1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Divê hikûmet daxuyaniyekê bide
Divê hikûmet daxuyaniyekê bide,divê,hikûmet,daxuyaniyekê,bide

Divê hikûmet daxuyaniyekê bide

A+ A-

COLEMÊRG (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Geverê derket pêşberî 10 hezaran û diyar kir ku ev pêkanînên li Geverê encama polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê yê bû sedema dawîlêanîna bêçalakiyê ye. Demîrtaş, anî ziman ku gelê herêmê 30 salin daxwaza şatiyê dike, lê her tim hikûmet guhê xwe digire.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş û heyeta BDP'ê li pêş Otela Oslo ya Geverê derketin pêşberî 10 hezaran. Heyeta BDP'e bi posterên mezin ên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên "Konfederalîzma Demokratîk" hatin pêşwazîkirin. Demîrtaş, derket pêşberî girsê û anî ziman ku her çalakvanên ku dixwazin di nava gel de aloziyê derxin û kuştinê pêk bînin ji aliyê gel ve li ser sûc tên girtin, lê der barê wan de tu kar nayê kirin. Girsê jî dowîzên “Heta serkeftinê serhildan", “Bimre hêzên kontra" û “Mezit-Polis, AKP û JÎTEM”, “Serdema xweparastina cewherî dest pê kiriye" vekirin."

Demîrdaş, anî ziman ku bi boneya gelê Geverê bizanibin ew ne tenê ne hatine Geverê û wiha got: "Ev sekn û helwesta we ji bo hemû gelê kurd bû hêvî. Ligel ew qas hêzên ewlehiyê ev kesên ku xwestin aloziyê derxin û belavok belav kirin ji aliyê polîsan ve nehatin girtin. Ji ber ku ev kes nehatin girtin duh dîsa bûyer derket. Ji ber vê yekê gelê Geverê daxwazên xwe yên demokratîk anîye ziman."

'Divê hikûmet têkildari mijarê daxuyaniyê bide'

Demîrtaş, bang li hikûmetê kir û xwest bi lezgîn der barê mijadê de daxuyaniyê bide. Demirtaş, anî ziman ku ji ber hikûmet li hemberî van kiryarên dawî dengê xwe nake wan dike nava fikaran û wiha got: "Gelo dewlet û hikûmet çima van kesan dernaxe derve. Hikûmet ji ber ku nikare bi komir û maqarnayê gelê Geverê dîl bigire serî li rê û rêçên provokasyon û lîstikên bi vî rengi dide. Dixwaze hêza gel a bi rêxistini bişkîne."

'Divê heyeta serbixwe bê avakirin'

Demîrtaş, xwest bi lezgîn bûyerên li vir pêk tên bên lêkolînkirin û ji bo vê yekê jî divê heyetek serbixwe bê avakirin. Demîrtaş, wiha got: "An bila hikûmet vê rastiyê aşkere bike û lêborîna xwe ji gel bixwaze an jî bila heyetek serbixwe bişîne herêmê."

Pêwîste hikûmet gavên aştiyê bavêje'

Demîrtaş, helwesta hikûmetê ya li hemberî biryara KCK'ê ya bêçalakiyê jî rexne kir û anî ziman ku ji ber hikûmetê tu gavên aştî û çareseriyê neavêtiye KCK'ê neçar maye ev biryar xera kiriye. Demîrtaş, da zanîn ku hêj hikûmet dikare avên aştiyê bavêje û wiha got: "Em aştiyê dixwazin. Ji bo vê yekê em dixwazin hikûmet jî avên aştiyê bavêje. Em dixwazin hikûmet rê li pêşiya lîstikan bigire. Gelê kurd 30 salin ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe. Ji ber vê yekê daxuyaniyên hikûmetê girîng in."

Demîrtaş, anî ziman ku li gel hewldanên wan ên aştiyê dîsa li diji siyasetmedarên kurd operasyonên siyasî tên kirin û wiha berdewam kir: "Dîsa bi sedan hevalên me hatin girtin. Der barê 200 kezar hevalên me de doz hatin vekirin.Nêzi 2 hezar û 500 hevalên me ji doza KCK'ê gritî ne. Em bazarê nakin. Em rasitê dixqazin û dixwazin hevalên me serbest bên berdan. her wiha em dixwazin daxwazên gelê kurd bi cih bên."

(mae/lg)