1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Divê hikûmet şertên KCK'ê qebûl bike'
'Divê hikûmet şertên KCK'ê qebûl bike',divê,hikûmet,şertên,kck,ê,qebûl,bike

'Divê hikûmet şertên KCK'ê qebûl bike'

Parlamenterê HDP'ê Prof. Dr. Sancar xwest, ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn û Ocalan bibe xwedî şertên azad

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ALÎ BARIŞ KÛRT Parlamenterê HDP'ê Prof. Dr. Sancar xwest, ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn û Ocalan bibe xwedî şertên azad. Sancar destek da xalên KCK'ê ji bo çareseriyê aşkera kir û der barê helwesta AKP'ê ya li pêvajoyê de got, "Ev polîtîkayeke ne diyar a nakok û xetere ye. Ji bo pêvajoyê, divê ev polîtîka neyê dirêjkirin."

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrdînê Prof. Dr. Sancar, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriyê ji ANF'ê re nirxand.

Sancar da xuyakirin ku AKP'ê di hilbijartinan de weke parçeyek ji taktîka têkbirina HDP'ê, pêvajo sekinand, hevdîtinên bi Ocalan re di vê çarçoveyê de qut kir û got, "AKP hînê pêvajoyê dewam nake. Derfet hînê di destê hikûmetê de hene, lê pêvajo hînê sekinî ye. Helwesta AKP'ê ya li ser hevdîtinên bi Ocalan re, wê bi rêya wê ya li ser hilbijartina pêşwext an jî koalîsyonê ve girêdayî be. Dema hevdîtinê yan jî pêkhatin an pêknehatina hevdîtinê wê li gorî vê planê, vê xetê diyar bike."

Sancar bal kişand ser helwesta KCK'ê ya li ser dewamiya pêvajoyê û got, "Di wir de nermbûnek heye, şert weke serenavan hatin aşkerakirin. Detayên giştî nehatin aşkerakirin. Gengaz e KCK jî li gorî rêveçûna rewşa siyasî wê detayan diyar bike. Rewşa sekinandî ya pêvajoyê, qutbûna hevdîtinên bi Ocalan re dibe ku du mehên din jî karibe dewam bike. Lê belê piştre wê rêveçûna pêşketinan, koalîsyon an jî biryara hilbijartina pêşwext, vê rewşê diyar bikin."

Prof. Dr. Mîthat Sancar da zanîn ku divê AKP ya bi awayekî vekirî bêje pêvajo qediya ye, yan jî destûrê bide ku heyeta HDP'ê biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike. Sancar got, "Der barê pêvajoyê de sozên wan bi xwe hene. Ya ku pêvajo sekinand helwesta Erdogan bû, tiştên ku di destpêka pêvajoya hilbijartinê de kiribû. Hikûmeta AKP'ê, Davûtoglû û wezîrên wî, ne li hemberî Erdogan helwest nîşan dan, ne jî li gorî vê helwesta Erdogan tevgeriyan. Yanî hikûmeta AKP'ê hînê helwestek nîşan nedaye, polîtîkayek îlan nekiriye. Hewl didin ku nîşan bidin her tişt mîna ya berê dewam dike, lê hînê nahêlin yên berê dewam bike. Ev yek polîtîkayeke ne diyar a nakok û xetere ye. Ji bo pêvajoyê, girîng e ev polîtîka zêde neyê dirêjkirin."

Sancar bal kişand ser daxwaza ji bo şertên azad ên Ocalan û serbestbûna wî û ev nirxandin kir: "Li gorî rewşa xwezayî ya pêvajoyê, ev daxwazeke gelekî normal e. Ji xwe ev demeke dirêj e ev daxwaza di rojevê de ye. Hem li dora maseyê hem jî di hevdîtinan de dihat bilêvkirin. Hikûmetê jî qebûl kiribû ku di vî warî de gavan biavêje... Eger em ê pêvajoyê bikin polîtîkaya dewletê, divê hikûmet ji van şertan re bêje 'erê'. Li aliyê din bi agirbesta zexmkirî re tê xwestin ku dawî li operasyon û provokasyonên ji aliyê dewletê ve heta niha hatine kirin, bê anîn. Ji xwe nepêkane ku mirov bêje KCK agirbestê binpê dike."

Sancar, li ser ketina dewreyê ya Meclîsê got, "Ev yek ji xwe di destpêka pêvajoyê de hebû. Bi du awayî; Li Meclîsê, pêvajo di çarçoveya qanûnî de bê bicihkirin, di mijarên li ser li hev hatiye kirin de guhertinên qanûnî bên kirin û komîsyonên rêveçûna pêvajoyê hêsan bikin, bên avakirin. Meclîs wê bi vî rengî biketibûya navberê, lê belê bi tenê qanûneke nîvco hat derxistin. Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya pêwîst nehat kirin. Gavên demokratîkbûyînê jî gelekî kêm hatin avêtin. Komîsyonek hat avakirin, bi navê komîsyona pêvajoya çareseriyê, lê bi temamî komîsyoneke bê fonksiyon bû. Eger pêvajo wê dewam bike û dewlet û hikûmet cidî be, divê qebûl bike ku Meclîs bikeve dewrê. Şerte gelekî maqûl e û ji bo dewamiya pêvajoyê divê bicih were anîn."

'GIRÎNG E DAXWAZA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK Û AŞTIYA ADÎL HER TIM ZINDÎ BIN'

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Prof. Dr. Mîthat Sancar diyar kir ku girîng e pêvajo bi tenê ji însiyatîfa hikûmetan re neyê hiştin û anî ziman ku pêwîste hêzên demokrasiyê ji niha û pê ve jî desteka civakî bidin. Sancar got, "Divê aştî civakî bibe. Girîng e daxwaza çareseriya demokratîk, daxwaza aştiya adîl bi desteka civakî re her tim zindî bê hiştin. Di navbera koma li meclîsê û hêz, rêxistinbûyînên demokratîk de her tim têkiliyeke xwedîkirina hev hebe. Bi dîtina min ji bo dema pêş, ev yek xusûsa herî girîng e ji bo rêveçûna çareseriya demokratîk û aştiya adîl."