KURD JÎ RABIN

Karayilan bang li Rêveberiya Şamê kir û got; “Di pirsgirêka Kurd de eger projeyeke we heye li ser wê nîqaş bikin. Eger hûn wisa nekin, hûn hewl bidin Kurdan mijûl bikin û careka din pirsgirêka Kurd bidin aliyekî wê demê wê Kurd jî rabin. Û Kurd pirtir rêxistinkirî ne, hê pirtir bi tevger in. Divê dewleta Sûrî vê bizane, eger Kurd rabin, ji aliyê Ereban xurttir jî dikarin rabin. Lê Kurd çi dixwazin? Kurd şer naxwazin, aloziyê naxwazin. Kurd Sûriyeke demokratîk û Kurdên azad dixwazin. Weke din dewleta Sûrî nasnameya Kurdan nas bike. Mafê Kurdan yê siyasî, yê çandî, yê civakî; divê êdî bide. Ango welat welatekî demokratîk be, Sûriyeke demokratîk be. Û Kurd jî xwe bi xwe bi rê ve bibin, êdî xweser bin. Demokratîk bin, azad bin. Wisa zordestî li ser gelan, bi darê zorê, bindestkirina çand û neteweyên cuda, ew dem êdî dibore. Pêwîst e dewleta Sûriyê jî vê heqîqetê bibîne û nas bike. Û li ser vî esasî nêzîkî meseleyê bibe. Ango eger ev hikumet dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, bi Kurdan re dostayiyê bike. Kurd divê ji vê re vekirî bin. Ji diyalogê re vekirî bin. Lê divê Kurd ji diyaloga bi mûxalefetê re jî vekirî bin. Em nabêjin bila yek alî bê girtin, na. Di vê demê de divê Kurd ji bo her du aliyan jî ji diyalogê vekirî bin. Û ka bernameya kê weke azadbûna Kurd bi usuleke demokratîk, sozê dide û pêş dixe, wê helwesta xwe li aliyê wan pêş bixe. Divê dewlet bi Kurdan re diyalogê derxe asteke bilind. Êdî pirsgirêkê bi bingehî çareser bike. Berî her tiştî divê hesabê komkujiya Qamişlo bê dayîn. Kê ev komkujî kir? Divê dewleta Sûrî vê eşkere bike. Berê soz dan gotin emê eşkere bikin, lêbelê nekir. Ya din girtiyên Kurd hene. Berî her tiştî divê ew girtî bên berdan. Piştî wê diyalog xurt bibin û bi lez bibin encamê. Bi taktîkên mijûlkirinê nabe.

DIVÊ LI ROJHILATA NAVÎN CIHEK JI BO KURD Û KURDISTAN JÎ HEBE

Karayilan diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê jî rojên em tê de rojên nasik û hesas in û wiha berdewam kir; "Li wir divê gelê me guhdariya sazî û rêxistinên xwe bikin. Berî her tiştî xwe bi tevger bikin, xwe amade bikin. Û xwe bikin xwedî îrade. Divê di demeke wiha de belawela nesekinin. Divê li wir jî bi yek destî tevbigerin. Lewre roj rojeke girîng e. Bi rastî di herêmê tevî de, ev girîngî heye û li qada Kurdistanê jî jixwe ev girîngî li ber çavan e. Di vê demê de em difikirin ku guhertinên bibin wê gelê Kurd jî di van guhertinan de azad bibe. Eger em weke Kurd şaşîtiyan nekin, li her çar parçeyên Kurdistanê, bi siyaseteke neteweyî, stratejiyeke neteweyî bimeşînin, ti kes ti kesî lewaz neke, di van serastkirina nû de ya di herêma Rojhilata Navîn de, divê cihek ji bo Kurd û Kudistanê jî hebe. Ji ber wê nêzîkbûna rast û helwesteke neteweyî, pir girîng e. Ji ber wê divê mirov demê rast bixwîne û di vê çarçoveyê de siyaseteke rast bimeşîne. Eger ev bibe em hêvî dikin ku wê ev sala 2011an ji bo gelê Kurd bi rastî saleke fînal be û sala serkeftina mezin sala azadiyê be. Azadiya gelê Kurd, azadiya Rêber Apo û welatekî demokratîk bi vî şêwazî wê heqîqeta mezin be.