1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Divê ev firset neyê revandin"
"Divê ev firset neyê revandin",divê,ev,firset,neyê,revandin

"Divê ev firset neyê revandin"

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Akademîsyenên li Tirkiyeyê der barê avakirin û girîngiya Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê de nerînên xwe anîn ziman. Akademîsyenan, diyar kirin ku Blok ji bo Tirkiyeyê firsetek dîrokî ye û divê ev firset ji dest neyê berdan. Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Nukhet Sîrman, diyar kir ku pêşeroja Blokê ronak e û heviyê dide çareseriya pirsgirêken Tirkiyeyê. Hîndekarê Zanîngeha Şehîr a Stenbolê Ozgur Sevgî Goral jî anî ziman ku ji ber bûn dengê dengê wan û bûn destê wan ê ku sîleyan lê dide bi taybetî piştgiriyê dide namzetê jin ên Blokê.

Akademîsyenên li Tirkiyeyê der barê avakirina blokê û namzetên blakê de nerîn û piştgiriya xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku ev blok ji bo Tirkiyeyê firsetek dîrokî ye. Hîndekarê Zanîngeha Bogazîçî, Prof. Dr. Fîkret Ataman, diyar kir ku tifaqa kesên ji hev cûda gelek girîng û dîrokî ye û ev ji bo Tirkiyeyê gelek girîng û firset e. Ataman, da zanîn ku di çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê de nerînên cuda hene û lihevkomkirina van nerînên cuda pir girîng e. Ataman, destnîşan kir ku avakirina blokê ne hêsan e û divê blok ji bo çareserkirina pirsgirêkan baş bixebite.

'Pêşeroja Blokê ronak e û heviyê dide'

Hîndekara Zanîngeha Bogazîcî Prof. Dr. Nukhet Sîrman jî, anî ziman ku hêza li dijî neo-liberal kapîtalîstê û heza ku tifaqa antî-demokratik hilweşîne tenê blok e û wiha got: "Blok ne tenê ji bo pirsgirêka kurdan, ji bo hemû Tirkiyeyê hevî û û ronahiye. Heviyê û baweriyê dide mirovan. Dengê jin, ciwan, karker, rençber û hemû beşên civakê ye."

'Çep dibe ku li Tirkiyeyê bibe hêza alternatif'

Sîrman, da zanîn ku hêj li Tirkiyeyê çepgir tune û wiha pêde çû: "Heviya min ewe ku Blok bêtir hêza çepgir xurt bike û hêza çepgir bike hêza alternatef."

'Tevgera kurd pêşiya Tirkiyeyê vedike'

Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Zeynep Gambettî jî anî ziman ku Blok ji bo Tirkiyeyê gelek girîng e û wiha axivî: "Tevgera Kurd bi avakirina blokê pêşî li Tirkiyeyê vekir. Niha pêşengiya pêşketina Tirkiyeyê dike. Lê mixabin medyaya serdest naxwaze vê hêz û pêşketinê bibîne. Ji ber vê yekê operasyona KCK'ê pêş dixin. Blok ne tenê pirsgirêka kurd, dê pêşiya Tirkiyeyê jî veke û Tirkiyeyê pêş bixe."

'Ev firsetek dîrokî ye û divê ji dest neyê berdan'

Gambetti, da zanîn ku li rojhilatê Firatê û rojavayê Firatê nerîna li pirsgirêka kurd cuda ye û ev yek rexne kir. Gumbetî, anî ziman ku ev nerîna hêzên serdest e û wiha axivî: "Divê blok û îtifaq peyamên xwe bide rojavahê Firatê jî. Avakirina blokê ji bo Tirkiyeyê firsetek dîrokî ye û divê ev firset ji dest neyê berdan."

Hindekara Zanîngeha Şehîr Ozgur Sevgî Goral jî da zanîn ku divê her kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokrasiyê çareser bibe Blokê hembêz bike û xwe li dora Blokê bike xelek. Gorul, da zanîn ku kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyê çareser bikin li dora Blokê kom dibin û kesên şer dixwazin jî li dijî Blokê derdikevin. Gorul, anî ziman ku demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareseriya pirsgirêka kurd pêkan e û ev yek dê di pêşengiya Blokê de pêk bê.

'Ez bi taybetî piştgiriyê didim namzetên jin ên bûn destê me yê sîleyan lê didin'

Goral, destnîşan kir ku bi taybetî ew piştgiryê didin namzetên jin ên ku dibin dengê dengê wan, hêza destê wan û vîna wan û wiha axivî: "Bi tayetî ez piştgiriyê didim namzetên jin ên ku dibin destê sîleyê. Dive blok ne tenê ji bo pirsgirêka kurd, jibo jin, femînist û hevjînan xebatê bimeşîne. Sebahat Tuncel wekîlê hemû jinan e. Ji ber vê yekê ez piştgiriyê didim wê.


Bêjeyên Miftehî