1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Divê her kes derkeve kolanan´
'Divê her kes derkeve kolanan´,divê,her,kes,derkeve,kolanan

'Divê her kes derkeve kolanan´

'Divê her kes ji bo piştgiriya grevê derkeve kolanan´

A+ A-

Malbat û xizmên ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'î û PAJK'î dest bi çalakiya grevê kirin, xwestin ku her kes li çalakiya girtiyan xwedi derkevin û wan bi tene nehêlin. Çalakvanan xwest ku her kes derkevin kolanan û di ber xwe bidin.

Çalakiya girtiyên PKK û PAJK’î ya greva biçîbûnê ya bêdem û dorveneger a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Oclana ku di 12’ê îlonê de hate dest pêkirin di roja 47'an de bi tevlêbûnek zêde berdewam dike. Li aliyê din piştgiriya girtiyan jî her ku diçe zêde dibe. Girtiyên ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girtiyên PKK'î û PAJK'ê yên 47 rojin di greva birçîbûnê dene, bang li gelê kurd kir û xwest her kes ji bo piştiriya daxwazên girtiyan derkevin kolan û denge xwe bilind bikin. Xwendekarê Rojnameya Alinterî Hakan Hacioglu, diyar kir ku we jî berê girtiyekî siyasî bû û xwest her kes ji bo daxwazên girtiyan derkevin kolanan. Hacioglu, ani ziman ku ew bi fikarin raydarên dewletê bi rêbazên berê mudaxaleyî girtiyan bikin û ev yek dê bibe sedema qirîzê. Hacioglu, xwest çalakiyan bikin girseyî û gel bêtir li girtiyan xwedî derkevin û gel bi tevahî derkevin kolanan.

'Hunermend bêdeng in'

Lîstikvanê Şanoya Gel a Îzmirê Selçuk Uyan jî ani ziman ku tene çeka çalakgeran greva birçîbûnê ye û ji bo êdi pirsgirek çareser bibin bedena xwe dane ber mirinê. Uyan, da zanîn ku ji bo piştgiriyê bidin daxwazên wan ên mafdar weki hunermendên Sosyalist piştgiriyê didin çalakiyê. Uyan, ani ziman ku hunermen bêdeng in û piştgiriya wan a çalakgeran pir lawaz e.

(mae)


Bêjeyên Miftehî