1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. `Divê kurd alfebeya hevpar bikar bînin`
`Divê kurd alfebeya hevpar bikar bînin`,divê,kurd,alfebeya,hevpar,bikar,bînin

`Divê kurd alfebeya hevpar bikar bînin`

Zimanzanên kurd, li ser alfebeya kurd nerînên xwe anîn ziman.

A+ A-

Zimanzanên kurd, li ser alfebeya kurd nerînên xwe anîn ziman. Zimanzanan, diyar kirin ku ber sînor li nava kurdan ketiye, kurd 2 alfebeyan bikar tînin û vê yekê ziman perçe kiriye. zimanzanan da zanîn ku pêwiste kurd alfebeyek hevbeş bikar bînin. Zimanzanan, destnîşan kir ku zêdebûna alfebeyan li pêş yekîtiya ziman û netewbûnê asteng e. Zimanzan, Zana Farqînî, xwest Herêma Federal a Kurdistanê dest ji tîpên erebî berdin û tîpên latînî bikar bînin. Zimanzan Dr. Bayîzê Omer jî anî ziman ku herî zêde latînî serdest e û xwest tîpên latînî bên bikar anîn.

Ji ber ku gelê kurd li 4 welatan dijîn zimanê wan û alfebeya wan jî perçe bûye. Kurdên Irak û Sûriyeyê alfebeya erebî, kurdîn Tirkiyeyê tîpên latînî û kurdên Îranê jî tîpên farizî û erebî bikar tînin. Ji ber kurd, alfebeyên welatên lê dijîn bikar tînin zimanê wan jî perçe bûye. Ji ber kurd zêdetir alfebeyên erebî û latînî bikar tînin zimanê wan û neteweya wan perçe bûye û nikarin yekîtiya xwe ava bikin. Zimanzanên beşdarî konferansa Ziman a Neteweya Kurd bûn, li ser girîngî û hewcedariya yekîtiya alfebeya ziman nerînên xwe anîn ziman. Zimanzanan ku tev li konferansê bûn, anîn ziman ku êdî divê kurd li ser alfebeyek hevpar bibin yek û xwestin li gorî zimanzan Celadet Bedirxan tev bigerin.

Zimanzanê kurd Zana Farqini, diyar kir ku tespîta Celadet Bedirxan a "Alfebeya latînî ji bo kurdî pir guncav û pratîk e" di cih de ye û wiha got: "Alfebeya erebî baş nabe bersîva zimanê kudî. Divê kurd alfebeya latînî bikar bînin. Ger ku kurd 2 alfebeyên cuda bikar bînin, dê yekîtiya kurdan pêk neyê. Dê ev perçebûn çand û neteweya kurd jî perçe bike. Bikaranîna alfebeyên cuda, hem li ser yekîtiya ziman, hem li ser yekîtiya çandê û hem jî li ser yekîtiya neteweya kurd gelek girîng e. Ji ber vê yekê divê kurd li ser alfebeya latînî ya hevpar li hev bikin. Zimanzanan di konferansa ziman a di 19'ê îlona 2011'an de li Hewlerê pêk hat biryara 2 alfebeyan li her derê bi hevre bikar bînin girtibûn."

Farqînî, da zanîn ku zimanê kurdî ji aliyê termînolojî û peyvan de pir dewlemend e û cudabûna alfebeyan li ser dewlemendiya ziman bandorek neyînî dike.

Farqînî, da zanîn ku xwendin û fêrkirina tîpên latînî hêsantir û pratîkdir e li gorî zanistî û bikaranîna cîhanê bêtir guncavtir e.

'Yekîtiya neteweya kurd girêdayî yekîtiya albefeya kurd e'

Zimanzanê kurd Dr. Bayizê Omer jî li ser girîngiya yekîtiya alfebeyê rawestiya û wiha got: "Alfebe ji bo her zimanî gelek girîn ge. Ger ku alfebeyek me ya yekgirtî hebe, wê demê dê zimanê me jî yek girtî be. Zimanê yekgirtî bi alfebeya yekgirtî ve girêdayî ye. Ger ku ferhenga me û termînolojiya me ya yekgirtî hebe wê demê dê yekîtiya zimanê me pêşketî dir be. Ger ku alfebe yek be, ferheng yek be wê demê dê têkîhiştin jî xurttir û pêşketîdir be. Ji bo yekîtiya zimam û netew yekîtiya ferhen û yekîtiya alfebeyê gelek girîng e."

Dr. Omer, da zanîn ku di konferansê de pêşniyara yekîtiya alfebeya kurdî kir û li ser girîngiya yekîtiya alfebeyê wiha rawestiya: "Min xwest li her çar perçeyên kurdistanê yekîtiya alfebeya kurdî hebe. Niha li 4 perçeyên kurdistanê 2 albefe tên bikar anîn. Alfebya Erebî û Alfebeya latînî serdest e. Albefeya erebî zêde nayê pejirandin. Li gorî min alfebeya erebî zêde pîroz nîne. Herî zêde alfebeya latîtînî tê bijartin û xwestin. Albefeya latînî li gorî min baştir e. Jiber ku albefeya latînî bêtir di nava welatên cîhanê de serdest e û zêdetir têbikar anin. Ji ber ku hemû termînolojiyên cîhanê û zanistî li ser alfebeya latînî pêş dikeve. Ji ber vê yekê ez pêşniyar dikim ku yekîtiya alfebeya kurdî li ser tîpên latînî bibin yek. Her kes dikare bi hêsanîtir xwe bi albefeyên latînî bine ziman."

(mae)