1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ´Divê hikûmet gav bavêje´
´Divê hikûmet gav bavêje´,divê,hikûmet,gav,bavêje

´Divê hikûmet gav bavêje´

Saziyên jinan: Divê hikûmet li hemberî peyama Ocalan gavên şênber bavêje

A+ A-

Nûnerên saziyên jinan ên Stenbolê banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a dîrokî nirxandin û diyar kirin ku peyamek gelek erênî û girîng bû. Nûnerên jin anîn ziman ku Ocalan gav avêt û lazim e êdî hikûmet gavên şênber bavêje. Aktîvîsta Kooperatifa Jinê Filmmorê Melek Ozman, diyar kir ku di mînanêk cîhanê de li ser maseyên aştiyê ji sedî 50 kota têbikar anîn û lazim e jin jî li ser vê masa aştiyê cihê xwe bigirin. Ozmen ani ziman ku lazim e ev pêvajoya ku êdî jin li malê venegerin be.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 21'ê Adarê Newroza Amedê de li hemberî 2 milyon kesan peyama dîroki da. Nûnerên saziyên jin banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a dîrokî nirxandin û diyar kirin ku Ocalan peyvira xwe bi cih anîn û dor ya AKP'ê ye. Aktîvîsta Kooperatifa Jinê Filmmorê Melek Ozman, diyar kir ku di mînanêk cîhanê de li ser maseyên aştiyê ji sedî 50 kota têbikar anîn û lazim e jin jî li ser vê masa aştiyê cihê xwe bigirin. Ozmen ani ziman ku lazim e ev pêvajoya ku êdî jin li malê venegerin be û wiha got: "Em ji vê peyamê pir bi hêvî ne. 30 salin em li ben da vê rojê bûn. Êdî divê çek bi dawî bibin. Jinê ji ber şerê heyî çi dît diyar e. Pêdiviya hemû civakê ji vê yekê heye. Divê êdî piştî vê daxuyaniya dîrokî em li ser rê û rêbaza aştiyê niqaş bikin. Divê jin di nava pêvajoya aştiyê de wekî kirde cih bigirin. Divê cihê jinê jî li ser masa aştiyê hebe. Divê hemû beş û qadên civakê di nava vê pêvajoya aştiyê de cihê xwe bigirin."

'Divê di pêvajoya aştiyê de feraseta zilamtiyê bi dawî bibe'

Ozman, xwest êdî zimanê aştiyê bê avakirin û li şûna zimanê zilam zimanê xweş û aştiyê bê bikaranîn. Divê komîsyonên Heqîqetê bê avakirin Divê bi rastiya xwe re bên rûqalî hev. Divê êdî agahî û agahdarkirina qirêj neyê kirin. Divê êşa gelê kurd bê zanîn. Divê êdî hikûmeta AKP'ê samîmiyeta xwe nîşan bide. Gelê kurd di kuştina 3 jinên siyasetmedar û Newrozê de hesasiyetek mezin nîşan da. Divê êdî dewlet û hikûmet jî vê hesasiyetê nîşan bide û gavên şênber bavêje. Erdogan niqaşa ala Tirkiyeyê dike. Ev jî xuya dike ku em hêj hev fam nakin. Hêj hişmendiya dewletê ya tunekirin û înkarê didome. Divê dewlet êdî aştiyê qebûl bike. Divê êdî ji bo dayîna mafên kurdan niqaş bê meşandin. Divê dewlet peyama Ocalan rast û baş fam bike. Divê jin jî di nava pêvajoya aştiyê re cih bigirin û vîna xwe nîşan bidin. Divê hemû jinên Tirkiyeyê bi awayekî çalak di nava vê pêvajoyê de calak cih gibirin.

'Divê peyam baş bê famkirin'

Berdevka Giştî ya Meclisa Jina Sosyalist (SKM) Bîlgî Tagaç jî anî ziman ku Gelê kurd bi Newroza Amedê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîsa vîna xwe aşkere kirin. Ev israra tayînkirina qedera kurdan û daxwaza statuya kurdan nîşan dide. Ev bang û daxwaza avakirina wekheviya mafên gelê kurd, tirk, ermenî, laz, gurçî û yên din in. Tagaç, xwest di vê pêvajoyê de jin rolê xwe baş bilîzin û wiha got: "Divê her kes peyama Birêz Ocalan baş û rast bixînin."

Seroka Sendîkaya Piştevaniya Karkerên Mal Gulhan Benlî jî piştgirî da peyama Ocalan û xwest êdî her kes gavên aştiyê bavêje û peyama Ocalan rast û baş fam bike.

(mae)


Bêjeyên Miftehî