1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Divê feraseta hikûmetê û heyetê ji vî welatî bê neqilkirin'
'Divê feraseta hikûmetê û heyetê ji vî welatî bê neqilkirin',divê,feraseta,hikûmetê,û,heyetê,ji,vî,welatî,bê,neqilkirin

'Divê feraseta hikûmetê û heyetê ji vî welatî bê neqilkirin'

A+ A-

Parêzerên beşdarî doza jê 104 girtî 152 siyasetmedarên kurd ku ji doza "KCK" tên darizandin bûn, bertek nîşanî helwesta dadgehê û dozger dan û diyar kirin ku divê feraseta hikûmetê û heyeta dadgehê ji vê axê bê heqilkirin. Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Prz. Ahsen Coşar, diyar kir ku hinceta ku girtî bên sewqkirin tune û li gorî xala 19'an a CMK'ê heyeta dadgehê peyvira xwe bi cih neanîye. Parlementerê BDP'ê Sirri Sureyya Onder jî diyar kir daxwaza heqilkirinê li dijî hiqûqê û edaletê ye. Serokê Koma BDP'ê Demîrtaş jî xwest Serokwezîr Erdogan rûniştinê li cihê wê bişopîne.

26'emîn rûniştina jê 104 girtî 152 siyasetmedarên kurd ên di navde şaredar, siyasetmedarên kurd jî hene li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Piştî rûniştinê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Prz. Ahsen Coşar, Serokê Baroya Amedê M. Emin Aktar, nûnerên baroyên Îzmir, Stenbkol, Mêrsîn, Mûş, Dêrsim, Enqere, Bedlîs, Êlih û gelek parêzerên din daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Prz. Ahsen Coşar, diyar kir ku daxwaza dozger a neqilkirinê daxwazek li dijî hiqûqê ye û tu sedem û hinceta ku doz bê neqilkirin tune ye. Coşar, anî ziman ku li gorî xala 19'an a CMK'ê heyeta dadgehê peyvira xwe bi cih neanîye. Coşar, da zanîn ku ew pêdiviyê bi daxuyaniyê dibînin û dixwazin geşedanên li vir pêk tên ji raya giştî ya Tirkiyeyê re aşkere bikin. Coşar, destnîşan kir ku pirsgirêkên der barê parastina azad, serbestiya baroyan, astenkirina mafê parastinê heye û wiha got: "Em wekî yetîtiya baroyan nikarin li hemberî mafê azadiyê, mafê parastinê û astengiyên li pêşiya serbixwebûna baroyan bêdeng bimînin. Lê em niha li hemberî van astengiyan ru bi rû ne. Tu biryarê der barê serlêdana sûc a baroya Amedê te tune ye. Her wiha daxwaza dozger a sewqa dozê bê wate û li dijî hiquqê ye."

Demîrtaş: Ev doz bû doza darizandina zimanê kurdî

Serokê Koma BDP'ê Selahattin Demîrtaş jî bertek nîşan da û diyar kir ku ev doz li dijî hiqûqê ye û wiha got: "Ev runiştina BDP'ê ye. Di vê rûniştina BDP'ê de bêyî ku bersûc bên darizandin û parastina xwe bikin doz bi dawî bû. 2 salin bersûc dixwazin bi zimanê xwe parastinê bikin, lê daxwaza parastina kurdî tê redkirin. Ev doz bû doza zimanê kurdî. Em bang li Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dikin û dixwazin bê dozê li şûna wê bişopîne." Demîrtaş, anî ziman ku dê roj bê Edliyeya Amedê bibe muze û mirovên ku bên li vê muzeyê bigerin dê bêjin rojekê siyasetmedarên kurd li vir dihatin darizandin.

Onder: Ev rûniştin ji rûniştina 12'ê îlonê pir xerabtir e

Wekîlê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî anî ziman ku ev şiklê darizandinê tenê ne li gorî hiqûqê ye. Onder, destnîşan kir ku heyet dixwaze tolê ji siyasetmedaran bigire û bi hêrs nêzîk dibe.

Onder, anî ziman ku kesên dibêjin li vî welatî polîtîkayên înkar, îmha û bişavtinê tune divê bên 5 deqîqeyan rûniştina dozê bişopîne û wiha got: "Ji ber ku rûniştinên vê doza dîrokî tenê 5 deqîqeyan berdewam dike. Dema ku mijar bê pirsa ewlehiyê jî dozgerê li hinceta xala 19'an a CMK'ê dide nîşan û naqîla rûniştinê dixwaze. Lê ger ku ewlehiya rûniştinê tune be ev yek derbas dibe. Raste ewlehiya vê dozê tune. Ji ber ku li vir hiqûq tune. Dozek ku hiqûq lê tune be ewlehiya wê jî nabe. Li gorî min divê yê bê neqilkirin heyeta dadgehê û feraseta hikûmetê ye. DÎHA (mae)